Îhsan Nûrî Paşa - Bazê Araratê 1976 - 1893 - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 14 أبريل 2022

Îhsan Nûrî Paşa - Bazê Araratê 1976 - 1893

Îhsan Nûrî Paşa - Bazê Araratê 1976 - 1893

Îhsan Nûrî Paşa 1976 - 1893

General Îhsan Nûrî Paşa Ew di sala 1892'an de li Bedlîsê çêbûye û di 25 adara 1976'an de li Tehranê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Li ser gora wî, bi Farisî (Bazê Araratê) hatiye nivîsandin.

Eger ez û te wî bibîr neyinin, ma wê kî wî bibîr bîne?

Îhsan Nûrî Paşa (Z. 1893 Bidlîs / M. 25'ê adarê 1976 Tehran).

General û rêberê leşkerî yê [Serhildana Çiyayê Agirî] û ji endamên damezrînerên (Xoybûnê) bû. 

Li paş şkestina şoreşê, ew li Îranê bû penaber û heta dûmahiya jiyê xwe li Tehrana paytexta Îranê ma. 

Ew bi rûdaneka erebeyê (tirombêlê) çû ber dilovaniya Xwedê.

Îhsan Nûrî Paşa, piştî ku (Serhildana Neteweyî ya Agriyê) şikest xwar teslîmî dewleta Tirk nebû, derbasî Rojhelata Kurdistanê bû, li Îranê bû penaber. 

Wî di 25'ê Adara 1976'an de li Tehranê jiyana xwe di şertên gelek zehmet de, encama qezeke trafîkê ji dest da.

Piştî ku "Îhsan Nûrî Paşa" jiyana xwe ji dest da, ew li Tehranê hat binax kirin.

SEROK "ÎHSAN NÛRÎ PAŞA" KÎ YE ?

Îhsan Nûrî Paşa, di sala 1893'an de li Bedlîsê tê dinyayê.

Ew perwerdaya xwe ya destpêkê li Bedlîsê diqedîne. Pişt re li Erzîncanê diçê Dibistana Rûştiyê ya Leşkerî.

Piştî ku Dibistana Leşkerî ya Rûştiyê diqedîne, li Stenbolê dest bi “Dibistana Leşkerî ya Bilind” dike.

Ew perwerdaya wî ya bilind bû. 

Piştî ku Dibistana Herbê diqedîne, wek texmen beşdarî Artaşa Osmanî dibe.

Hezar mixabin ew wek kurdekî mecbûrî ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Ernawûtê bê temirandin di orduya de wezîfe didin wî.

Pişt re Osmanî wî dişînin Erebîstanê. 

Ew li Erebîstanê li Yemenê wezîfa xwe pêk tîne. 

Ew ji du salan zêdetir li Yemenê dimîne.

Di (Şerê Cîhanî yê 1'emîn) de birîndar dibe. 

Pişt re derman dibe û sax dibe. 

Li Gûrcîstanê li ser navê Osmaniyan wezîfe dimeşîne.

Ew xebatên wî û helwesta Împeratoıriya Osmanî li hemberî neteweyên bindest dibe sedem ku ew bê guhertin.

Îhsan Nûrî Paşa piştî (Şerê Cîhanî yê 1'emîn) bi Cemiyeta Tealî ya Kurd re pêwendî li dar dixe.

Di sala 1919'an de li hemberî Osmaniyan bi leşkerên muxalîf yên Tirk re komîteyekê ava dike. 

Ew di vê komîteyê de dibe sekreter. 

Lê komîte di xebata xwe de serkeftî nabe.

Îhsan Nûrî Paşa di orduya Osmanî ya ku di nav belavbûnê de bû xwe wek serleşkerê Alayê îlan dike. Ew helwesta li hemberî Osmaniyan serhildanek bû.

Îhsan Nûrî Paşa piştî ku Stenbol tê îşgal kirin, ew ji bona ku biçe bajarê xwe Bedlîsê hereket dike. 

Lê dema ku digihîje Trabzonê bi daxwaza Serleşkerê Ordûya 9'emîn Ruştû Paşa, ji bona ku bi "Ordûya Sor" ya Sovyetan re danûstan bikin bir grubek leşker ve diçe Bakuyê. 

Armanca wan ew bû ku li hemberî dewletên Ewrûpayî, piştgiriya "Ordûya Sor" ya Sovyetan bigrin û "Ordûya Sor" bên sînorê Osmaniyan biparêzin.

Piştî hevûdîtina "Ordûya Sor" di şertên gelek zehmet de di ser Îranê re vedigerin nav Ordûya 9'emîn ser wezîfeya xwe.

Di wan şertan de bingeha Ordûya 12'emîn di bin pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa de ava dibe.

Ew di şerê Ermeniyan de birîndar dibe. 

Li Sarikamîşê derman dibe.

Li Sarikamişêr ji bona Rizgariya Kurdistanê bi serleşkerên kurd yên ku ji Ordûya Osmanî veqetiyan re danûstandin dike. 

Dest bi xebata rêxistinî dike. 

Wê demê di derbarê wî de lêpirsîn çê dibe, li Dîwanî Herbê tê darizandin. 

Lê di derheqê wî de belgeyeke ku wî tewanbar bike nayê dîtin, loma jî rizgar dibe.

Şexsiyeta wî di nav serleşkerên Osmanî de dibe nekokiyeke mezin. 

Lê Îhsan Nûrî Paşa ev car jî dibe berpirsiyarê Alaya Çildirê.

Dema ku serleşkerê Osmanî dixwaze ku Ermeniyan sirgun bikin û lê wan li rê qir bikin; Îhsan Nûrî Paşa li dijî vê biryarê derdikeve. 

Bi Ermeniyan re danûstandina xwe baş dike û pêş dixe. 

Ermenî ji wî gelek hez dikin.  

Piştî ku Ermeniyan re Osmanî peyman çê dikin, Îhsan Nurî Paşa jî dibe berpirsiyarê leşkerî ya Bazîdê ku di tixûba Bakurê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê de bû.

Serhildana Elkê :

Serhildana Elkê an jî Serhildana Beytûşebabê (bi tirkî: Beytüşşebap İsyanı) di 3'ê îlona sala 1924'an de destpê kir. 

Serhildan, di pêşengiya serbaz "Îhsan Nûrî" de ji aliyê rêxistina Azadî ya li alaya piyade ya 18'emîn ya li navçeya Elkê (Betûşebabê) hate destpêkirin.

Serhildanê, di demeke kin de nêviyê alayê da ber xwe û yekemîn serhildana kurdan a piştî sazbûna komarê ye.

Ev serhildan, ji taymendiya berxwedanê ku di serhildanên kurdan de bi giranî tên dîtin zêdetir, bi armcan bi destxistina mewziyekê hatiye lidarxistin. 

Dema ku li Colemêrgê hewildanên sorkirina êşîrên kurd ji bo serhildanê, bi serneketin, serhildan jî tê serkûtkirin. Îhsan Nûrî û hevalên wî derbasî Îraqê dibin. 

Îhsan Nûrî ku di pêvajoyên dihatûyê de di serhildana Şêx Saîd de cîh girt, di sala 1930'î de ji serhildana Agiriyê re pêşengiyê dike.

SERHILDANA BEYTULŞEBABÊ :

Dema ku pirsgirêke Mûsûlê tê rojevê, ew li Diyarbekirê dibe berpirsiyarê leşkerî. 

Li Diyarbekirê bi kurdên leşker û pêşengên Kurdistanê re danûstandin dike. 

Dikeve nav rêxistinbûna kurdî. 

Li Beytulşebabê serhildana neteweyî li dar dixe.

Hezar mixabin "Serhildana Beytulşebabê" têk diçe. 

Wê demê gelek berpirsiyarên "Serhildana Beytûlşebabê" tên girtin û tên hepis kirin.

Îhsan Nûrî Paşa jî di ser Seêrt û Diyarbakirê re derbasî Rojavayê Kurdistanê (binxetê) dibe.

Îhsan Nûrî Paşa ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê Şengalê dibe. 

Îngilîz wê demê ji "Îhsan Nûrî Paşa" re pêşniyar dikin ku bi wan re xebat bike. 

Ew vê pêşniyarê qebûl nake.

DAXWAZA WÎ YA BEŞDARBÛNA TEVGERA NETEWEYÎ YA 1925'an :

Îhsan Nûrî Paşa piştî vê pêşniyarê bi hevalên xwe ve derbasî Rojhelata Kurdistanê dibin.

Wê demê Serhildana Neteweyî ya 1925'an dest dike. 

Ji bona ku beşdarî serhildanê bibe ji Rojhelata Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe.

Hezar mixabin beriya ku beşdarî serhildana neteweyî bibe, serhildan şikest dixwe. 

Serokê tevgerê (Şêx Seîd Efendî) û havelên wî tên girtin. 

Beriya wan jî Serokê Rêxistina Azadî (Xalid Begê Cibrî û Kemal Fewzî) û hevalên wan hatibûn girtin û li Bedlîsê hatibûn darizandin û îdam kirin.

Wê demê ew li Wanê Sarayê mêvanê Serokê eşîra Mîlanê (Osman Beg e). 

Piştî ku xeber tê girtin ku ew li Sarayê, wira tê bombaran kirin.


SERHILDANA NETEWEYÎ YA AGRIYÊ :

Pişt re vedigere Rojhelata Kurdistanê. 

Ji Dewleta Îranê mafê penaberî dixwaze.

Wê demê tê hepis kirin. 

Wî dişînin Zencanê. 

Ew demekê li wir dimîne. 

Pişt re diçe bajarê Rojhelata Kurdistanê Xoyê. 

Xoyê ji bona kurdan bajarekî girîng bû.

Wê demê li Agriyê serhildan dest pê dike. 

Ew jî bi biryara "Rêxistina Xoybûnê" di sala 1927'an de derbasî Bakurê Kurdistanê dibe.  

Ew beriya biçê Bakurê Kurdistanê, grubeke çekdar ava dike û diçe. 

Di destpêkê de li Erziromê xebata xwe ya neteweyî û rêxistinî dimeşîne. 

Pişt re jî wek serleşker dibe Serokê Serhildana Neteweyî ya Agriyê.


Lê serhildana Agriyê jî bi tîfaka dewletên kolonyalîst Îranê û Tirk hat temrandin. 

Ew û hevjina xwe (Yaşar Xan) bi hev re derbasî Rojhelata Kurdistanê bûn û ketin bin zordariya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê.

Bi wan re hevûdîtin girêdayî îzin bû. 

Mala wan daîmî di bin kontrola Savakê de bû.

Di wan şertan de jî Îhsan Nûrî Paşa lêkolînan dike û meqelayan dinivîsîne. 

Li ser serhildana Neteweyî ya Agriyê pirtûka xwe amade dike. 

Bîranînên xwe dinivisîne.

Di dema (Şerê Cîhanî yê 2'emîn) de Dewleta Îranê ditirsin ku ewê dîsa serhildaneke neteweyî li darxe û rêxe, bi daxwaza Dewleta Tirk wî digrin hepis dikin.

Dema ku hêzên muttefîq Îranê îşgal dikin, bi daxwaza wan serbest tê berdan. 

Lê digrin bin kontroleke gelek tund.

Îhsan Nûrî Paşa 18'ê Adar a 1976'an de li paytextê Îranê li Tehranê bi qezeya motorsîkletê birîndar dibe. Birîna wî kûr bû .. Ew 7 rojan li ber xwe dide. 

Di 25'ê Adara 1976'an de jiyana xwe ji dest dide.

Îhsan Nûrî Paşa li Îranê di hepsa bi navûdeng a Evînê de ye :

Rojekê "Şah Riza Pehlewî" tê hepisxaneyê. 

Bi girtiyan re danûstandin dike. 

Dema ew tê hemû girtî radibin ser piyan. 

Îhsan Nûrî Paşa ranabe ser piyan. 

Riza Şah Pehlewî piştî ku bi girtiyan re danûstandine dike, tê cem Îhsan Nûrî Paşa. 

Îhsan Nûrî Paşa wê demê wî wek mêvanê xwe pêşwazî dike û radibe ser piyan. 

Riza Şah Pehlewî, pêşiyê her çiqas Serok Îhsan Nûrî Paşa ranebe ser piyan jî, qiymet dide wî.

Piştî ku Şah Riza Pehleweî ji hepsê diçe.

Di derbarê Îhsan Nûrî Paşa de lêkolîn dike. 

Wê demê taybetiyên Îhsan Nûrî Paşa baş nas dike.

Emir dide ku "Îhsan Nûrî Paşa" ji hepsê derkeve û serbest bê berdan.

Ev bûyera jî diyar dike ku "Îhsan Nurî Paşa" çiqas layiqî serokiya neteweya kurd bûye.

#îhsannûrîpaşa #Ararat #Kurdistan #Agirî #kurd 



Îhsan Nûrî Paşa - Bazê Araratê 1976 - 1893 Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 14, 2022 Rating: 5 Îhsan Nûrî Paşa - Bazê Araratê 1976 - 1893 Îhsan Nûrî Paşa 1976 - 1893 General Îhsan Nûrî Paşa Ew di sala 1892'an de li Bedlîsê çêbûye û...

ليست هناك تعليقات: