Dîwana Melayê Cizîrî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 13 ديسمبر 2018

Dîwana Melayê Cizîrî


Melayê CizîrîJiyana wî 1570m-1640mMele Ehmedê Cizîrî êk ji wa pêşrewên helbestvanê kilasîka Kurd e,ew mîna kopekî herî bilind di tore û wêjeya kurdî de ye,her wekî ne tenê helbestvan bû lê belê ew Hozan û Zanyar,Ramyar û Rewşenbîr bû,ji ber ku tişta li ber destê me vê yekê diyar dike,ew helbestên wî ne,ew şêwe ya resen a ku ciwaniyê dide helbestan,bi wêneyên ciwankarî û rewanbêjî,torevanî û binêşeyî,her weha hemû helbestên wî bi lîmet hatine hûnandin,ji vê yekê diyar dibe ku Melayê Cizerî
mamostayê hozanvana bû ê ku pê re jiyayîn û pey re hatîn mîna Feqê Teyran û Ehmedê Xanî…..hd.Melayê Cizîrî ew jî wek gelek torevan û zanyarên kurd berhemên wan windabûn yan hatin dizîn yan hatin talandin û şewtandin di xircira şerên bi serserê kurdan de hatîn.Gelek nivîskar û rewşen bîr û zanyarên kurd mixabin nav û berhemên wan windabûn  mîna:Ji berî 300 sal B.Z. helbestvanekî Kurd bi navê Bodraboz bi kurdî nivîsiye. Niha jî helbesteke wî di destê Kurdan de heye.
 Piştî Îslamiyetê, berî Elî Herîrî jî zanayekî Kurd bi navê Baba Rax û yekî din bi navê Behlulê Mahî Sedsala 8an bi kurdî helbest nivîsîne.
 Di Sedsala Nehan de zanayekî Kurd bi navê Basam Kurdî û Xalid Axa Zehar (905–974) bi kurdî nivîsîne.
 Zanayekî Kurd bi navê Ebdusemed Babek 972-1020  bi kurdî nivîsiye. Niha jî di nava Kurdan de nav û dengê Babekî heye.
Berhemên Melayê Cizîrî jî li ber destê me nîn in ji bilî 121 helbestan pêve .  
Bêguman helbest û berhemên wî ne tenê ev in.
Melayê Cizîrî ew bixwe nav û paşnavê xwe ê rast dide zanîn û gelek caran xwe bi navê NIŞANÎ bikar têne.
Piştî berwerda olî bidawî dike li ber destên gelek mamosteyan xwe tevlî ziman û wêje û felsefa derdor û cîhanî dike ji bilî zimanê Kurdî û Erebî xwe fêrî zimanê Farisî ûTirkî jî dike û gelek caran di helbestên xwe de ew ziman bikar anîne.helbet fêrbûna wî bi van zimana hêlişt mifayê ji wêje û toreya wan bike.
Piştî gera wî li gelek deveran ta giha ji derveyî Kurdistanê ji bo gelek zanyariyan wergre divegere Cizîra Botan pêwistiya miletê xwe bi van zanyariyan dibîne loma bi dest mamosteyê dike û gelek beşên zanistiyê di Medresa Sor perwerdê dide Şagirtan,ta dice ber dilovaniya Xudayê xwe.
Birahîm Qasim  





Dîwana Melayê Cizîrî Reviewed by Niviskar on ديسمبر 13, 2018 Rating: 5 Melayê Cizîrî Jiyana wî 1570m-1640m Mele Ehmedê Cizîrî êk ji wa pêşrewên helbestvanê kilasîka Kurd e,ew mîna kopekî herî bilind di tor...

ليست هناك تعليقات: