Xewnên Beravêtî -Rewan Bedirxan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 7 أكتوبر 2021

Xewnên Beravêtî -Rewan Bedirxan

 

Xewnên Beravêtî -Rewan Bedirxan

.Peyman û Saman û Ciwan ….? penaberiyê ew bihev dane nasîn , erê her yekî ji wan ji bajarekî ne , lê zimanê wan , sedemê lêpirsîna wan bû .

Dema firoka wan , ji Firokgeha (Hanover) bi asimana ket , kesereke kûr hate Peyman , û ruyê wê weke sorgula nû vebê piştî şeveke tarî ,dema rok bi tîrêja xwe gerdonê ronî dike , ji ber her gaveke dicê , hevdîtin a wê bi dayik û Bavê wê re nêzîktir dibê , û xeyala wê diçê raserî mala wan , li bajarê Kobanê , raserî girê Miştenûrê , û (dewran) didê , li ser wî cihê ku zarokiya xwe lê borandiye .

Tanî ber çavan ka ewê bi çi awayî xwe bavêjê ber singa Dê û Bavê xwe , weke demê zarokiya xwe .

Ciwan ….cihê xwe di (kursî)de xweş kir û bi xwena Destgirtiya xwe re , ber bi asimanê bajarê Qamişloka evînê ve çû , dixwest zanibê , ewê çawa Jiyanê bibînê ? da diyariya wê bigehînê destê wê .

Niçka ve hate bîra wî , û ji xwere got …erê …erê min zanî …..ezê herim cihê karê wê , hemî kul û keserên xwe ji wê re bêjim , bê ku kesek me bibînê .

Saman ..guhdarî pirogramê Firokê dikir , û di bîra wî debû dema ku bigehê (Qiziltepê ) wê herê mala apê xwe (Silo) , û hevjîna wî (Rindê) jî wê werê piştî wî tixûbê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de derbas bikê , ew û kurê xwe (Azad) ewê temenê wî şeş salî , .

Firoka wan , li firokgeha (Stenbolê ) deyna , û piştî pêwîstîyên xwe pêkanîn , lihev civiyan , Peyman pirsî got : berê we li kî bajarî ye ? …û hûnê bi çi herin ? çima hûn nayên em herin Kobanê bibin mêvanên Dê û Bavê min ,?...

Saman got …na ..na em ê bihev re herin (Qiziltepê ) mala apê min (Silo) û li wêdê em ên ji hev veqetin .

Ciwan …guh neda axivtinên wan , û tûrê xwe hilgirt , û teksiyek rawestand û xatir ji wan xwest û siwar bû çû Geracê , li Otobîsê siwar bû , berê xwe da bajarê Qiziltepe ,

Ciwan û Peyman bi hev re dan û standin , lê mixabin ne gihane tu biryaran , û her yek ji wan maye li ser ya xwe .

Herduwan tûrên xwe hilgirtin li teksiyekê siwar bûn , cone Geracê .

Peyman telifon ji apê xwe Evdo re li (Sirûcê ) vekir , pirsa Dê û Bavê xwe û birayê xwe Mehmûd kir , apê wê Evdo got : Dê û Bavê te li mala xwe ne , û birayê te Mehmûd , li bal wa ye , were Sirûcê ezê te bigehînim malê .

Peyman li otobîsê siwar bû , berê xwe da Sirûcê , weke yekî ji bextê xwe bi guman , gotinê apê xwe Evdo di mejiyê xwe de digerandin , jixwe re digot dibe ez deverekî tê re bibînim da ez van gumanan ji serê xwe bavêjim ,Lê ew ê tiçare nedît .

Roja dipey re demjimêr duwazdeh ê nîvro , li Sirûcê peya bû , Evdo û hevjîna xwe Xecê  pêşwaziya wêde bûn , piştî çûne ser û ruyên hev , siwar bûn çûne malê , di rêde Peyman ji Xecê pirsî got : jin apê çima diya min û bavê min we bi xwe re ne anîne Sirûcê?..Xecê got : keça min destên Dê û Bvê te ji birayê te Mehmûd nedibûn …û Mehmûd berxwedan di ber xelkên kobanê de dike , weke hemî hevalên xwe ,.

Wê şevê çavên Peymanê xew nedîtin ,…bi hezarên xewnan xwe tavêtin mejiyê wê …..û hezarên pirsan di serê wê de digeriyan .

Sibehê Ciwan li telifûna wê da , û got : peyman va ez gihame bajarê Dirbêsiyê , ka tu ne gihayî mal ? Peyman got : na …ezê li mala apê xwe Evdo bimînim heta jimin re rê bibînê …ax ciwan çiqas min bêrya diya xwe kir ye ? ..ciwan dema tu gihayî rex Jiyanê peywendiyê gel min bike …baş e ciwan ? … oxir be .

Malbat li ser firavînê civiyan …Evdo got peyman ….keça min li sifra xwarinê binê re ….bê çiqas jin apa te ji te hes dikê ? de rabin bixwin .

Pîroz Tilifizyon vêxist , Evdo got keça min deyne ser Rudawê , da em bibînin çi nûçe hene ?..

Rudaw : bînerên hêja heta vê xulekê kesek nizanê sedemê vê şewatê çi ye ? ev şewata ku bi dehan kes jiyana xwe jidestdane û bidehan kes birîndarin . ji rexê nexweşxana (Cirnikê ) Qamişlo …Rudaw .

Bi vê nûçeyê re …xwîn di rayên dilê Peymanê de qerisî !.. weke bîstekî ma ye bêpêjin , weke yek di xewnekî de be ….heta Xecê destê xwe danî ser milê wê û got : va çaya te ye …keça min .

Veciniqî …û dest avête Mûbayla xwe …..nimra Ciwan lêda ….ji ber wê dizanî ku Jiyan di nexwşgehê de kar dikê …..elo …elo …lê mixabin bê encam bû .

Laptopa xwe anî û vêxiste , û kete di fêsbokê de lê geriya …wêne yek kete ber çavên wê , pêguman bû ku yek ji wan zarokan nas dikê ,lê çawe ? ..û likû deverê ? nivîsandin a dibin wêne re …weke birûskek li dilê wê bidê …ji ber ku hate bîra wê , wêne yê Azad ewê bi Saman re ….ji xwe re got …xweda ……em hatine çi û bi ser çi ve dibin ?.

Jiyan …..ew kulîlka nûbuharê ….di dojehê de ço …û ço ! lê ez nizanim xewnên Ciwan wê bi kû ve herin ?!.

Saman û hevjîna xwe …bihev şad nebûn …..Azad bi zarokiya xwe ….bi dê û bavê xwe …şad nebû …çi ma ? !.

Xecê jê pirsî xêr e keça min ? tu bi xwe re dipeyivê û rondikên te têne xwarê ? ! ka ji min re bêj e çi heye ? !.

Dema apê wê hate mal ji wî pirsî got : ka apo te kesek ne dît min derbas bikê ?, got belê keça min sibê bi bangê re yek heye ewê me derbas bikê , wê şevê Xecê cihê xwe diber cihê peymanê re danî , û di nav cihan de jê re got : keça min tu çi dibêjê ku tu li rex me bimine heta em rê bibînin da em Dê û Bavê te bînin rex xwe ? ji ber ev tixûb ne xweş e ..kujtin heye …birîndarkirin heye , ha keça min ka te çi got ?.

Got : na jinapê ez xwe nagirim , min gelek bêrya diya xwe kirye ,….pey re ez dixwazim wan bi xwe re bibime Elmaniya bajarê Hanover , min li wî bajarî xaniyek standiye têra me hemiyan heye .

Berî banga sibehê , Xecê ew hişyar kirin , her yekî  peyalek çayê vexwar , …pêre ew kesê wan derbas bikê destê xwe li derî da û bankir : apê Evdo …werin da ez we derbas bikim …Peyman xatir ji Xecê û Pîrozê xwest û çûn .

Piştî du demjimêran , vegerane mal , Xecê derî vekir û ji wan pirsî : xêre hun hatin ? …rondikan rê nedane da peyman bersiva wê bidê !...Evdo got : ew guropa leşker ya bi me re soz dayî …ne hate civanê me û bi me re peywendî kirin û soz dane wê sibehê bi rojê re me derbas bikin .

Peyman li eywanê rûnişt bi dilekî xemgîn , û Xecê li tenişta wê rûnişt û liber dilê wê dida heta ew aram kire .

Roj li ber avabû dema peywendî bi saman re kir …elo ….elo Saman ..ka ji min re bêje ew çi bûye ? …Saman ... çi ... te got Rindê çi ? wa weylê …wa weylê …kujtine ? ..ê ..di tixûb de ?....ê û Azad ? ..leşkerên tirk ? …serê kaniyê ?!....ax xweda …me çi dît vê rêbara bê bext ? !...de bila serê te û kesên te sax bin …lixwe miqate be Saman …de oxirbê .

Roja dî bi rojê re derbas bûn , berê xwe dane bajêr , li keviya bajêr pêrgî giropekî ji çekdarên Kurd , Pêşmerge û ypg bûn, kêfxweşî li wan dan û ji wan pirsîn : hun ji kû ve tên û hunê herin kû ? ..Evdo got : mala me li Miştenûrê ye emê herin mal ….gotin ma hun nabînin bûrdûma ne ? ! bitaybet li Miştenûrê ….terorîstên Daiş aramî ne hêlane …Evdo hêvî ji wan kir û got : Ev keça birayê min Îso ye ….ji Elmanya hatiye , da Dê û Bavê xwe bibînê .

Yekî ji wan Îso nas dikir , diriya kurê wî Mehmûd re …ji Peyman pirsî got : tu xwîşka Mehmûdî ?..Mhmûd hevalê min yê çekdarî ye …xwdê we biparêzê ji kiryarên Terorîstan ….dipey re ço tenişta Evdo rawesta û devê xwe bire ber guhê wî …û pêre (meed)ê Evdo nexweş bû .

Evdo got : peyman ..keça min ..va li rex mala we şer girane ….tu çi di bêjê em herin taxa bakur heta şer sivik bibê ? …Peyman got baş e apo ….bihev re cûne mala metika wê Sînem .

Di heman demê de firokên hevpeymanê bingehên Daiş li derdora girê Miştenûrê bûrdûman dikirin .

Li mala Sînem Peyman xwest ku bi bira yê xwe Mehmûd re bi peyivê lê tu encamp neda

Di pey re telifûnek ji ciwan jêre hat ... elo Peyman dengê min tê te ? erê ciwan ka ji min re bêje çi bi Jiyanê hatiye ?. Ciwan: lê ne pirse tişta hatî serê me ,!!? xwîşka delal va ez li Dihokê me ez tevlî Pêşmerga bûme gotineke min heye ezê ji tere bêjim bike guhar û bêxe di guhê xwe de... (((HETA WELAT BINDESTE= XEWNêN ME Wê BERAVêTî BIN)))........ Li xwe miqate be de oxer be …

Evdo got : Sînem va ezê biçim cihekî û ezê nuha vegerim , li Peymanê miqate be .

Piştî Evdo derkete bi demjimêrekî …..Peyman xwe ji sînem vedizî û derkete kolanê û kolan bi kolan berû mala xwe li girê miştenûrê ve çû , dema nêzîkî malê bû pêrgî hinek çekdarên y p g bû , ewan jê pirsî : tê bi kû ve herê ? …got ezê herim mala xwe ..gotin ma tu keça kî yî ? …got ez keça Îso me …gotin : ma Evdo apê te ye ? …tu xwîşka Mehmûdî ? …got belê …..gotinê li rex me be wê apê te nuha werê bal me .

Careke din Peyman bi nav xewnên hişyarî kete û hemî sawêrên metirsiyan xwe berdane di hundirê giyanê wê de ….bi dehên pirsan xwe avêtine pêş çavên wê ….çima apê min ez bi xwe re ne anîme vêderê ?..çi ma Dê û Bavê min ne xuyane ? ..çima birayê min Mehmûd peywendî bi min re nekiriye ? ..û çima ….û çima ?.

Lê bersiva van pirsan hemiyan zanî dema apê wê bi destê wê girt û ew bire ser kavilê mala wan û herdû Kêlên kevirî yên di hundur de pêş wê kirin , tifenga Şehîd Mehmûd Îso Kobanî , xiste destê wê  .

Rewan Bedirxan 6 - 6 - 2015z




Xewnên Beravêtî -Rewan Bedirxan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 07, 2021 Rating: 5   Xewnên Beravêtî -Rewan Bedirxan .Peyman û Saman û Ciwan ….? penaberiyê ew bihev dane nasîn , erê her yekî ji wan ji bajarekî ne , lê zim...

ليست هناك تعليقات: