Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 7 ديسمبر 2020

Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê

 

Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê


Feqê Teyran(1590z-1632z)

Ew helbestvanekî navdar e, heval û hevkarê Melayê Cizîrî ye, Feqê Teyran dema gotibû dengê herî bilind dengê mirov û mirovahiyê ye,  hêzeke mezin û şoreşeke nû di helbesta kurdî de çêkiriye, karaktera dramatîk û danûstandinê di helbesta wî de serdest dibe û helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê.

Herweha helbestên xwe bi gelemperî nûjen kirine, bi hevokên şêrîn berhevkirine û zimaneke edebî bi kar aniye,  wek ku di helbesta xwe "Zembîl Firoş" de diyar dike:

Keç dibê bavêj xeyalan

Were nêv doşek û balan

Bên bike zilfan û xalan

Dûre ji ya axretê

Law dibê zulfêt herîr e

Ma pîroz be ew li mîr e

Çi heddê lawê feqîr e

Dest bidet vê muhbetê

Dîwana wî ``Şêxê Sin`anî`` yekem helbesta çîrokiyê ye û efsana Xanê Dimdim yekem efsane ye û di edebiyata kurdî ya kevnar de hatine nivîsandin.

Dîwana Şêxê Sin`anî ji 176 rûpel û 314 malikên çarînan pêk tê, di destpêkê de pesn û spasdariya Xuda bi şêwaza tesewifî û gelek dîmenên derbirînê yên herî spehî bi kar tîne û mijarê bi şêwazeke dramatic û balkêş bi sertêxe herweha li ser yek kêşesazê û dawîbireke yekgirtî bikar tîne.

Birahîm qsim



Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 07, 2020 Rating: 5   Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê Feqê Teyran(1590z-1632z) Ew helbestvanekî navdar e, heval û hevkarê...

ليست هناك تعليقات: