M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 10 ديسمبر 2018

M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder


M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder



Seydayê M. Emîn Sadûn, berî bikeve di zîndan û girtîgehê de, li ser xebata xwe ya siyasî û rewşenbîrî, reşnivîsa (Hizir û Ramanên veder) ji min re şandibû, lê ji ber ku heyamekî dirêj ma di girtîgehê de, hindekî çapkirina vê pertûkê li paş ket, û tevlî ku Seydayê M. Emîn Sadûn pêdivî nîne bidim nasîn ji ber ku ew kesayetiyeke navdar û berniyas e, û xudan xebat û kedeke mezin e, nemaze di warê zimanê kurdî de, lê dibe ku gelek jî wî nas nakin ji ber ku gelek nivîskarên kurd navên nehînî ji ber sitem û zordariya rijêma Sûriyê li ser gelê kurd û nemaze li ser siyasetmedar û nivîskaran, navên nehînî dinivîsandin û navê seyda M. Emîn di gelek nivîsên xwe de bi navê M.Emîn û Diyar Ehmed û M.Emîn koçerî hatiye... M. Emîn Sadûn, tevlî ku em wek du malbat her li ser dewra bav û bapîrên me, dost û xizim û nasên hev in, lê min ew li Şamê di salên nutan de li dema xwendevan li zanîngeha endezyariyê nas kir, wek xwendevanekî çalak û behsa wî bi qehremanî û bi helwestên kurdînî dihat kirin nemaze li zanîngehê û di kongirê yekîtiya xwendevanan de ku rolek wî yê giring ê çavnetirs hebû di şirovekirina doza kurdî û şermezarkirina siyasetên rijêmê yên dijî gelê kurd de, nemaze derbarê pirojeya zinara erebî û serjimêriya regezperistî ya li parêzgeha Hisîça çêbûyî li ser destê desthilata Şamê ji bo standina nasnameya Sûrî ji hezaran malbatên kurd ku malbata mam Reşîd jî yek ji wan malbatan bû yên bêpar ji nasnameya sûrî. Lê nasîbûna min ligel seyda M.Emîn zêdetir bû li dema vegera bajarê Dêrikê û rabû ligel çend nivîskarên deverê bi girêdana kor û simînarên edebî û rewşenbîrî û damezrandina komele û girûpên rewşenbîrî û çalakiyên rewşenbîrî wek mihrecana helbesta kurdî û çîrokê, ku roleke wî ya sereke hebû di xebat û çalakiyên rewşenbîrî yên cuda cuda de, tevlî xebata wî ya siyasî ya nekêmtir ji ya rewşenbîrî, herwiha ji ber rola wî
ya mezin rastî gelek astengî û arîşeyan hat û ji karê xwe yê fermî wek endezyar hat dûrkirin û rûbirû gefên dezgehê ewlekariya rijêmê bû, lê ev yek nebû kosp û kelem li pêşiya kar û xebata wî, berovajî ku xebata xwe zêdetir kir û ber bi astekî bilindtir bir heta wê radeyê ku roleke wî ya giring hebû di damezrandina yekemîn Yekîtiya Nivîkarên kurd li sala (2013)an û paşê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bû endamê desteya rêveber û nivîs û gotar di gelek kovar, malper û rojnameyên kurdî de belav kirine û li sala (2012)an û bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê û bi piştgiriyeke taybetî ji têkoşerê zîndankirî Behzad Dorsin, rabû bi damezrandina peymangeha Bedirxan a zimanê kurdî li bajarê Dêrikê, wek yekem peymangeheke nemûneyî li sala (2012) an, ya fêrkirina zimanê kurdî li ser astê deverê bi taybetî û li ser astê kurdistana Sûriyê bi giştî, û herwiha ji bo timamkirina pirojeyê fêrkirina zimanê kurdî rabû bi dirustkirina pertûkxaneyeke kurdî bi navê "pertûkxaneya Barzanîyê nemir", tevlî beşdarîkirina çendîn kongirên rewşenbîrî li Dihok û Hewlêrê... Hêjayê gotinê ye bêjim: ku M. Emîn Reşîd Sadûn, xelkê gundê Giresor e yê ser bi devera Dêrika Hemko ye, jidayîkbûyî sala (1967) ye, derçûyî zanîngeha Şamê kolîja endezariyê ye, û herwiha ya pêtiviye amaje bi wê yekê bikim ku xelkê gundê Giresor wek tevaya gundên sînorî yên li ser sînorê kurdistana başûr, ked û xebatek wan a giring heye di şoreşa Berzaniyê nemir de, nemaze ku mam Reşîd xebateke mezin di vî alî de ji bo kurdayetiyê û pêşmergeyên kurdistanê heye û xelkê deverê vê tiştî wek erkekî netewî dibînin û pê serbilind in, lewra dikarim bêjim ku ev leheng ji pişta wî lehengî ye... Li dawiyê destxweşiyê li mamoste dikim û hêviya serkeftinê bo dixwazim.. Ebdulezîz Mela Qasim Elmaniya 09 adara 2018 ê Z




M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 10, 2018 Rating: 5 M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder Seydayê M. Emîn Sadûn, berî bikeve di zîndan û girtîgehê de, li ser xebata xwe ya siyasî ...

ليست هناك تعليقات: