MAŞÛQ XIZNEWÎ: -1958-2005-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQ,MAN YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 23 سبتمبر 2021

MAŞÛQ XIZNEWÎ: -1958-2005-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQ,MAN YÛSIF

 

MAŞÛQ XIZNEWÎ:
-1958-2005-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQ,MAN YÛSIF 



Li gundê Til Me'rûf yê li rojava û başûrê bajarê Qamiş- lo dikeve di sala 1958an de

 çavên xwe li jiyanê vekir- in.

Ew kurê sêyem yê şêx Izedînê Xiznewî bû,û xwendina xwe ya serete li peymangeha bavê xwe ya olî li gel x- wendina fermî di dibistanên dewletê de bi dawî kir. Ew peymangeha ku li ser destê bapîrê wî Şêx Ehmed hatibû afirandin.

Piştî xwendina navîn û ya lîsa bi dawî kir ewî bawern- ame ji peymangeha olî li Şamê bi serkeftin wergirt ku di encamê de ji layê wê peymangehê de ji bo bajarê Medîne li Si'ûdiyê hate şiyandin û li wir diploma derç- ûnê ji zankoyê wergirt,û di sala 2001ê de ji Lubnan pileya Mastir bi serkeftin wergirt,paş re bawernama doktora ji zankoya Keratşî li Pakistanê wergirt.

Piştî koça dawî ya bavê wî di sala 2002an de ew li bajarê Qamişlo bi cîwar bû û di riya mizgeftan re, nemaze piştî serhildana Qamişlo di sala 2004an de dest bi şiyarkirina gel kir û helwest û hizrên xwe û her weha behweriyên bi doza gelê Kurd bi zelalî dane diyarkirin û ev bû sedem ku cemawer xwe lê bigre û bibe xwedî rêzek bê hempa di nav civak û tevgera siyasî ya Kurdî de.

Di gotara wî de, ya cejna Newrozê û di salvegera bîra- nîna nemir Ferhad Sebrî de ev hevok anîne ziman ku di encamê de ji layê hêzên ewlekariyê ve hate revan- din û li ser destê wan jiyana xwe ji dest da:

-Ez li nav we me ne ji bo mirina Ferhad,lê belê ji ber salvegera jiyana wî û her weha jiyana gel û netewa wî.

-Mafê ti miletan bi daxwaz û hêviyan nayê wergirtin, lê belê bi hêz û zor û berxwedanê.

Piştî evê gotara agirîn ji layê şêx Maşûq ve ew ji layên ewlekariyê ve li Şama paytext hate revandin,û piştî lêdan û êşkenceya berdewam di qûnaxa çend heftey- an li girtîgehê ewî jiyana xwe ji dest da, û ji bo bêbextî û sitema xwe bi nixumênin,hêzên ewlekariyê cendekê wî li goristanekê ji yê Dêra zorê veşartibûn û xizmên wî pê agahdarkirin ku ew ji layên kesin ne nas ve hati- ye guştin,û piştî şopandin û lêkolînê ew rastî cihê bin- axkirina wî hatine.

Di roja 1-6-2005an de bi amadebûn û beşdariya hizar- an ji gelê Kurd û bi slogana:

(Qamişlo vala ye,şêx Maşûq ne xuya ye)li goristana Qudûrbeg ew bi xakê hate sipartin.



MAŞÛQ XIZNEWÎ: -1958-2005-JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQ,MAN YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 23, 2021 Rating: 5   MAŞÛQ XIZNEWÎ: -1958-2005- JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQ,MAN YÛSIF   L i gundê Til Me'rûf yê li rojava û başûrê bajarê Qamiş- lo dikeve d...

ليست هناك تعليقات: