Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê radigehînin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 8 يناير 2023

Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê radigehînin

Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê radigehînin


Daxuyanî

Îro rêkeftî 07.01.2023an û li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropayê û bi amadebûna hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Nivîskarên kurd yên li welatên penaberiyê û dîtina rêyên çareserkirina wan civîneke berfireh li welatê Elmaniya bajarê (Bouchm) hat lidarxistin, piştî gotûbêjkirina çend mijarên giring yên girêdayî rewşa çand û ziman û edebiyata kurdî li welatên penaberiyê, têde jî rewşa îro ya li Rojhelatê Kurdistanê hate rojevê û beşdarbûyan piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê ragihandin û bi taybetî binçavkirina nivîskar û wanebêjên zimanê kurdî şermezar kirin, herwisa bi tundî lidarxistina salyada kuştina Qasim Sulmaniyê terorîst li Herêma Kurdistanê li 06.01.2023an, û beşdariya hejmarek ji berpirên aliyên siyasî hate şermezar kirin.

- Hejmarek ji Nivîskarên serbixwe, Rewşenbîr û Siyasetmedarên kurd li Elmaniya û Holanda

- Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa.

Bochum 07.01.2023 



Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê radigehînin Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 08, 2023 Rating: 5 Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê radigehînin Daxuyanî Îro rêkeftî 07.01.2023an û li ser vexwendina ...

ليست هناك تعليقات: