Prof.Zara Ûsiv koça dawî kir. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 4 فبراير 2022

Prof.Zara Ûsiv koça dawî kir.

  Prof.Zara Ûsiv koça dawî kir.

✍ Eskere Boyik.

 Zimanzana Kurd e navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê, profêsor Zera Elî (Yûsûbovna) sala 1934 a li bajarê Tilbîsê malbeteke kurdên êzdî da ji dayka xwe bûye.

Malbeta wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbetên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș, û olperestên fanafîk reviyaye.

Sala 1953 a bi qîmetê here bilind mekteba  bajarê Tilbȋsȇ ya N 8 a xilas dike. Welatê Sovêtê da şagirtên ku bi qîmetên here bilind dewî xwendina xwe ya dibistanê tanîn, mêdala zîv yan ya zêr didane wan. Welêt da derê her îdareke xwendina bilind li ber wan vekirî bû. Zerê mêdala zêr distînê û berê xwe dide ûnîvêrsîtêta Lênîngiradê ya Rojhilatzaniyê û para fîlologiya Îranî da tê pejirandin. 

Ji pey qedandina xwendina bilind ra, sala 1958 a keça zîrek dikeve aspîrantûra înstîrûta Lênîngradê ya rojhilatzaniyê (niha Sankt- Pêterbûrg) ya Akadêmiya Rûsiyayêye zaniyariyê, para fîlologiya Kurdî. Serokê wê, yê zanîyarî bû kurdzanê mezin Qanatê Kurdo. Nijara xebata wê ya zaniyarî lêkolîna ser zaravê kurmanciya jêrîn (soranî) bû.

Ji pey dewî anîna xwendina aspîrantûrayê ra di “Kabînêta Kurdî” ya wê înstîtûtê da wek xebatkara zaniyarî derbasî ser kar dibe. 

Hêjayî gotinê ye, ku ev kabînêt sala 1959 a bi pêsdanîn û însiyatîva rojhilatzanê dinêeyan Î.A Orbêlî hatiye demezirandîn. Paşwextiyê kabînêt bû merkezeke Kurdzaniya cihanêye here bi nav û deng, li wur da xebitîn û xebatên xweye giranbiha di warê kurdzanêyê da nivîsîne kurdzanên wusaye eyan wak Q. Kurdo. Î. Sûkêrman, M.Rûdênko, Y. Vasîlyêva, Î. Smîrnova, K, Eyûbî, J. Mûsayêlyan, O.Celîl û yên din…

Zera Ûsiv1965 a doktoriya xweye ewlin diparȇze û navê kandîdatiya zaniyariya fîlologiyê distîne.

Devedevî nîv sedsalî Zera Ûsiv li wê merkeza kurdzaniyê da xebitî û temya hêz û zanînê xwe pêşkêşî lêkolîna pirsgirêkên zimanzaniya kurdȋ kir.   Guhdariya wê hîmlî li ser zaravên kurmanciya jêrîn bû. Zimanzaniya kurdî da eyane ku zaravên kurdî ser du beşan par dibe; beşa bakûr û ya başûr. Di nav beşa bakûr kurmancî û zazakî ne (dimilî), beşa başûr li ser sê komika tê parevekirin:

1.Soranî, silêmanî, mûkrî

2.Goranî, hewramî, kendûleyî, bacelanî û yên din

3. Kêrmanşahî, sînêyî, gêrûsî, korûnî û yên din.

Zimanzana bi şûret dinivîse: “ Van salên dewî ez gelekî mijûlî lêkolîna goranî û hewremanî bûm. Bi matêriyalên sertacêd edebiyeta kurdiye bi nivîsar, ku li sedsalên XVIII-XIX da hatine efrandin.. Ji wana ne. Dîwana Seîdî (XVIII), dîwana Welî-Dêwane (XVIII), “Sîrin û Xusrow” ya Xanay Qubadî (XVIII), dîwana Mewlewî (XIX), dîwana Cefayî (XIX). Lê gerekê bê goton, ku gavên pêşin ji bo lêgerîna zaravê goranî li aliyê îranîstê bi nav û deng Muhemmed Mokrî va hatibûne kirin, yê ku çend destnivîsarên goranî (piranî bi naveroka dîndariyê) çapkirine”. 

Sala 1992 a bi têma zaravê guranî bi heykelên edebiyeta nivîsar ya sedsalên XVII-XIX, tȇza doktoriyȇ diparȇze û navê doktora fîlologîyê distîne.

 Tevî monografiya, kurdzana bi nav û deng nêzîkî 80ȋ zȇdetir gotar, li ser pirsgirêkên zimanzanî, edebiyet û folkilora kurdî weşendiye.

Xêncî karê zaniyarî usa jî karê pêtagogiyê va mijûl bûye. Li Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûrgê da dersê zimanê kurdî daye.

Em navê çed xwebatê wê bînin, ku meydana zimanzanîya kurdî da cîyê xwe yȇ hȇja girtine:

-Ferhenga rurdî-rûsî (zaravê soranî) tevî Qanatê Kurdo.

-Zaravê zimanê kurdîyî silêmanî.

- Lêkolîna zaravê kurdiyî goranî bi heykelên edebîye sedsalên XVIII-XIX. Lêkolînê da li ser hîmê nivîsarên edebyetêya nivîsar ya wan sedala bi her alyava zaravekî kurdayî kêm lênhêrandî goranî hatîye lêkolînkirin.

-Lêkolîna zimanê kurdî bi seretacên edebiyeta nivîsar (ya sedsalên XVIII-XIX).

-Zaravê kurdîyî hewremanî li ser hîmê heykelekî edebyeta nivîsar: Dîwana Saîdî.

-Têkstên zargotina kurdîya başûr.

-Lîrîka şayîrê kurdayî sedsala XIX Mewlavî (zaravê goranî).

-Mem û zîna Ehmedê Xanî heykela çanda cihanêye.

                           




Prof.Zara Ûsiv koça dawî kir. Reviewed by qirinefrin on فبراير 04, 2022 Rating: 5     Prof.Zara Ûsiv koça dawî kir. ✍ Eskere Boyik.  Zimanzana Kurd e navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê, profêsor Zera Elî (Yûsûbovna) sal...

ليست هناك تعليقات: