Melayê Bateyî (1675#z-1750#z) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 27 نوفمبر 2020

Melayê Bateyî (1675#z-1750#z)

 


Melayê Bateyî (1675#z-1750#z)

Li gundê Batê li herêma Colemêrgê ji dayîk bûye, ew jî ji wan pêşrewên helbestvanên Kurd e, di warê tesewif û perwerdeya olî de xebat kiriye, lê bihtir bi helbesta olî ya navdar Mewlûda pêxeber Muhemed silavên Xuda li ser be tê naskirin û wî bi helbesta kêşesaz danîye.

Bihtirîn ristên wî olî ne, lê ev nayê wateya ku ew bi civaka xwe re mijûl nebûye, herweha hestên wî yên nazik û şêrîn di hezkirin û evîniyê de wek dengê yara xwe, deng û banga wî ji minara mizgeftê dihate derketin.

Hêjayî gotinê ye ku wî helbestên xwe bi kêşesaz û newayê, bi şêweyê rêzik û malikan nivîsandiye û li dawiya helbestê ji bo winda nebe û neyê dizîn navê xwe nivîsandiye. 

El wefa bê esl û canan xemz û naza min nehat

Ya tu qelbê aşiqan î gulnîgara min nehat

Mam di qeyda derd û daxan xemkusara min nehat

Subhê nabît wê şevê dengê minara min nehat

Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat

Piraniya helbestvanên kilasîk ên kevnar, ristên xwe bi alavên binêşeyî û ciwaniyê dafirandin, ji bo hêzbûn û ciwaniya helbestê carinan hin gotin bi zimanên biyanî bikar dikirin, wek destpêka helbestê li cemê yekê bi kurdî be û dawîbira cemê dudiyê bi zimanekî dîtir be, ew jî vedigere şarezaya helbestvanan mîna helbestvanê gewre Melayê Cizîrî.

Birahîm Qasim


Melayê Bateyî (1675#z-1750#z) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 27, 2020 Rating: 5   Melayê Bateyî (1675#z-1750#z) Li gundê Batê li herêma Colemêrgê ji day î k bûye, ew jî ji wan pêşrewên helbestvanên Kurd e, di warê tes...

ليست هناك تعليقات: