Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya Kurdî-Berhevkirin: Birahîm Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 19 سبتمبر 2021

Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya Kurdî-Berhevkirin: Birahîm Qasim


 

Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya Kurdî:

Ji me ve xuya ye ku rola desthilata misilmanî di derbarê helbestvan û helbestan de bi taybetî yên bi zimanê erebî neynî û nebaş bû, çimkî helbesta Erebî ji şêweyê Qurana pîroz nêzîk bû, loma rola helbestê bi giştî li nik gelên Musilmanan sivik bû û demekê wek rawestineke sivik vê re çêbû hetanî careke din xwe têkilî pêvajoya hunerê kir.

Bêguman zimanê Erebî wek zimanê fermî yê misilmanan bandoreke nigitîf li ser ziman û edebiyat û çand û hunera gelek gelan li rojhilata navîn mîna Iraniyan û bakistaniyan û Evxaniyan û tacakiyan ta beşek mezin ji Hindiyan…HW.

Lê gelê kurd bihtirî hemû gelan kete  astengiyek mezin de, çimkî aniya yekem di pêşiya êrîşa Erebên misilman de bû ji encamê kuştin û talan û wêrankirin û dagirkirinê hejmareke pir ji netewa Kurd bi darê zorê bûn misilman ji neçarî tevlî ziman û wêjeya  erebî bûn û li ser dihatin perwerdekirin, li ser milên nivîskar û rewşenbîrên Kurd barekî giran bû, herweha ew bû sedema ku nivîskarên Kurd bi zimanê erebî binivîsînin mîna ( Ebû Meymon, Fariqî, Şehrezorî, Ibin Xulêkan, Ibin Teymî, Ibin Esîr, Ziryab...HWD). Mixabin ev nayê wê wateyê ku berhem û nivîsên wan hişmend û ronakbîrên Kurd dikevin xizmeta edebiyata kurdî de.

Lê em dizanin li serdema berê , li ba hemû neteweyên di hundir sînorê xaknîgariya dewleta Misilmaniyê de nav li zimanê erebî dihat kirin zimanê Qurana pîroz û wisa dinasîn û rêz lê digirtin.

Xwendekarên Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê erebî fêrî xwendina Quranê dibûn, helbet pêwistiya mamosteyên olî bi wergerandina gelek ji beşên zimanê erebî ji bo perwerdeyê hebû, loma gelek mamosteyên Kurd waneyên olî bi zimanê kurdî wisa didan fêrkirin .

Pirtûka Elî Tirmaxî 935-1010z pirtûkeke rêzimanê erebî bû ji berî 1000 salî wergerandiye zimanê kurdî, helbet ji bo fêrkirina olî bû.

Ji bilî zanista olî çi dibistanên zanistî yên cûrbecûr li serdema ola Islamî li ber destên me nînin.

Lê hin dîrokzan û lêkolînerên şûnwaran dibêjin zanistên kurd di zanistên gerdûnê û hem zanistên cûrbeûr de gelek pispor bûn,lê ne li ser dema Misilmana belkî ew di dema şaristaniya Impratoriyên Kurdan de berî hezarên salan bû.

Helbesta kurdî ya kevnar ew jî yek ji jêderên edebiyata kurdî ye, çi ya devkî û çi ya nivîskî be, bêguman ew bi zimên re hatiye afirandin, herweha ew zimana bixwe halê milet e û di pêvajoya rewşa jiyana kesayetiya dîroka civaka wî de ye, di destnîşankirin û tomarkirina dîroka gelan de jî alîkar e.

 



Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya Kurdî-Berhevkirin: Birahîm Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 19, 2021 Rating: 5   Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya   Kurdî: Ji me ve xuya ye ku rola desthilata misilmanî di derbarê helbestvan û helbestan de...

ليست هناك تعليقات: