NÛVÎN XIDIR- JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 27 سبتمبر 2021

NÛVÎN XIDIR- JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF

NÛVÎN XIDIR-  JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF

Li gundê Hesê Oso yê girêdayî parêzgeha Hesekê di 27-1-1979 an de Nûvîn Hisên Xidir ji dayîk bû.

Ewê li taxa Salihiyê,li Hesekê xwendina serete ta lîsa bi dawî kir,paş re ji amojgeha perwerdekirina mamo- steyan (Beşê mûzîkê)bawername wergirt.

Piştî Nûvîn ji amojgehê bi derçû ew derbasî zankoyê (Beşê mafnasiyê)bû lê mixabin mirin bû rêgir di riwê wê de û ne hişt ew mirada xwe bi cî bîne.

Ji ber ew ji malbatek e kurdperwer bû evê evîna wel- at di hizr û ramanê wê de çand û hişt hezkrin û evîna welat berê wê bide hûnandina helbestên girêdayî bi babetê ve.

Mixabin bi sedema mirina zû û temenê kin ku derfet

ne da Nûvîn ji bo ew berhemên xwe çap bike,yan jî biweşîne ji bilî romanek bi tenê ya bi navê Payîzekê, Romana ku Nivîskara Kurd Nûvîn 13 salan pêv e mabû ta bi dawî kir û ew jî piştî mirina wê bi amadakirina nivîskarê Kurd mamoste Umran Menteş û ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya bû.

Nivîskara Kurd Nûvîn Xidir,ya Endama Yekîtiya Nivîsk- arên Kurdistana Sûrya û xwediya romana Payîzekê di buhara temenê xwe de 2ê gulana sala 2017an çû ber dilovaniya Xweda û li goristan gundê Hesê Oso bi axê hate sipartin.

Berhemên wê:

1-Payîzekê.Roman. 



NÛVÎN XIDIR- JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 27, 2021 Rating: 5 NÛVÎN XIDIR-   JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF Li gundê Hesê Oso yê girêdayî parêzgeha Hesekê di 27-1-1979 an de Nûvîn Hisên Xidir ji dayî...

ليست هناك تعليقات: