Hevpeyvînek li gel Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn ) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 7 سبتمبر 2022

Hevpeyvînek li gel Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn )

Hevpeyvînek  li gel Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn )

 Pênûsa Azad -Hijmara12`an

Çavpêketin û amadekirin:

Miş'elê Osman (bavê Nisrîn)

Ibrahîm ê Ebdî (bavê Şêrîn)

                 

Mamosta, xwezî tu xwe bide nasîn ji xwendevanan Kovara Pênûsa Azad re bi rengekî berfireh.

Ez Mehmûdê Sebrî me , kurê cotkarekî me ,di sala 1937 an de hatime cihanê , li gundê(Çetelê) ê ku dikeve rojavayî bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana rojava.

Piştî ez gulxekî bûm em çûn gundê (Melek) li wir em bicîbûn.

Li destpêka zarokiya xwe tu fêrî xwendina olî bûyî gelo tu dikare hinekî li ser vê qunaxê baxive….?

çaxa ez zarok bûm dibistan li hawir me tune bûn , bi heft gundan dibistanek bi tenê li gundê(Qermanê)hebû , bavê min xwest ez bixwînim , ez danîm ber mela , mi Qur`an xwend , di pêre em bi zanîna oldarî û ya zimanê erebî di ola islamî de -hîn bûn ji melayên kurd .kurê muxtarê gundê me Mihemed Salihê Seîd Efendî ez hînî girtina xameyê û nivîsandinê kirim , ji bextê reş re bi êşazirav ket ,û çû Libnanê . piştî wî min navê mela Ebdulayê Qertmînî bihîst ,lewra ez çûme cem wî da ku ez bixwînim , min gelek qezenc ji wî kir , ji ber ku melakî zana û pir jîr bû, û du sal û nîva ez li cem wî mam .

Piştî perwerdeya olî te berê xwe da dibistana fermî tu dikare hinekî li ser vê qunaxê jî baxivê?

Di sala 1960 î   de melayê min Ebdulayê Qertmînî şand pey min , got: li Til Me`rûf malbata şêx Ehmed dibistanek vekirye. wer da ku tu têde bixwîne.Tevlî ku ez xwedî zarok bûm , bi kêfxweşî ez çûm , û ji şagirtan ez hinkî fêrî zimanê Ingilîzî û birkariyê(Riyadiyat) bûm , di wê çaxê de sînema Amûdê hat şewitandin , em xort bûn , xwîna me germ bû , me civînek li ser çê kir , şêx Izeddîn bihîst , ji me xeyidî , bi rastî ez bibêjim wî em ne qewirandin , lê gihandin me ku ew nikarin navê me rakin li ser navê dibistanê , û bi encamê em hatin qewirandin .

 Di sala 1961 ê min bawernameya (navîn) wergirt , di pêre ez bûm mamostayê zarokan li nêzîka bajarê DêraZorê , mi pola deh û yazda jî xwend, navê wê dikirin (ixtibar temhîdî) .

Di sala 1965 an de min bekelorya wergirt .

di pêre min (daril muelimîn) jî xwend.

Kengî te bidest xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kir?

Di sala 1970 ê de min bawernameya hiqûq wergirt , ji zankoya Şamê.di pêre em ketin karê konevanî , û dest hilata Sûrî em dûrî karê me xistin.

Di sala 1984 an de govara Xunav derket , min pişdariyek xurt tê de kir.

 

Di jiyna xwe ya torevanî de tu bêtir bi kê daxbar bû ye?

 

melayê Cizîrî yekemîn kanî û bijareya toreya kurdî ye ,mi ji dîwana Cizîrî û (eleqducewherî) ya Zivingî , sûd ji bêjeyan kir, ne serê sedî sed ,lê ji  şirovekirina Zivingî  sûd hindik tir dibû ,wek jinek bedew tu rabe qerpola lêke.

şêx Ehmedê Xanî xwediyê Mem û Zînê , gelekî nav daye ,torevanekî xurte , digel ku berî Ewrupa doza neteweyî kirî ye , lê gelek qonax di navbera wî û Cizîrî de heye , di hêla torevaniyê de. û dîwanên Cegerxwîn jî mi sûd ji wan wergirt.

 

Mamosta , di heyamê te de gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd hebûn , gelo pêwendiyên te bi wan re hebûn , yek bi yek?

 

1-Cegerxwîn

 

Belê..seydayê Cegerxwîn gelek caran min ew dît..dan û sitandin di navbera me de hebûn ,lê ne xurt bûn , bi egera ramanan  , di warê konevanî de , em hinkî dûrî hevbûn.

 

2-Reşîdê kurd?

 

  Min ew jî dît , mirovekî xebatkar bû , baş dixebitî , di rêzimana kurdî de , lê pêwendiyên me bi hev re ne xurt bû , ji ber ku ew di nifşê bavê min de bû.

 

3-Osman Sebrî?

Min ew dît , û ez gelekî kêfxweş bûm gava min ew dît , gava dipeyivî bi peyva xwe ciyê xwe dadigirt , gelekî ez pê daxbarim ew jî wek Kamîran BedirXan bû , pertûka xwe dixist bin çengê xwe de , û  li gundên Cizêrê û li Şamê di taxa kurda de digeriya û xortên wek we hînî zimanê kurdî dikirin.hişk bû, û li gor hişkbûna xwe jî mêr bû .

 

4-Kamîran Bedirxan?

Celadet Bedirxan govarên (Hawar û Ronahî)derdixistin,û Kamîran BedirXan jî (Roja nû û Sitêr)derdixistin. piştî sala 1946 an ciyê wan li vir nema ,  desthilatê nema hişt ew  govarên xwe derxin ,û rojnamegirî ji wan qutbû . Celadet di sala 1951 ê de , çû dilovaniya Xwedê. .Kamîran jî çû Firansa , li wir li zanîngeha Sorbonê waneyên kurdî dida  bê pere.

5-Nûriddîn Zaza?

Min carekê ew dît , ne dihat devera me , yê ku dihat Hemîdê Derwêş bû. di karê kurdperweriyê de Hemîd bû , Nûriddîn di wê çaxê de girtî bû .

6-Qedrî Can?

Min ew nedît ,ez zaro bûm.

7-Hesen Hişyar?

Mirovekî gotina wî li rû bû , û welatparêz bû , û baş xwe westandibû di zimanê kurdî de , ciyê xwe dadigirt , lê ew di danûsitandinê de ne wek Osman bû.

8-Rewşen BedirXan?

Du sê caran me hevdû dît , û me hevdû nas jî kir , ji malek xanedan bû , mêvaniya xwe bi cî tanî , lê ew ne di warê Celadet û Kamîran de bû , zanîna wê ya kurdî qels bû , ya din jî , ez gumanim dikim  ku ew ji malek mezin bû , çavê wê bar nedibû di nav kurda de bimîne  , di nav kurda de ne di ma , li Banyas û Şamê rûdinişt ,ne wek Celadet bû ,Celadet bi hejarî û bi feqîrtî di nav kurda de digeriya û karê xwe yê konevanî û torevanî dikir.

Seyda emê têkevin warê helbestê , û bi taybetî helbesta ku li ser pêlik û kêş û rêzbendan tên ristin , gelo pêwendî di navbera pêlawaza (behra) kurdî û Erebî de heye?

Na tu pêwendên wan bi hev re tunene , raste melayên me xwendina Erebî û kurdî bi hevdû girêdidan , ji ber ola misulmaniyê , lê gava tu li koka ziman dinêre tu dibîne ku zimanê me ji girûpa zimanê Hindo-Ewrupî ye  ,

Lê zimanê Erebî Samî ye , wek Xelîlê Ferahîdî , helbestên Erebî kiriye 16 behir , ew 16 behir jî  di encam de ,  hindik dibin , ango çar birin (14 movik - 12 movik -11 movik- 8 movik).lê di helbesta kurdî de başqeye(7 movik -8movik-9 movik-10 movik-13 movik-15 movik-16 movik) tê de peyda dibin.gelek ji wan , di Erebî de tune ne.

Ya didwa di ristên Erebî de , li ser hespa , li ser çolê , li ser çêrgeha peyivine , li ser talan û şeran nivîsandine , lê ya kurdî ji wilo firehtire .ji hêla fikir û ramanê tu nikare wan bide ber hev , ji vê yekê ez dibêjim çi pêwendî ,çi girêdan , çi daxbarbûn , ne ji hêla ziman , û ne ji hêla naverokê , û ne ji hêla awa de , di navbera helbestên kurdî û helbestên Erebi de tunene bi yekcarî.lê ez dibêjim zimanê kurdî daxbare bi zimanê Farisî ji ber ku herdû ji yek girûpê ne.

 

Seyda ..helbesta nûjen tu çawa dibînî?

 

Ez dibêjim şahkarî(ibda)şahkarî ye,çi di helbesta kilasîk de be , çi di helbesta nûjen de be , û min gotarek nivîsandiye di vî warî de ,di govara Rojda de , helbesta kilasîk wek mehfûrek (tirahak) `ecemî ye destebaşe, ,eger mercên wê bi cî bên, wek entîke û gewher û elmase ,û hin helbestên kilasîk bêkêrin yên nûjen ji wan xweştir in ,wek em bêjin gelek pîrek ji zilaman çêtir in , lê zilam baş be û pîrek başbe zilam ji wê xurtir e , ez dibêjim mercê pêşîn di helbestê de şahkarî ye (ibdaa)

Helbestên Cegerxwîn ne destebaş in , wek helbestên Cizîrî û Xanî , lê Cegerxwîn di wexta xwe de , taca toreya kurdî bû .

 Nivîskarên kurd yên bi Erebî dinvîsin wek Selîm Berekat nimûne , çi nerîna te li ser wan heye?

D.Şukur Mistefa di vî warî de gotiye: (Evana nayên hejmartin ji torvanên kurd) bêguman nerîna min ne dûrî nerîna wî ye . ev ji hêlekê , ya dîtir gava nivîskarek ji kurda çêbibe ,bi Erebî binvîse ,bi inglîzî binvîse ,em pê serbilind dibin , û gava li ser milletê xwe binvîse ewjî sûdek milletê wî jê heye , dengê milletê xwe dighîne milletên din . ciwamêrekî wek Selîm Berekat , bêguman em pê serbilindin , çima guh nedaye zimanê xwe ?ev pirsyar ji wî re ye , nexasim ku ji Amûdê ye , Amûd kurdîtiyek sadeye bêqarşuxe , torevanên Amûdê û nivîskarên Amûdê ku bi zimanê xwe nenvîsin , bi min pir girane.

Mamosta ji hêla pirbûna zaravên kurdî  û hebûna koreyek zimanî tu çi dibêje?

pirbûna zaravan di nav milletan de tevan heye ,wek zimanê erebî , sed navê şêr hene , pêncî navê şûr hene , pirbûna zaravan di kurdî de dewlemendiyeke ji ziman re , lê gava ev zarav bên civandin û zimanzan têde bixebitin , zanibin kîjanî bipejirînin û hilbijêrin û bêjing bikin û têxin ferhengan , wê gavê wê sûd jê bê wergirtin . Gava hebûnek kurdî netewî çêbibe , bi hêsanî çareser dibe . mamosta Hejar Mokiryanî sê sala li cem mala Haco ma , piştre ferhengek kurmancî soranî çêkir.

Di vê dema dawî de , gelek pertûk têne weşandin , tu çi ji danerên wan re dibêjî?

Ne ji mafê mirove ku li ber xwediyê behredariyê raweste , kî dinvîse bela binvîse , lê  xort derfet li pêş wan  firehe ,gerek lezê nekin . welatên Iskendinavî nimûne temenê nivîskar nebe 61 sal berhemên xwe çap nake , ji xwere didin hev , mejyê xwe xwedî dikin , ramanên xwe xwedî dikin , dûvre dest bi çapê dikin . ji ber vê yekê em naxwazin nivîskarên me têkevin şaştiyan ,lê hinek xort hene 20 salî ne ,ew ji yê 80 salî xurtir dinvîsin.

 

Mamosta li gor em dibînin xortên me hinkî dûrî xwendina zimanê kurdî bûne , di vî warî de tu kari çi ji wan re bibêjî?

 

Berî her tiştî , ez ji wan re dibêjim xwendin pêwîste, lê tiştekî di li pêşya wê heye, jina kurd divê bixwîne , jina kurd gava nexwîne emê her wiha bin , gava diya te nexwîne , xuşka te nexwîne , xwendina te tenê ne bese , divê em her sê mafê jinê bidin wê(xwendin-karê serbixwe-ji xwedyê jinê tê xwestin ku wê hînî sincên me yên resen bike) divê em qîzê xwe bi xwendin bidin ,berî mûdêlên cila û dermana(mikyac) , ji ber ku ev qaşilkê zanînê ye , hinek hene bi navê mafê jinê , jinan dixapînin , qîz û xort , bixwînin bi çi zimanî be , bi kurdî be , bi erebî be , bi turkî be , perwerde kirina mejî ,ji perwerde kirina laş giringtire.

 

Seyda berhemên te yên ku çap bûne çi ne?

1-Nigarên kul û derdên jiyanê(helbest)1996.Z

2-Nerînek di terazû ya ristên Kurdî de(vekolîn)1997.Z

3-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem)2000.Z

4-Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.Z

5-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê duyem)2003.Z

6-Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z

7-Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z

8-Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.Z

9-Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z

10-Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest)

Mamosta Mehmûd Sebrî binavê kovara Pênûsa Azad em spasiya te dikin ku te ev derfet û demê xwe da me , hêvîdar in  Xuda jiyekî dirêj û tendirstiyek baş bide te.  



Hevpeyvînek li gel Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn ) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 07, 2022 Rating: 5 Hevpeyvînek  li gel Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn )  Pênûsa Azad -Hijmara12`an Çavpêketin û ama...

ليست هناك تعليقات: