DÎROK Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ -HELBEST- - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 27 نوفمبر 2020

DÎROK Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ -HELBEST-

 

DÎROK Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ
                   -HELBEST-                                    

Birahîm Qasim:

Em dizanin edebiyata kurdî wek hemû edebiyatên cîhanê taybetmendiyeke xwe hebû, bila em xwe nexapînin ku metirsîna têkçûna zimanê kurdî di demeke hestiyar de mezin bû.

Ji bo bersivdanê: Ew vedigere dîroka wêjeya kurdî, belkî belgeyên nivîskî rasterast li ber destên Kurdan ji berî hezarsalan kêm bin yan jî pir hindik bin, ew jî vedigere têkçûn û hilweşandin, dizîn û şewitandina pirtûkxaneyên dewlata Mîdî û Împratoriyên Kurdî ji aliyê dagirkerên welatê Kurdan ve wek (Horî-Sasanî-Kardoxî-Eylamî….HWD).

Tiştên jê mane, di bîranîn û şûnwaran de man, ji nifşekê ta nifşekê wek edebeke devkî man, loma edeba kurdî ya devkî li asta herêmî û belkî li seranserî cîhanê bi taybet di çîrok û stranan, helbest û romanan de zengîntirîn edeb bû. Eger çiqasî edebiyata kurdî di demekê de ber bi tesewifê ve çû be lê di heman demê de feylesofên wêjeya kurdî bi taybet ristevan û helbestvanan dikarîn huner û wêjeya xwe bişopînin, ber bi asteke fereh û berçav bibin û dîroka edebiyata xwe tomar û terxan bikin.

Belkî hin bipirsin û bibêjin ma gelo wêjeya kurdî ji wêjeya cîhanî cuda bû? Nivîskarên Kurd ta çi radeyê dikarîn ziman û wêjeya xwe ji metirsîna tunekirinê biparêzin?

Helbet çi zimanên li dinyayê hene, taybetmendiya wan hene, zimanê kurdî jî wek hemû zimanan, têrzarav û devok e, loma hevwateyên peyvan di zimanê kurdî de pir in û di ferhengên kurdî de baş diyar in.

Herweha em ji bîr nekin rola edebiyata ola Ezdayetiyê û Zeredeştiyê berî hezar salan di ziman û wêjeya kurdî de hebû, ew yek ji wan jêderên pêşeroja wêjeya kurdî bû, bandora xwe gihand ta piştî zayîna hedretî Îsa silavên Xuda lê be.

Ji me re xuya ye ku rola desthilata misilmanî di derbarê helbestvan û helbestan de bi taybetî yên bi zimanê erebî neynî û nebaş bû, çimkî helbesta erebî ji şêweyê Qurana pîroz nêzîk bû, loma rola helbestê bi giştî li nik gelên Musilmanan sivik bû û demeke dirêj xwest ta ku careke din xwe têkilî pêvajoya hunerê bike.

Bêguman ew ne tenê li ser helbesta kurdî lê belê li ser ziman û edebiyata kurdî bi tevahî astengiyek bû, çimkî hejmareke pir ji netewa Kurd bûn misilman û hem jî bi zimanê erebî perwerde dibûn, li ser milên nivîskar û

rewşenbîrên Kurd bareke giran bû, herweha ew bû sedema ku nivîskarên Kurd bi zimanê erebî binivîsînin mîna ( Ebû Meymon, Fariqî, Şehrezorî, Ibin Xulêkan, Ibin Teymî, Ibin Esîr, Ziryab...HWD). Mixabin ev tê wateya ku berhem û nivîsên wan hişmend û ronakbîrên Kurd nakeve xizmeta edebiyata kurdî.

Lê em dizanin di serdema berê de, hemû neteweyên di hundir sînorên xaknîgariya dewleta Misilmaniyê de nav li zimanê erebî kiribûn zimanê Qurana pîroz û wisa dinasîn.

Xwendekarên Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê erebî fêrî xwendina Quranê bibûn, helbet pêwistiya mamosteyên olî bi wergerandina gelek ji beşên zimanê erebî ji bo perwerdeyê hebû, loma gelek mamosteyên Kurd waneyên olî bi zimanê kurdî wisa didan fêrkirin (Elîf ser E, cir i, ber u).

Pirtûka Elî Tirmaxî 935-1010z pirtûkeke rêzimana erebî bû ji berî 1000 salî wergerandiye zimanê kurdî, helbet ji bo fêrkirina olî bû.

Helbesta kurdî ya kevnar ew jî yek ji jêderên edebiyata kurdî ye, çi ya devkî û çi ya nivîskî be, bêguman ew bi zimên re hatiye afirandin, herweha ew zimana bixwe halê milet e û di pêvajoya rewşa jiyana kesayetiya dîroka civaka wî de

ye, di destnîşankirin û tomarkirina dîroka gelan de jî alîkar e.

Tê pêşbînîkirin ku helbesta kurdî ya kilasîk a kevnar bi nivîskî taybetmendiya xwe heye ango rengê xwe ji edebiyata kilasîk a Rojava xwemalî û cuda ye, ew bihtir nîzîkî edebiyatên erebî û farisî yên derdorê ye.

Belgeyên nivîskî yên li ber destên me, helbesta kurdî ji dawiya sedsala dehan û destpêka sedsala yazdehan ji dema Baba Tahir de bi zaravayê kurdiya lorî û bi şêweyê çarînan ristên xwe nivîsandiye.

Li bendewariya yara xwe dibêje:

Ge şew dadê mi estêre jimar im

Li çeşnî şew dirêj e intizar im

Li paşî nîweşew ger tu nehatî

Hewir dênim digir mênim dibarin

Eger çiqasî ew bi tesewfê re mijol bû lê di heman demê de gazî xort û lawên Kurd dikir ku li hember dijminên xwe rabin û berevaniyê di ber xaka xwe de bikin.



DÎROK Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ -HELBEST- Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 27, 2020 Rating: 5   DÎROK Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ                    -HELBEST-                                     Birahîm Qasim: Em dizanin edebiyata kurdî we...

ليست هناك تعليقات: