Gir û şûnwarên kevin li herêma Cizîrê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 14 سبتمبر 2022

Gir û şûnwarên kevin li herêma Cizîrê

Gir û şûnwarên kevin li herêma Cizîrê

Muhemed Şerîf Cilînî

 Riataza

 

 1-Girê Helef an Gozana (Tel Helef), dikeve li başûrê bajarê Serê Kaniyê, kolanên şûnwarên kevin, diyar kir çend qatên şarestanî û peykerên ku dîwarên perestgehê û koşkê dixemilînin, û lê hatine dîtin qehfikên rengîn ji ferfûrî, dîroka wan vedigere hezarê pêncemîn û çaremîn beriya zayînê.

 2-Girê Fixêriyê (Tel fixêriyê), li bajarê Serê Kaniyê ye, lê gelek tişt hatine dîtin, vedigerin hezarsala sêyemîn û duyemîn beriya zayînê.

 3-Girê Bênder (Tel Beyder), bajarekî kevnare li parêzgeha Hesîça ye, dikeve li ser riya Dirbêsiyê û Hesîça, dûrî Hesîça bi (35km) ye, rûber (25) hektare.

 4-Naçar an Tel Birak, hin şûnwarnasan di gumana navê Tel Birak hatiye ji navê: Lakos Pîranî, yê di lîsta Potinger, ya nav û cihên navdar li Împaratoriya Romanan de, kolanan lê diyar kiriye şeş qatên şaristanî li ser û dû hev, û avahî mîna perestgeha çavan, koşka keya Baram Sîn, her weha jî diyarkirina ketine qehfik, peyker û muhrên lûlekî bi wateyên metolocî, hemî nîşan didin, herdu şaristaniya Hûriya û Mîtaniyan yên pêşiyên Kurdan ne (Îndo-Oropî), her weha jî nîşanên gelên êrîşê herêmê kirine, mîna Asûran (Aşûrî).

 5-Girê Ecaca an Eraban (Tel Ecaca) dikeve başûrê bajarê Hesîçe, ev gir yek ji navendên giring yê keyatiya Mîtaniyan, û paş re bû navendek tixûbî, di navbera her du Împaratorîya Romanan û Farisan, nivîsîn û tekstên Mîxî şanî dide ku navê vî girî Şadîkanî ye, têde şûnwarên giringtirîn bajarên li ser çemê Xabûr, di dema Ebasiyan de.

 6-Çadir Bazar ya hatiye Erebkirin bi navê Hittîn, dikeve li bakurê Hesîça li ser riya di navbera Hesîça û Amûdê, kolan gir xuya kiriye 15 qatên şaristanî li dû hev, didin xuyanî kirin, ku niştecihên pêşîn, Hûrî û Mîtaniyên Indo-Oropî (Arîyan) bûn giring tirîn tiştên hatine dîtin, Qehfikên ji herriyê giring derbarî dîrok û şaristaniya Rohilata kevin.

 7-Girê Leylan (Tel Leylan) an şabat Enlîl, li başûrê Qamişlo bi dûrbûna 25km an li sê kişiya Xabûr dikeve, kolanên şûnwarî xuya kirine, çend qatên şarestaniyên hesarê şeşemîn beriya Zayînê, bedena bajêr, perestgeh û koşk, qehfikên ji herriyê, muhrên lûlikî û heme corê ji qehfikên şûnwar.

8-Gir perî an kehit (Tel Berî), li bakurê Naçar (Tel Birak) bi 8km dikeve li ser peravê rohilat yê çemê Çexçex, lê hatiye dîtin du kevirên nexşandî, alîkar bûn ku dîroka Kehit vedigere sala 885an beriya zayînê.

 9-Girê Moza an Orkêş (Tel Mozan), di navbera Amûdê û Qamişlo de ye, Orkêş yek ji giringtirîn bajarên herêmê bû, ew paytexta olî û bazirganî ya Hûrriyan bû, di hezarsala sêyemîn û duyemîn beriya zayînê, fosîlên tê de hatine dîtin, diyar dike ku ev herêm niştecih bû ji destpêka hezarê pêncemîn beriya zayînê, û dîroka wê vedigere hezarê pêncemîn beriya zayînê, her weha jî buhirek giring bû, di navbera deverên çiya û deştê, ji giringtirîn kevinşopîyên lê hatine dîtin, peykerê sê şêran, yek li mûzêxana Louvren li Fransa ye, yê din li mûzêxana Mêtropolîtan li Emerîka ye, yê sêyemîn li mûzêxana niştîmanî Sûrî li bajarê Dêra Zorê ye, her weha jî Şikêrê avahiyek kevirî û çendîn muhir û kevişopiyên heme corê hatine dîtin.

 10-Girê Xiwêr (Tel Xiwêr), di navbera bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî de ye, lêkolînan tê de xuyakirina avahiya perestgeheke kevirî, çend agahiyên din, kevineşopiyên ji qehfika, hestiya û kanza (meeden), yê herî giring ji wan Desek Ekadî ye.

 11-Girêspî (Telebyed), bi 12 km dikeve li başûrê bajarê Hesîçe, li peravê dest rast yê çemê Xabûr, lêkolînan xuya kirine bermayên koşkek keyîtî ji serdema Asûrê nûjen 800 sal beriya zayînê ye, ev koşk ji 45 odan, du perestgeh û sê avahî pêk tê, di avahiyan de tendûr, embarên tenan, embarên avê û serşok hatine dîtin.

 12-Girên Keşkeşok, ji çar giran pêk tê, yek ji wan li bakur roavayê Hesîça li peravê rast yê çemikê Çetelê, û sisê li peravê çemik yê çepê dikevin, di riya navbera Hesîça û Dirbêsiyê dikeve, evan giran pêgirtiyên şaristaniyên cûda ne, yê pêşîn ji dema şaristaniya Helefê, hezarê pêncemîn beriya zayînê ye, Girê diduyan ji dema şaristaniya Hessûna, hezarsala şeşemîn beriya zayînê ye, yê sêyemîn vedigere şaristaniya Ûbeydiya (Kolayetî), lê yê çaremîn ji şarestaniya Ororakî dertê.

 13-Gir Ehmedî (Tel Ehmedî), dikeve rohilatê riya Qamişlo û Hesîça, 20km li başûrê Qamişlo ye, lêkolînan diyar kirine wargehên ji dema Hûrriyan û Mîtaniyan, hem jî qehfikên ji demên Bîzantiya û Îslamî de.

Bi vî rengî em dibînin, ku herêma Cizîrê (Girava Sûriyê) cî û warê keyîtiyên Hûrrî û Mîtaniyan, ên pêşiyên Kurdan e û beşek ji axa dîrokî ya gelê kurd e. 

Gir û şûnwarên kevin li herêma Cizîrê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 14, 2022 Rating: 5 Gir û şûnwarên kevin li herêma Cizîrê Muhemed Şerîf Cilînî  Riataza     1- Girê Helef an Gozana (Tel Helef), dikeve li başûrê bajar...

ليست هناك تعليقات: