Ebdussemed Mehmûd-Bavê Helbest-Roşna - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 10 ديسمبر 2018

Ebdussemed Mehmûd-Bavê Helbest-Roşna

Ebdussemed Mehmûd-Bavê Helbest-Roşna


Mirov di hest û nestên xwe de bê çare ye, di sawîran de melevaniyê dike, bi hêviyan re dileyize û wan hembêzî derdan dike, lewma di derya helbestan de kes nikare xwe rêzgar bike, gih bin av û gih ser av dibe, tenê tîp qurtalkerê wî ne, bêje sewl in û hevok gemiya wî ye.
Di nav hastên Ebdulsemed de, gemî qul e, tîp mirî ne û derya bi coş e, Lewra ew ketiye nav bera rêzgarkirin û  xiniqandinê de, bi van kurtehelbestan gelek êşan dikişêne, êşa evînê, jiyanê, mirovatiyê û welatperweriyê. Helbesvanê me di vê dîwanê de, hewl daye ku bêje hindik bin lê, wate û wêne pir in, di naveroka her helbestekê de mirov karê gelek tiştan bibîne, yanî her bêjeyek tije ye ji wateyan û ew cihê gelek bêjeyên din digire, lewma helbest bi rengê tijekirî ji wateyan û vala ji bêjeyan hatiye avakirin, ew jî helbesta kin e. Mamoste Ebdulsemed di êşa welat de û bi taybetî bajarên kurdistana Sûriya ku tûşî gelek êş û bindestiyê hatine ketiye xem û sawêra azadî û serfiraziya miletê Kurd de, di evînê de jî hastên xwe bê ser û şop berdane, da ku wêneyan bikêşin û çîrokan bihûnin, bi dil şewatî bi hastên xwe mijûl dibe û wan li ser hev kom dike û wek xaran li latê bixe wan li ser rûpelên belav dike. Helbest ne tenê hest in, lê belê ew hest, nest, can, mêjî, raman, jiyan û mirin e, tu kes nizane helbestvan çi dibêje, û tu kes nikare wan bêjeyan şirove bike, ji ber ku helbestvan bi tiştekî dirame ku her kes nikare wî tiştî nas bike, ew dikeve nava jîwar û sawêran de û wan bi hev ve didiriwê, da ku rûpelekê kiras bike, jiyaneke nû ji tîpan re vejîne û warekî nû ji bêjeyan re ava bike, lewra ez nikarim pesn û rexneyan li van tîp û bêjeyan bikim çimkî tenê Ebdulsemed Mehmûd karê xwe binirxêne û pesnê xwe bide, Helbestên wî bi rengekî spehî hatin hûnandin, hêviya min ew e ku tim û tim serkeftî be di xizmeta wêjeya kurdî de û pirtûkxaneya kurdî dewlemend bibe bi pirtûkên wî.

Ebdulhekîm Muhemed
Tirbespî, 2018

Navê pirtûkê: Roşna
Hejmara rûpelan:96
Çapa yekem:2018
Zimanê Pirtûkê: Kurmançî
Lêveger û derhênan:Ebdulhekîm Muhemed

Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.




Ebdussemed Mehmûd-Bavê Helbest-Roşna Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 10, 2018 Rating: 5 Ebdussemed Mehmûd-Bavê Helbest-Roşna Mirov di hest û nestên xwe de bê çare ye, di sawîran de melevaniyê dike, bi hêviyan re diley...

ليست هناك تعليقات: