ERDHEJ Û ENCAMÊN METIRSÎDAR - LUQMAN YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 4 مايو 2023

ERDHEJ Û ENCAMÊN METIRSÎDAR - LUQMAN YÛSIF

ERDHEJ Û ENCAMÊN METIRSÎDAR -LUQMAN YÛSIF

Dîrok di seranseriya xwe de ji êş  û azaran,wêranbûn,dilêşî û ji  hemî cûreyên kerasetan xalî ne bûye.Keraset bê hijmarin û gelek ji yên hatine rûdan di mêjiyê mirovan de mane û bi devkî hatine veguhestin,û gelek jî hatine tomarkirin û di bûneyên guncaw de têe xwendin.                                                

Keraset cûr be cûr in.Hin bi destên mirovan hatine rûdan;mîna cengan,kuştar,talankirin,koçberkirin,qirkirin û …Hwd.                   

Kerasetên sirûştî û ew jî renge reng in mîna: Erdhej ,lehî, volkan ,bahoz û …Hwd.                                                                                     

Keraset sirûştîbe yan jî bi destê mirovan be dimîne keraset û bi neyînî bandora xwe li rewşa derûnî ya her kesî dike,û aramî ta demek dirêj jê re dibe xewn û metirsî pê re dibe heval.                

Ji destpêka dîrokê ve hedanî û aramiya berdewam peyda ne bûye,lê  di serdema îro de gelek balkêş bûye û ew jî li şehristaniyê û zêdebûna nişteciyan vedgere, her weha li alazên xirabî li gel mirovan.                                                                           

Ji bo babet tevlî hev ne bin û em û hiş û bîr ber bi keasetên pir hijmar ve ne çin,pêwîste li ser bûyera dawî ku bi nave erdheja serdemê hate bi navkirin bê rawstandin û encamên wêrankirinê wê bêne berçavkirin.                                                                          

Di rasteqîniyê de erdhej ji hemî buyer û kerasetên dî tê cidakirin ji ber encamên wê gelek ciyawaz in.                                               

 Heger em erdhejê bidin ber,ceng,lehî, volkan,û hemî cûreyên kerasetî wê gelek cudahî di navbera wan e hebe,ji ber hemi keraset bi dema xwe didomin û encamp jî bi gelek kêmtirin ji yên erdhejê.                                                                                           

Erdhej di piraniyên xwe de demeke pir kin didome(Çend çirk,yan çend xulek),lê encamên wê pir dijwarin û her tiştî bê ser û ber dike.                                                                                      

Di erdheja ku li bakurê Sûrya û başûrê Turkiya ku gelek bajar û gundên Kurdistanê jî dane ber xwe(Cindêris,Efrîn,Diyrbekir Melatya û… HD),keraset û têkçûn gelek giranbûn û encamên wê yên neyênî wê di paşerojê de berdewambikin û bandor jî wê bi mixabinî bête bibîranîn.                                                                       

Erdheja 6ê meha reşemehê ya sala 2023 an û ji ber xurtbûn û hêza wê ya bê hempa (7,5)li gorî pîvana Rêxter deh wilayet li bakur û çar li başûr dane ber xwe û di encamê de bi hizaran avahî ruxandin û bihtir ji 50000 kuştî û bi milyonan birîndar û widayên di bin kavlan de.Ev ji bilî têkçûnên darayî û reva bi milyonan ji warên xwe,û ya herî giran û mestir encamên ku bandora neyînî li ser rewşa derûnî ya qurbaniyan kir û wê di iş û bîran de bimîne ta hebin li jiyanê,her weha nexweşiyên wê ji bihna kelaşan belavbin û dibe ku hijmara pêketiyan ji ya qurbaiyên erdhejê bihtir bibin!.                                                        

Erdheja dawî  wê gelek encamên ne pêşbînîkirî bîne holê û ne seyre ku hebûna hin welatan ji kokê rake û tenê bimînin di bîrdanka dîrokê de. 


       

   

ERDHEJ Û ENCAMÊN METIRSÎDAR - LUQMAN YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2023 Rating: 5 ERDHEJ Û ENCAMÊN METIRSÎDAR  - LUQMAN YÛSIF Dîrok di seranseriya xwe de ji êş  û azaran,wêranbûn,dilêşî û ji  hemî cûreyên kerasetan xalî...

ليست هناك تعليقات: