BIÇÛKIRIN Û MEZINKIRIN DI ZIMANÊ KURDÎ DE - LUQMAN YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 1 يناير 2023

BIÇÛKIRIN Û MEZINKIRIN DI ZIMANÊ KURDÎ DE - LUQMAN YÛSIF

BIÇÛKIRIN Û MEZINKIRIN DI ZIMANÊ KURDÎ DE                    








LUQMAN YÛSIF  

Kovara Pênûsa Azad-Hijmara13ê                

Her miletek, her civakek, yan jî her zimanek cudahiyek wî di hin babetan de heye, nemaze ku xwedî dîrokek kevnar be, û bi pêvajoya demê re û li gorî rewşên dîrokî, cografî û mirovahî, têgeh û derbirîn hûnandine.

Zimanê Kurdî jî yê ku ji zimanên herî kevnar tê hilbijartin, û bi ser hemî ceng û êrîşên di seranserê dîrokê de li dijî hatine bikaranîn ,evî zimanî dikarîbû ne tenê xwe biparêze,  lêbelê dikarîbû xwe bipêşbixe û di nava hemî zimanên zindî de xwe dupat bike û bimîne stûna herî sereke ji hebûna netewa Kurd re.

Ji ber mijara axaftina li ser ziman gelek berfereh e, ji neçarî yek dikare ronahiyê bavêje ser hin babetan, ji wn babetan :

1-Biçûkirin û mezinkirina di hin waran de

A-Di warê civakî de (Wek mînak)weha tê bikaranîn:

Keç-------------Keçik

Kur-------------Kurik

Mêr-----------Mêrik

Jin-------------Jinik  

Dapîr-------Dapîrk

Xezûr---------Xezûrk

B-Di warê sirûştî de                                                      

Çem---------Çemik

Dar-------Darik

Gul-------Gulik

Şax--------Şaxik

Pel--------Pelik

Av     -----Avik

Ax   ------Axik

Gir-------Girik

Ç-Di warê rengan de:

Sipî  ------Sipîk

Zer    -----Zerik

Sor--------Sorik

Şîn      --------Şînik

Kesk --------Keskik

Reş     -------Reşik

Gewr------Gewrik

D-Di warê ajalan û xişokan de:

Berx     -----Berxik

Kehir     ----Kehrik

Nehgon----Nehgonk

Ker        ----Kerik

Hesp-----Hespik

Se       -----Sekik

Mar    -----Marik

Kurim-----Kurmik

Rovî   ------Rovîk

Mih    -----Mihik

Şêr      -----Şêrik

Mêş-----Mêşik 

Pêşî--------pêşîk

E-Di warê rengdêrî de:

Kin-----Kinik

Dirêj-----Dirêjik

Lal----Lalik

Kor----Korik

Xort---Xortik

Can---Canik

Rind---Rindik

Zirav-----ziravik

Ê-Di warê endam û alavan de:

Dest—Destik

Ling---Lingik

Çav----Çavik

Tilî-----Tilîk

Çeng----Çengik

Rehin---Rehnik

Bêr----Bêrik

Kêr----Kêrik

Misîn----Misînk

Ev nimûneyên hatin destnîşankirin, yan jî hilbijartin sebaretî zimanê Kurdî, ew mîna dilopekê ne ji deryayê, lê giringiya wan ji ziman re gelek balkêşe û zimanê me hêja ye em xwe di ber de rawestînin û ronahiyê bidin naverok û cudahiya wî bi armanca tekezkirina ku zimanê kurdî gelek dewlemende û wê bimîne zindî li kêleka zimanên navdar


                          

 

 

 


BIÇÛKIRIN Û MEZINKIRIN DI ZIMANÊ KURDÎ DE - LUQMAN YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 01, 2023 Rating: 5 BIÇÛKIRIN Û MEZINKIRIN DI ZIMANÊ KURDÎ DE                       LUQMAN YÛSIF    Kova...

ليست هناك تعليقات: