Alaya Kurdî -Miş'elê Osman - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 17 ديسمبر 2022

Alaya Kurdî -Miş'elê Osman

Alaya Kurdî -Miş'elê Osman




 





Her welatek alayek heye ku wî ji yên din cuda dike, û ew al desthilatdariya dewletê nîşan dide, û hem jî bi rengên xwe sembola mijarên taybet ên dîrok û baweriyên gel nîşan dide .

Gelê Kurd jî di dirêjahiya dîrokê de, gelek dewlet û mîrnişînên serbixwe ava kirine û hinekan ji wan al û alayên ku taybetmendiya xwe nîşan didin hilgirtine.

Ev al çîroka welatekî ye ku dîroka wê bi xwîna bav û kalan li ser zinaran hatiye xêzkirin

Ji destpêka sedsala bîstan ve ala Kurdistanê bûye sembola şanaziya neteweyî ya mezin a kurdan li Iraq, Îran, Sûriyê, Tirkiyê û hemû cîhanê.Dîroka alaya kurdî

Alaya kurdî  yekem car hatiye çêkirin ji aliyê “Komela Civakî ya Kurd” ve li Stenbolê di sala1920an de.

 ku ji aliyê ( Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî, Mewlana Zade Rif'et, Mistefa Paşa Yamolkî). Û di hin jêderan de (mîr Elî, Cewdet Bedraxan, Kamîran Bedraxan, Ekrem Cemîl Paşa).

Reng û remzên wê ev bûn: Rengê sor li jor, spî di navîn de, û rok li ser, û kesk li jêr.

Di sala 1927an de, ew ala ji aliyê Komela (Xoybûn) ve hat pejirandin û di şoreşa general Îhsan Nûrî Paşa de li jor Çiyayê Araratê hat bilindkirin.

 

Mîr Celadet Bedraxan di sala 1932an de, ala Kurdistanê bi heman reng û sembolan li ser bergê kovara  (Hawar) jimara (11) danî û kurte helbestek li ser  pesindana wê nivîsand :

Ala Kurda

Ji serî heta binî..

Sor, spî û kesk..

Di nîvê wê de roj dibiriqe..

Di sala 1946an de Komara Mehabadê ew ala bi reng û sembolên xwe pejirand, lê li ser her du aliyên rokê du sumbilên genim çêkirin û li pişt wê wêneyê çiyayan danîn.

Û li dor wê ((Dewleta Komara Kurdistanê)) nivîsîn.

Hêjaye gotinê ku Fatma Şahîn Es'ed alaya komara Mehabadê dirût.

Dipêre nemir Qadî Mihemed diyariya herî giranbuha “ala Kurdistanê” pêşkêşî Barzanîyê nemir kir da ku pîroziya wê biparêze.

Ala Kurdî..Ala Şoreşên Barzanî û Serhildanên Kurdî ji bo azadiya gelê Kurd û mafên wî yên netewî yên rewa.

Şirovekirina rengên ala kurdistanê

- Rengê sor li jor alê Sembola têkoşîna bi xwîn a Kurdistanê ye.

- Rengê spî di nîvê alê de sembola baweriya gelê Kurdistanê bi aştiyê ye.   - Rengê kesk li jêr alê sembola bedewiya xwezaya Kurdistanê, û bereketa axa wê ye.

- Roj û hejmara 21 tîrêjan,

Di sala 1998 de, profîsor Mehrdad Izady û Bêjan Ilyasî dîzaynek ji bo Alaya neteweyî ya Kurdistanê ya nûjen li gorî standardên ala navneteweyî, weke belgeyekê amade kirin .

Di ola Mîtra de ola êzdiyan ola resen a gelê kurd e , roj sembola xwedayê rojê (Mîtra) ye.

Alîgirên ola êzdanî di wê baweriyê de ne ku dema ducaniyê ya hemû kesayetiyên pîroz ên olî yên êzdanî tenê 21 roj e. Her wiha di baweriya Yezdanî de piştî roja 21’ê ruhê mirovekî mirî bi vejîna giyan derbasî laşê mirovekî din dibe.

Ji ber vê yekê, Profesor Mehrdad Izadî (21) tîrêj li ser ala Kurdistanê bikaraniye, wekî sembola jidayikbûna neteweya kurd û ji nû ve zayîna nasname, û şaristaniya wî.

Ji ber vê yekê, tîrêjên bîst û yekê yên tava ala kurdistanê, tu têkiliya wê bi Newrozê û dîroka zayînê re tune ye.

- Di sala 1999’an de ew ji hêla Navenda alayan ya Navneteweyî biryar li ser dan.

Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê ev modela alê weke ala fermî ya Kurdistanê pejirand.

-  -  Di sala 2009’an de Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê biryar da ku her sal roja 17’ê Kanûna pêşîn bibe roja Alaya Neteweyî ya Kurdistanê.

 

Jêder:

Enstûtya kurdî li Parîs.

D.Mihdî Kakeyî.




 

 ‏

   

Alaya Kurdî -Miş'elê Osman Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 17, 2022 Rating: 5 Alaya Kurdî  - Miş'elê Osman   Her welatek alayek heye ku wî ji yên din cuda dike, û ew al desthilatdariya dewletê nîşan dide, û hem...

هناك تعليق واحد: