Kurdên Qazaxistanê konferanesê xwe lidar xistin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 22 أكتوبر 2021

Kurdên Qazaxistanê konferanesê xwe lidar xistin

 

Kurdên Qazaxistanê konferanesê xwe lidar  xistin

Îro 22'ê Cotmeha 2021'an, Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê li bajarê Almaty konferansa xwe lidar xist û tê de kak Ezîz Zîyo Berdirxan wek Serokê wê û desteyek rêveber hat helbijartin, û bi vê helkeftê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya peyameke pîrozbahiyê şand ji bo Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, û ev deqa wê ye: 








Peyameke Pîrozbahiyê

Xwîşk û birayên hêja yên Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê "Berbang"

Bi helkefta lidarxistin û serkeftina konferansa Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê û helbijatina kak Ezîzê Zîyo Bedirxan wekî Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê pîrozbahiyên gerim li we dikin û em hêvîdarin ku têkiliyên me yên biratî her li serdema lêderê kurd yê mezin, nemir Prof. Dr. Knyaz Îbrahîm her berdewam bin.

Bi vê helkeftê we dilê me geş kir û em  serkeftinê ji bo Kurdên Qazaxistanê dixwazin  û dibêjin ku bi serkeftinê, we ruha herdu nemirên mezin Prof. Knyaz Ibrahîm û Prof. Nadir Nadirov şad kir.

Pîroz be

Her bijîn


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Qamişlo 22.10.2021



Kurdên Qazaxistanê konferanesê xwe lidar xistin Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 22, 2021 Rating: 5   Kurdên Qazaxistanê konferanesê xwe lidar  xistin Îro 22'ê Cotmeha 2021'an, Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê li bajarê Almaty konferansa...

ليست هناك تعليقات: