Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê, Imzekirina pirtûka Lawkê Hacî lidarxist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 24 سبتمبر 2021

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê, Imzekirina pirtûka Lawkê Hacî lidarxist

       Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê,  Imzekirina pirtûka  Lawkê Hacî lidarxist

Roja çarşembê 22 yê heyva Eylûlê, bi amadebûna nivîskar û kesên hezxwendinê û mêhvan, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê, li Kampa Domîz (1) hola Soz, pirtûka destana Birîna Jiyanê ya nivîskar û helbestvan Lawkê Hacî imzekir.
Piştî bixêrhatina amadebûyan, bi sirûda Hey Reqîb re deqeyek rêz û bêdengî ji bo giyanê pakrewanan rawestiyan. Pêşkêşvan biyografiyek kurt a nivîskar Lawkê Hacî ji mêvanan re diyar kir. Pişt re Serokê șaxê Duhokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Vanês Miranî radest kir, Bi xêrhatina mêhvanan kir û di derbarê pirtûka Lawkê Hacî de kurteyek pêşkêş kir.
Pişt re parçek mûzîk hat pêșkêșkirin ji hêla Khalid li ser amûra Buziqê.
Piştî wê, helbestvan û nivîskar Lawkê Hacî helbestên xwe yên ji pirtûka xwe xwendin. Bi gotina nivîskar wî diwana xwe bêhtir ji 15 salan berê dininvîsand heta ku gihaşt destên xwendevanan. Dastana wî ji 19999 malikan pêk tê bi yek qafiye. Wek helbestvan gotiye, Ew dikeve rêza dirêjtirîn destan a kurdî ku dîroka kurdan de hatuye nivîsîn. 
Di dawiyê de, helbestvan kûpiyek ji pirtûka xwe diyarî Desteya rêveberiyê kir, û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê şaxê Duhok Vanês Mîranî wergirt. Kûpiyek jî ji pirtûka xwe diyarî Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî ya Kampa Domîz (1) kir. 
Dawî Lawkê Hacî dest bi îmzekirina pirtûka xwe kir bo mêhvanan. 
Aheng ji aliyê helbestvan (Mehmûd şahîn) ve hate pêşkêşkirin.
Y.N.K.S.D
22/09/2021











Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê, Imzekirina pirtûka Lawkê Hacî lidarxist Reviewed by qirinefrin on سبتمبر 24, 2021 Rating: 5        Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Duhokê,  Imzekirina pirtûka  Lawkê Hacî lidarxist Roja çarşembê 22 yê heyva Eylûlê, bi am...

ليست هناك تعليقات: