Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 4 مايو 2023

Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest

Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest

Di heyamên berê de gelên cîhanê bi giştî dibin desthilatiya Şah an Qiralan de jiyan dikirin .

Piraniya desthilatan jî zînatkarî û zor derheqa milet de bikar tanîn. heger Şah an Qiral çi ferman bida bê dudilî ji alî gel ve dihate sepandin.

Û gel bi giştî pabendî rênmayan dibûn.

Û heger ew ferman şaşba jî hîç kekî nedwêrî bigota ew biryar şaş e û yê ku tersî rênmayên Şah rawestiya sizayê wî pirê caran serjêkirin bû ji ber wê yekê. Nivîskar,çîrokbêj, helbestvan û  behremendên gelan . nedkarîbûn rastiyê eşkere bikre bikin û ji deshilatê re bêjin tu şaşî gelo ma ji vê pê ve dikarîn ? çi bikin: wjdana wan  ev zînatkarî ji aliyê desthilatê ve ne dipejirand.

Neçar dibûn vî wêneyî li ser lawiran bêjin. Şêr herdem Şah e an Qiral e, gur û ajelên devlok ew jî artêş in, heryek li gorî tereziwa xwe.

Tevaya ajelan di çîrokê de .dibûn mîna mînindeyan wênekan.

Bi vî karî kesên behremend ,nivîskar ,derûna xwe û helwesta xwe hêsa dikirin .wek  ku yek bêje ez bi erkê xwe rabûm. Û ji nifşên paşerojê re bêje min rastî ji we re got bi giştî wêjeya gelan li ser dewlemendî û hebûna jîngehê ava dibe.       

Diyar e ku toreya kurdî pir dewlemend e bi pend ,şîret ,metelok ,çîrok û çîvanokan evsane û destanan lê ev nayê wateya ku gelên dî jî toreya wan tuneye ye, bêguman gel tev xwedî dîrok û wêje ne.

Lê me bivê nevê tevde ne wek hev in di vê derbarê de em ê hinekî li ser gelên ku bi kurdan re dijîn û hevaxên hev in û çawa pir mînak û pendên wan hevşanên hev in hin ji hev birine û hin jî taybetin wek em bêjin.

Kurd dibêjin: Giya tê li kokê, berx tê li makokê.Ereb dibêjin,

    .كل حشيش على عرجه   

Ku li ser giyayê  çolê tê sepandin,Lê ya kurdî bêhtir berfereh e li ser keç û kur û şînkahiyê bigiştî ye, Ereb dibêjin.

يستقبل الرجل في ثيابه و يودع في حديثه          

Kurd dibêjin: Biner li mirûs nener li mikûs anku mirovan bi berhemên wan binirxînin ne bi cil û bergên wan.

Turk dibêjin: Açin kurini doyar ama guzu duymaz

Kurd dibêjin : zik têr e lê çav birçî ye.

Turk dibêjin: Kiz qereçî xatûn olmaz.

Kurd dibêjin : Qûna hînbûyî tirra bûbe naçî ser berra? lê çima hinek ji kurdan dibêjin! Ereb û Turkan jî beşekê berçav ji toreya kurdî birin mîna: Pend ,stran , dûrik û muzîk ji xwe re birine  an ku talan kirine  gotin : Ev ji toreya me ya rast e . Ku Kurd dibêjin : Dibêjin sînorê xurtan tune ye ji ber kesê xurt kevirê xwe li kuderê dane ew dever dibe sînor. Lewra Ereb dibêjin

القوي ياكل المستوي   

Ev her du gelên ku ji biyabanê hatin, wek Turk û Ereban, Kurdistan dagîrkirin.

Gelo çima   em dibêjin toreya me dewlemend e? Diyar e ku canewer bi giştî mirov, ajel, balinde tevde girêdayî ne bi jîngehê ve, jîngeh û surişt reng û dengê wan destnîşan dike, û dewlemend dike, yan xizan dike, pir balkêş e ku xwezaya Kurdistanê zemgîn e bi çem, çiya, daristan, zozan, deşt, gelî û şaxan co û cobarên xwa dar û deviyan kevir, û şikêran, lat û zinaran.

Lawirên kovî û ajelan jîngeha cihêreng û çar demsalên taybet. weke: nimûne bêhtir ji çar navên kevir hene.

Wek: Kevir pelek ew hinekî ji kevir mezintir e.

Kuç nehît, û hîm ev cûreyên kevir her yek ji yê din mezintir e.

Lê dar bixwe ew jî pir navan li xwe digire.Wek em bêjin:Kok, qurm, gulî, şax, serşax, xunce, gul mêwe û pel.

Ew nav tevde toreyê dewlemend dikin.

Û divê em ji bîr nekin ku gul, kulîlk zozan û evsaneyan jî dafirînîn wek: Hûtê heft serî, reşkê şevê, pîrebok, mêrê janê û teyra sîmir.

Ku her yek ji van gelek çîrok û efsaneyan li xwe digir e.

Belê ne tenê çîrok û evsane afirandin dûrik û dîlok, stran jî afirandin. Mûzîkjen û bilûrvanan jî bi erkê xwe rabûn û li sazê dan ku semakaran jî semaya cihêreng kirin. Çawa em dibînin ku bi dehan cûreyên semayê li nava kurdan hene. Ev tevde bi saya dewlemendî ya jîngeh û suriştê ye. Rastî herdem tê gotin ku vê suriştê û xaknîgariya kurdistanê mêrxasî jî diyarî mêr û jinan kir.

Çawa dîroknasên biyanî wek: Mînoriskî, Gizînfon û îskenderê mekdonî. Kurd bi lehengên rojhilat dane nasîn.

Lê dibêjin çerxa gerdûnê bi ger e geh li jor e geh li jêr e û heger ne ji hêvî û omîdan ba wê mirovan jiyana xwe bi kul û derdan ji dest bidana pêwîst e ku mirov geşbîn be û di paşerojeka xweş de birame ji moral neke ve



 

 




Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2023 Rating: 5 Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest Di heyamên berê de gelên cîhanê bi giştî dibin desthilatiya Şah an Qiralan de jiyan dikirin . Pira...

ليست هناك تعليقات: