Daxuyaniyek derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 21 أبريل 2022

Daxuyaniyek derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî


Daxuyaniyek derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî

Rojnamevan, nivîskar û ronakbîrên kurd hersal di bîst û duyê nîsanê de roja rojnamevaniya kurdî pîroz dikin, ku hevdem e ligel weşandina yekem rojnameya kurdî li Qahîreya paytexta Misrê bi navê “Kurdistan”, ku bûye helkefteke salane ya rewşenbîrî di nav wan de.

Ronakbîr ’Miqdad Midhet  Bedirxan li sala 1898'an, yekem rojname bi navê "Kurdistan" weşand ji ber zanîna wî ya kûr li ser rol û girîngiya rojnamevaniyê wekî alaveke ragihandinê di dema xwe de ji bo avakirin û pêşxistina çand û zanînê di nav civaka kurdî de û gihandina nûçe û bûyeran ji xwendevanan re.

Tevî weşandina gelek weşan û çapemeniyan bi Erebî û Kurdî di van dehsalên borî de, wek rojname û kovar, lê dîsa jî medyaya Kurdî hêjî ne li gorî wê rojnameya sereke ye.

Di van salên dawî de, rola çapameniya kaxezî kêm bûye beramber medyaya kurdî ya elektronîkî, wekî malper, rojname û kovarên elektronîkî, herwisa ku platform û medyaya civakî wek yek ji girîngtirîn alavên ragihandina nûçeyan û belavkirina çandê li seraserî cîhanê berbelav bûne, ku êdî belavkirina çandê nemaye girêdayî û li ser komekî bitenê.

Hêjî Rojnamevaniyê roleke mezin di jiyana gelemperiyê, avakirina raya giştî û belavkirina ziman û wêjeya kurdî de heye, Em bi vê helkeftê bang li medyakar, nivîskar û rewşenbîrên kurd dikin ku bi rola xwe bi rastgoyî bi awayekî zêdetir rabin, bi taybetî di qeyranan de, wek ya niha li Sûriyê, û kar ji bo bidestxistina azadiyê û mafên neteweyî ji bo gelê kurd li Sûriyê bikin.

Îro alavên ragihandinê di dest hemû beşên civakê de hene û dikarin roleke sereke di avakirina raman, helwest û siyaseta kurdî de bilîzin.

 Qamişlo 21.04.2022

 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê 



Daxuyaniyek derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 21, 2022 Rating: 5 Daxuyaniyek derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî Rojnamevan, nivîskar û ronakbîrên kurd hersal di bîst û duyê nîsanê de roja rojnamevaniya kurdî...

ليست هناك تعليقات: