Dara Pîroz Zeytûnê(Cerbûsk)- Berhevkirin Birahîm Qasim. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 20 يونيو 2021

Dara Pîroz Zeytûnê(Cerbûsk)- Berhevkirin Birahîm Qasim.


Dara Pîroz Zeytûnê(Cerbûsk)

 Berhevkirin: Birahîm Qasim.

Dara pîroz a Zeytûnê(Cerbûsk) ji mêj de ev nav lê hatiye kirin her weha ku ev dar di destpêka jiyana mirovan de ta ev ro li gel wan jiya ye.

Vekolerên ciyolocî, zanyar û lêgerên paşmayan hin şûnmayên dar û sîsikên wê dîtine ku wê vedigerînin dema despêka akinciya mirovan çaxê dest bi avahiyan û çandinê kirne.

Li gor dîroka kevin ew zanînên rast û dirist her wekî nînin jî lê hin ji wan zanyaran darê vedgerînin dema çerxê kevir î ji berî zayînê 35000 salî ew li gorî kêm belgeyan ,lê hin vekolîner bawer dikin ku dîroka hebûna wê di navbera 5000-6000 salan de berî zayînê ye li gor şûnwarên herêma IBLA yê ewan ev yek tekez kir dema lêger û kolandinê de nîzîkî HELEBê loma dibêjin belkî ya herî rast ew e ku binyada Zeytûnê herêmên rojhilatê Derya Sipî ye, û ji wir belav bûye ta gihiştiye welatên din wek Spain-Portugal-Greece-Tunisia-Morcco-France-Italy-hd.

Dibêjin Babilî herî xelkên kevnar in yên ku bidest çandiniya dara Zeytûnê bi rengê xwe ê noke (nûjen) di rêya çeşnedan û deqdanê de.

Hijmara corên darên Cerbûskê dighêje 150yan,jiyana wê dighêje 300 ta 600 salî û belkî pirtir.

Dara Zeytûnê yek ji darên her dem şîn e ,her sê salan pelên xwe nû dike,ev dar piştî şitlandinê 5 ta 7 salan berhem dide.


Dirêjahiya wê ji 5 gazan ta 12 an ber bi jor ve diçe,lê cotyar çiqilan bi endezyarî  tirim dikin da  gelek bi jor ve neçin ji bo karker bihêsanî berhemê wan biweşînin. Bihtirîn corên zeytûnê ji giştûba û axa naverast a derdora derya Spî hez dike û ev yek aşkere dike çinkî herêma Efrînê nav û dengê xwe heye seranserê cîhanê  ku Zeyt û Zeytûnên wê bi hemû cureyên xwe ve herî pak û xweşin.

-Ev dar li nik gelek xelk û miletan pîroz e her weha binpêlêkirin û tinekirna wê li rex hin civak û Olperestan gunehek mezin e.

-Di tor e û rewşeniya hin gel û civakan de çiqilên darê dikin durişmê aramî û aştiyê, Al û Polên xwe bi wan rengîn dikin

-Hin bijîşkên binav û deng li ser Çerb û Çivrîna Cerbûskê ango zeyta zeytûnê axivîn e:

D.William Castle rêveberê dibistana Farmingham USA a bi nav û deng weha dibêje(Eger zeytek di cîhanê de hebe ya herî qenc û pak ew zeyta zeytûnê ye) her weha ew tekez dike ku xelkên naverasta derya spî herî xelkên kêm in yên ji nexweşiya rawestana xwînê di rehên dil de tevî ku xwe na parêzin ji rûhn û goştê ajalan .

D.Trevisan ji Zanîngiha New York di vekolînek xwe de dide xwiya kirin di kovara Gama sala 2003an de dibêje: Ev lêpirsînên nû tekez dikin giringiya Zeyta Zeytûnê çiqasî mifa ye ji bo nexweşiyên dil û nexweşên Şekirî û kesên ku guvşa xwînê li nik wan bilnde 

Gelek Zanyar û Bizîjk û Nojdar tekez dikin ku Zeyta Zeytûnê gelek mifa ye ji bo pir nexweşiyan mîna nexweşiyên Penceşêr û Şekirî,Dil û Gurçik,Mêlak û Hinavan, ji bo hin nexweşiyên çermî tê bikar anîn ji dêlva Melheman.

Her weha xwarna zeyt û zeytûnan bi hemû rengnên xwe ve çi  heşîn yan çi reş gelek girîng e ji ber him xwarin e û him derman e.

Mirovên xwarina wan a sereke Zeyt û Zeytûn bin zû kal nabin û temenê wan dirêj e, û rastî van nexeşiyên me diyar kirîn zû bizû nabin.

Berhevkirin .Birahîm Qasim

   Pênûsa Azad:hejmara 4   2019
Wênên hatîn kişandin ji nav rezê Birahîm li gundê Hemzebegê devera Dêrka Hemko.



  

 


Dara Pîroz Zeytûnê(Cerbûsk)- Berhevkirin Birahîm Qasim. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 20, 2021 Rating: 5 Dara Pîroz Zeytûnê(Cerbûsk)   Berhevkirin: Birahîm Qasim. Dara pîroz a Zeytûnê(Cerbûsk) ji mêj de ev nav lê hatiye kirin her weha ku ev ...

ليست هناك تعليقات: