Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê-Mihemed Qere Hesen - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 14 ديسمبر 2018

Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê-Mihemed Qere Hesen


Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê-Mihemed Qere Hesen


Kurtejiyan
Mihemed Qere Hesen li gundê Memala, piyê Reco, herêma Efrînê sala 1963 an ji dayîk bûye. Li dibistana gund a seretayî xwend, û li bajarê Helebê ra amojgeha acetên çandiniyê xwend. Di paş re bû karmendê dewletê ra teqawîtbirê û li Helebê rûniştiye. Di gelşa Sûryê de li gund û bajarê Efrînê rûnişt, û niha jî li Helebê dijî. Di dest pêka ciwaniya xwe de ferî zimanê kurdî bû, û hêj pê mijûl dibe.Li despêkê helbest nivîsandin û hêj berdewame û di mihrecanên helbestê de beşdar dibû. Di ber re kurteçêrokan jî dininivisîne.

 Berhemên xwe di kovar û rojnaman de belav dibin. Sê pirtûk ra niha çapikirine:
1-Babjarê Evînê. Şanoyek wergerandiye 1997 an
2- Vedenga Xwînê kurteçêrik e, çend hejmar li Efrînê jê hatin kişandin:'' copîkir
3- Nalîna darên zêtûnê li Almaniya 2018 an bûye.
Pirtûka nalîna darên zêtûnê, nînka êş û jana Efrîniyan 

Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê.
Ji danera Mihemed Qere Hesen dikeve ser gencîna rewşenbîriya kurdî.
Li ber êş û jana kal, pîr, zarok û jinên xelkê Efrînê ji ber serma, birçîbûn çûk û mezinan û nalna wan ezman û zemîn tijî dikirin, lê mixabin çavên mirovatiyê kûr bûbûn û guhên xwe jî ker bûbûn. Dema ku berjewendiyên konevanî ew bûne pêwir û pîvan, li ber lingên wan jar dinalin digazin.
Pirtûka nalîna darên zêtûn bi kurteçêrokên xwe ji kûraniya janên wan hatiye, bi êşên wan re diqêre û bi xem û hêviyên wan re dijî û hulm dide.
Wek nivîskar Mihemed Qere Hesen bi min re gotiye: Min nikanî tutişt bi kira bes bi herikîna bêzariya çemê Efrînê re dimeşîm û min dilopên hêstirên masiyên wê biref dikirin.
Pirtûk ji bîst û pênc kurteçêrokan pêk tê û ji sed û deh û du rûpelên  navîn çêbûye. Saziya Sersera bi rêvebira Dr. Beşar Mistefa ew çapkiriye.



Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê-Mihemed Qere Hesen Reviewed by Niviskar on ديسمبر 14, 2018 Rating: 5 Pirtûka Nalîna Darên Zêtûnê-Mihemed Qere Hesen Kurtejiyan Mihemed Qere Hesen li gundê Memala, piyê Reco, herêma Efrînê sala 1963 a...

ليست هناك تعليقات: