XASÊ Û CİMO. Kaniya Dapire - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 5 مايو 2023

XASÊ Û CİMO. Kaniya Dapire

XASÊ Û CİMO. Kaniya Dapire   

 Xasê dayika Cimo li gundeki di bin  qûntara çîya ki asê da, di bin xanîyekî du çavî de dijîyan. Xanî li ser zevîyekî  mezin,  bibîn û bereket bû. Li dora zevîyê sêv, gûz û darên hermîyan hebûn.

Debara xwe bi zêvîyê dikirin. Çar pênc jî dewarê xwe hebûn.

Xasê ji Cimo re hem dê hem jî bav bû. Cimo di zanko ya hiqûq ê pola 5 da bû. Havînan dihat alîkarîya dayika xwe dikir. Di demên din da jî serê xwe ji ser kîteban ranedikir. Tu dibê jî qey di dinya yek din da dijya.  Vî halê Cimo, Xasê bi fikar dikir. Dewr ne dewrek baş bû.

Her roj, çîya bi dengê top û tankan dilerizyan. Dengê balafirên şer erd û esman qîş dikirin.

Xasê diçû cem Cimik ê dil ê xwe, serî dida ser çokên xwe û mist dida. Digot : Hêvîya min tu yî. Ez te bi zewicînim, ocaxê bavê xwe gur bike. Cimo bi dizika digîrîya, hêstrên çavê xwe bi Xasê nîşan nedida.

Êdî payîz bû, ewrên tarî ser gund û çîyan girtibû, lûtke yên çîyan wekî bûka teze, bi berfa spî xemîlîya bû. Yadê sibê zû rabû çû mange/çêlekên xwe dûtin, zikê wan têr kir, şîrê xwe anî da ser ocêx. Li alîyê din jî taştî ya sibê  hazir kir, li benda Cimik ê xwe bû, lê derng bû  Cimik nehat.  Merex kir çû derî yê ode yê vekir; Cimo tunebû, Vir de wê de lê gerîya,tu dibê qey erd û esman Cimo daqultandin e. Agir bi dil û kezabê ket. hema şîrê xwe danî, vir da wê da qilqilî xwe di nav gund de dît, bi kesî bawer nedikir, dewrek xirab bû, kî dost, kî dijmi kıne, ne dîyar bû.

Xasê wekî dîn û har bû, Bi rê û dirban ket, ji bazirganan pirsîya kesî nedıtibû. Êdî hewa sar bû berfa sipî wekî çîyan deyşt jî dagir kiribû.

Xewê çavê Xasê ne digirt, roj bi roj dihelîya. Digot :

Dayê dayê , porkurê rebenê

Li iser rê û dirban,

ji bazirgan û xerîban dipirsim

Ji Cimikê min xeber nayê.

Çem û çîya gerîyam

Dost, neyar ne got pirsîyam

Nizam sêwîyê min li ku ma yê

Xasê dît  yêkî rûsipî û rûdirêj xaftilde li ber wê sekinî. Çav lê beq bûn, ji kalê pirsî; tu kî yî ? " Kalê got e ; ez rihstime, lê hin kes ji min re malkemot, hin kes jî dibêjin Ezraîl. Xasê wekî bû şêr û xwe avit ser rihsitî, destê xwe wekî lepên şêr kir gewrîya wî, bi  hemû awaza xwe qîrîya. ji ber dengê wê  erd û ezman lerizyan. Hemû dirandayên şevê  revîyan hindik ketin qulikên xwe yê ting û tarî, hindikan jî berê xwe dan çîyan.  Xasê gote : "Ka bibêje te rihê berxê min girt ?Malkemot got : " Qet merex neke,  Cimo li dû evîna xwe ye,emrê wî pir dirêj e. Xasê destên xwe ji pêsîra Ezraîl berda hat xwe. Dît kû li ser lûtke yê çîya kî herî bilind e.  Xasê got : Te mizigînekî pir xêrû xweş  da min,. Êdî  rihê min jî bigre. Du fêrîşte ketin bin çengê Xasê, girtin nav xwe û bi ber hewa ra firîyan û çûn. Xasê bi hesrata Cimo ketibû rê ya jêveneger.

Ji Kanîya dilê min. 



XASÊ Û CİMO. Kaniya Dapire Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 05, 2023 Rating: 5 XASÊ Û CİMO.  Kaniya Dapire     Xasê dayika Cimo li gundeki di bin  qûntara çîya ki asê da, di bin xanîyekî du çavî de dijîyan. Xanî...

ليست هناك تعليقات: