Şehfelan Dermanê Penceşêrê ye-Berhevkirin:Birahîm Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 20 يونيو 2021

Şehfelan Dermanê Penceşêrê ye-Berhevkirin:Birahîm Qasim

Şehfelan Dermanê Penceşêrê ye-Berhevkirin:Birahîm Qasim 


                                                                                                                             

                                                                                                 

 


            

Dermanê Penceşêrê ye. 

Hin Nojdarên kurd ji mêj de b gelek nexweşiyan pêk tanîn.

Ev mêwe darkok ke , bi xar û zindî ye, havînî ye,û pir şax e, bihtirê xwe li derdora xirabcihan, nav mezelan, li ber dîwarên kavil û li pesaran di nav latan û tehtan de şîn dibe, ew bi xwe ne dareke aviye ji ber vê êkê li beriya kêm av bi piranî tê dîtin.

 Kulîlika wê mezin e, dema divebe pir ciwan e,  pelên kulîlkê  ji spî û sorê zelal e, nêriyên wê rengê wan bi ser xemrî ve ne, paş re dibe pişkojek keskê tarî  biqasî pîvana pişkoka xecxecokê ye, dema pişkoj divebe  sorek tarî û pir sîsikên hûr tê de ne, tama wê tûj û şîrevalkiye.

Di hin destnivîsandinên FIR'EWNIYAN de hatiye ku hin derman ji Şehfelanê çêdikirin bi taybet nexweşiya Penceşêr û kulbûna navbera movikên stûna piştê .

Hin zaniyarên nojdar piştî lêpirsînê û xebitandinê gihiştin rastiya vê yekê ku ŞEHFELAN dermanê gelek nexweşiyan e, wek nexweşiyên Pişê, Patereşê û dijî tevzandina xwînê di rehên dil û can de her weha wan paqij dike û hem alîkar e ji bo serafa xwarinê, hinav û roviyan jî nerm û paqij dike û nahêle ku Zik û Ûr mezin bibe her weha Gurçikan ji bermayan vala dike û alîkar e bi pişê re da sol û bermayan ji hindirê wê derînê der.

ŞEHFELAN dermanê gelek nexweşiyên dî ye mîna kulbûna movikan, rawestandina kulbûna dinan û pidiwan, bişkoka hîn kulîlk dijî ava spî ya ku tê ser çavan.


ŞEHFELAN tê xwarin bi gelek rengan, hin wek tirşiyê bikar tînin û hin hişk û hûr dikin paş re ser xwarinan û selateyan wer dikin û hin jî şaxên nazik qelandî yan kelandî dixwin, dibêjin: hinguvînê ŞEHFELANê herî hinguvê baş e.

Gelek welat guhdanê bi çandiniya wê dikin mîna Sûriya, Firansa û Espaniya û hin welatên Ereban, piraniya berheman diçin bazarên Oropa yê.

Li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li derdora Dêrka Hemko û deşta Hesinan û beriya Qereçoxê ev Mêwe dihate dîtin lê mixabin noke pir kêm maye, ew jî bi sedema Cotarî û çêrandina Ajalan.

Ji bo pêwîstî û giringiya wê, hem derman û hem xwarin, gerek Cotyar agahdar bin û dinav rez û bexçên xwe de biçînin.

Birahîm Qasim

Pênûsa Azad: Himar 8



 

    

 


Şehfelan Dermanê Penceşêrê ye-Berhevkirin:Birahîm Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 20, 2021 Rating: 5 Şehfelan Dermanê Penceşêrê ye-Berhevkirin:Birahîm Qasim                                ...

هناك تعليق واحد:

  1. Dest xweş memoste
    Min gelek ji vê darê hes di kir û min digot bê guman ev dareke giran buha yê ...

    ردحذف