Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,Şaxê Hesekê helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest)xelat kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 21 أكتوبر 2021

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,Şaxê Hesekê helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest)xelat kir

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,Şaxê Hesekê helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest)xelat kir

Îro Pêncşemê 21/10/2021Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest) li baregeha yekîtiyê li taxa Salihiyê xelat kir . 

Destpêkê serokê şaxê Hesekê Seyfidîn Qadirî bixêrhatna mêvanan kir û

merasîma xelatkirinê bi kêlîkeke rêzgirtin ji canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir bi sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) . 

Axaftina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê endamê desteya cîbicîkar ya yekîtiyê, Tûrjîn Reşwanî ve hat kirin, tê de wî spasiya şaxê Hesekê kir ji bo destpêşxeriya xelatkirina nivîskaran di jiyana wan de. 

Û her weha spasiya beşdarbûna  nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, û kesayetiyên serbixwe kir. 

Dipêre nivîskar Miş'elê Osman li ser kurtejiyana Nivîskar Yûnis Hemê axivî.

Ji aliyê xwe ve, nivîskar Yûnis Hemê bi kurtî behsa pirtûkên xwe û dîroka derxistina wan kir, û kêşe û zehmetiyên ku di rojên xwe yên destpêkê de pê re rû bi rû mabûn, wek çewsandina ewlehiyê û girtina ji aliyê desthilatên rêjîma Sûriyê ve. 

Helbestvan Umran Menteş  helbestek  xwend.

Dipêre hunermendê kurd M'asûmê Şikakî çend stiran pêşkêşkir.

Di dawiya rêûresmê de Endamê desteya cîbicîkar ya YNKS Heybet M'amo helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê Bavê Serbast xelat kir.

 Û herweha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nivîskar Bavê Serbest bi Alaya rengîn xelat kir.

Kurtejiyana Nivîskar Yûnis Hemê Bavê Serbest 

- Di sala 1947 an de, çavên xwe li dinê vekiriye.

- Ji sala 1967 an de dest bi karê konevanî kir, û hîn berdewam e.

- Di sala 1992 an de, du sal û şeş rojan li zindana 'Edra li Şamê maye, û gellek caran hatiye bersivdan ji hêla desthilata Sûriyê ve.

 - Berhemên çapkirî :

1 - Nêrgiz - Helbest.

2 - Çend çîrok.

3 - Hola biçûkan - Helbest.

4 - رحلة في سهول الخابور وسفوح هومان - تاريخ.

5 - Xaka xwe binase / Dîrok.

6 - Derd û êş / Gotarên bijartî.

7 - Penda zêrîn / Çîrok.

8 - Keştiya bapîran / Çîrok.ط

9 - Ferhengok / Kurmancî - Erebî.

10 - Xirbê kevira / Roman.

Berhemên ne çapkirî :

- Dîwan.

- Kurte jiyan / 1200 malike.





Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,Şaxê Hesekê helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest)xelat kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 21, 2021 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê,Şaxê Hesekê helbestvan û nivîskarê Kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest)xelat kir Îro Pêncşemê 21/10/2021Şaxê...

ليست هناك تعليقات: