Prof. ZARA ElÎ (ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWİ KİR - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 4 فبراير 2022

Prof. ZARA ElÎ (ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWİ KİR

 Prof. ZARA ElÎ (ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWİ KİR 

✍ Hejarê Şamîl

Sed heyf îro (03.02.2022) zanyar û kurdologa mezin, profesor, mamosteya zimanê Kurdî Meta Zerê (Zara Alievna Yusupova)  koça dawî kir. 

Mamosteya mezin hemû jiyana xwe pêşkeşî netewa xwe kir, ji bo pêşxistinê zanistiya Kurdî û Zimanê Kurdî kedek bêhempa rijand. Li pey xwe  ji 70’î zêdetir berhemên zanistî ya giranbiha hişt.  

Mehekê berê ji bo destbixistina materyalan ji arxîvên Sankt-Pêtersbûrgê çûbûm vî bajarî. Telefon kir: 'Metê Zerê, dixwazim werim destê te maç kim'. Got: 'Hejaro, kurê min, piçekî bêkêf im. Zêde xweşik nînim vê gavê. Carekê din, kengê werê, bibe mêvanê min. Lê, çi alîkarî lazim e, bêje, meta te bo te bike'. Bi rastî jî, qey bêjî hemû Sant-Pêterbûrgê rakir li ser piya. Akademiya Zanistî yê re, Enstituya Rojhilatzanî yê re telefon vekir, di rojekê de min çendin kesan re da naskirin. Min du-sê rojan de bi saya meta Zerê karê du salan kir. Tûrika tijî kir, ziviriyam Krasnodarê. Di rojên dawî ya jiyana xwe de jî di nav xîzmetê de bû...      

Meta Zerê bi emelên xwe ve tim û daîm di dilên her Kurdekî de wê jindar bimîne.



Prof. ZARA ElÎ (ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWİ KİR Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 04, 2022 Rating: 5  Prof. ZARA ElÎ (ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWİ KİR  ✍ Hejarê Şamîl Sed heyf îro (03.02.2022) zanyar û kurdologa ...

ليست هناك تعليقات: