Salnameya Kuçberiyê-Zehra Ehmed - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 5 مايو 2023

Salnameya Kuçberiyê-Zehra Ehmed

Salnameya Kuçberiyê-Zehra Ehmed


     Di tûrê wî de, wêranên bajarê wî, destek ax, simbileke şewitî û ezmanê xeman bûn.

Di bin dengê guleyan de, henaseya xwe di destên şevê de veşart, li ser riya dûr û dijwar, gavên êşê dijimartin.

Li ser sînorê bêhişiyê, û berî ku heyv çîroka xwe bidawî bike, gavên wî di bahozeke xemgîniyê de bê war man.

Bê dîwar, di konê xwe yê sar de, si`eta diya xwe daleqand da ku salên şer di wê salnameya birîndar de bijimêre..!!

Çîrokên bê Dawî

Li wî warê dûr, di şevine sibatê de, germahiya çîrokên dayika xwe hembêz dike.

Pala xwe da ser dîwana xwe, ya ku hîn bi dawî nehatiya, bi xemgînî helbestên wê dixwîne.

Li ser destê şevê buxçika bîranînan bi cih dike, peyv bi peyv, çîrokên bê dawî dixwîne.

Stiranên dayika wî, sînorên zarokatiyê derba skir û di canê wî de jiyaneke bi hêvî dirîse.

Helbesta wî ya dawî, hîn nehatiye nivîsandin, pel bi pel jê diweşiyan, tenê pela ku navê dayika wî li ser, bêdengî, li ber xwe dide.

Hîn şewqa simbilan di nava rûpelên dîwana wî de, nexşeya vegerê di canê wî de hilat.

Dîwana wî, hîn bi dawî ne hatiye...!!! 

Salnameya Kuçberiyê-Zehra Ehmed Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 05, 2023 Rating: 5 Salnameya Kuçberiyê-Zehra Ehmed      Di tûrê wî de, wêranên bajarê wî, destek ax, simbileke şewitî û ezmanê xeman bûn. Di bin dengê gule...

ليست هناك تعليقات: