JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF-BEHCET MELE MUHEMED-1945-2016 - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 19 سبتمبر 2021

JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF-BEHCET MELE MUHEMED-1945-2016

 JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF

BEHCET MELE MUHEMED-1945-2016

LUQMAN YÛSIF  

Ji malbatek oldar û di heman demê de kurdperwer di sala 1945an de li gundê Gir Ziyaretê Abasa,yê bi sernavçeya Dêrikê ve ji dayîk bûye.

Ji destpêka bîreweriya xwe ve bû xemxurê doza gelê xwe,û evê hişt ku sebaretî wî doza gel di terezoyê de li hember jiyanê bê danîn,û bi ser astengî û xizanî û

perîşaniya malbata wî de ewî xebat û têkoşîna xwe ne rawestand û ne jî reşbîniyê dikarî bû riya xwe pê bixe.

Di pêvajoya têkoşînê de ew gelek caran rastî binçavkirina ji layê hêzên ewlekariyê ve di hat û di girtîgehan de tûşî îşkence û lêdanê dibû û ev di dawî de jê re

bû sedema ji hişçûnê.

Ew di sala 1963an de beşdarî tevgera siyasî bû, û ji ber behweriya pê ji layê hevalên wî yên di tvgerê de,ew mîna balyozekî di navbera rojava û şoreşa Barzaniyê nemir de hatibû destnîşankirin.

Di qûnaxekê de ber bi welatê Elmanya ve çû bi armanca girêdana têkiliyan,lê ew li wir bi cîwar ne bû û careke din li welat vegereha û têkoşîn berdewam kir.

Di dema dawî de ji jiyana xwe,ew ji hiş çû bû û tekane li bajarê Qamişlo û bê hevjîn û bê dûnde di nav çar dîwaran de rojên xwe dibihûrandin ta sala 2016an,êdî çû ber dilovaniya Xweda û li goristana Qudûrbeg li bajarê Qamişlo bi xakê hate sipartin.




JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF-BEHCET MELE MUHEMED-1945-2016 Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 19, 2021 Rating: 5  JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF BEHCET MELE MUHEMED-1945-2016 LUQMAN YÛSIF    Ji malbatek oldar û di heman demê de kurdperwer di sala 1...

ليست هناك تعليقات: