Peyama Gohar Xan ji bo Civîna bajarê "Bochum" - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 8 يناير 2023

Peyama Gohar Xan ji bo Civîna bajarê "Bochum"

 Peyama Gohar Xan ji bo Civîna bajarê "Bochum"







Li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, civînek berfireh li roja 7'ê Kanûna paşîn (17'ê Befirbaran 2722) ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên nivîskarên kurd li welatên penaberiyê, û Gohar bi rêya nameyekê beşdarî civînê bû ji ber amadebûna wê di konferansekê taybet de yê Civaka Êzidiyan li Ewropa bo damezrandina (Civateke bilind ya Êzidiyan).

Ev e deqê Peyamê ye:

Dîroka wêja ya me kurdî kevnar û dewlemende ne tenê nav miletê me, usa jî nav wêje ya cîhanê de nas û dewlemende. Îro roj bi roj zêde dibin helbestvan, rojnamevan û nivîskarên her rengî, her mijara ve, lê gelo çiqas baş û rastin nivîsa wan ? Nav hemî cîhanê de heye kanonên rastanivîsa her beşên wêje de. Mesele bo helbesta girînge hesevên kîta nav hevokên wan, dibê weta ya helbesta girîng û xweşik be, dewlemendiya gotinên wan tev peyvên wan. Usa jî rastanivîsa romana û rojnamevana heye, bi sîstêma û rastanivîsa beşên wan ve. Gora fikirên min: bo her nivîsar nirxandina rexnegera hebe, bo serrastkirina şaşî yên nivîskarên me, bo serkeftina wêja ya kurdî baştire. Îro gelek xelatên me hene bo pesne û xelatkirina nivîskarên me, bin navê helbestvanên navûdeng, lê kes nizane kîj xelet bo kîj asta serkeftina wî/wê nivîskarên me tê xelatkirin. Dibê nav wêja ya kurdî jî asta  xelatkirinê hebe, piştî nirxandin û rexnegera bê hilbijartin navê wan nivîskarên serkeftî, milet ve hizkirî. Îro gelek dibistanên zimanê kurdî hene, lê hê jî gelek şaşî yên gramatîka rastanivîsa kurdî pirin nav helbesta, nav nivîsa her rengî de mixabin. Hîvîdarim Yekîtiya Nivîskarên me kar û xebatên xwe, sêmînara ve ser van pirsgirêkên me avakin. Çawa mezinên me digotin- bo her nexweşî melhem jî heye, ger pey bigerin. Serkeftina wêja ya kurdî barê her andamên Yekîtiya Nivîskarên me yên her perçên Kurdistana meye, taybetî bi hevgirtina. Dibê em wêja ya xwe kevnar nav Diaspora de jî bi rengek baş bidin naskirin, bi welgerên rast, lê mixabin ev kar û xebatên nivîskarên me jî cêh nirxandin û rexnegera e. Daxweza welger têrê nake bo welgerên zimanê beyanî ser kurdî an ji zimanê kurdî ser zimanên beyanî. Her çiqas em xwe baş bidin naskirin, ewqas jî emê rêzgirtina wan zêde bistînin. Miletê me ne yê berê e, serkeftina me heye, lê hê jî gelek kar û xebatên me pêwîste bo miletê me bi çevek baştir binhêrin û hê zêde rêz bidin. Rêz û silavên taybet bo we rêzdaran. Lêborîn dixwezim ku ez zindî beşdar nebûm ev sêmînarê de.


Peyama Gohar Xan ji bo Civîna bajarê "Bochum" Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 08, 2023 Rating: 5  Peyama Gohar Xan ji bo Civîna bajarê "Bochum" Li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, civînek berfire...

ليست هناك تعليقات: