Ehmedê Şêx Salih Helbestên xwe bi şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) nivîsandine - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 28 سبتمبر 2021

Ehmedê Şêx Salih Helbestên xwe bi şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) nivîsandine

 

Ehmedê Şêx Salih Helbestên xwe bi şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) nivîsandine 

Birahîm Qasim

(Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd Ehmedê Şêx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexweşxaneyekêLi Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda,û piştî termê wî ji bo Eyndîwerê hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin).Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif 

Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê şêx Salih daxive ango mirov li ser şoreşeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û eşkerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine eşkerekirin û li qada wêjeyê derketine. Mirov her tiştê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê Şêx de dibîne û bi zimanekî resen,şîrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û  kûrwêne bi hemû alavên helbestê hatne nivîsandin.

Di destpêka helbesta xwe ya  malikîne bi şêweyê klasîk li ser ritim û newaya pêlewaza sêdengî(Almuteqarib) daxwaza ferzenê ji Xuda dike ku ew bikaribe xizmeta mafê gelê xwe yê bindest bike.

Bi destpêkê min kame tirsa Xudê

Bihêvî me ew ferzena min bidê

Sipas û pesin jê re min bê jimar

Di ber vî gelê bê beş û tar û mar

  Welatê xwe dide nasîn ku ew bûye wek stadyûm û meydanek şer  û ji her alî ve dagir dibe.

Welatê me yarîgeh û pêger e

Ji lew herdemî tê de ceng û şer e

Gazî gelê xwe dike û dibêje ezê vê nameyê ji bo te terzû û serast bikim û bi rengê kurdayetêyê ji bo çareseriya mafê te bişînim.

Ezê nameyê bo te Kurdê delal

Bihûnim bihêvîs û pole xomal

Bi danîn û levdanekî berketî

Ji bo maf û daxwazê vî miletî

  Ew bi hebûna tekoşîneke mayînde û nû di navbera xerabî û başiyê de bawer dike, û bawer nake ku lihevhatineke di navbera wan de çê bibe,çimkî ev girtinheveke Xudayiye ji dema Qabîl û Habîl de ye.

Dibendî li vî warî bû jîwerek

Nema êdî levbêne herdû berek

Xuya ye hevalbendên hevdemê bi êkre bibûn palbend di damezirandina dibistaneke taybet ji hemû helbestvanên dema ronakbîriyê bi taybetî helbestvanên Rojavayê Kurdistanê yên helbesta şoreşgerî li dijî kiryarên desthilatên welatê me yê dagir û dabeşkirî dinivîsandin.



Ehmedê Şêx Salih Helbestên xwe bi şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) nivîsandine Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 28, 2021 Rating: 5   Ehmedê Şêx Salih Helbestên xwe bi  şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) nivîsandine  Birahîm Qasim (Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê ...

ليست هناك تعليقات: