yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 26 فبراير 2021

yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif

 

yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û

 helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif

Bi bûneya yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif

Iro 26.2.2021 li bajarê qamişlo li Hola Zana ahingek berfereh bi amadebûna cemawerek mezin ji rewşenbîr û hunermend,nivîskar û siyasetmedaran amadebûn.

Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li ser daxwaz û vexwendina malbeta hunermendê nemir  Se'id Yûsif li Hola Zana amede û beşdarî ahingê bû, û gotinek binavê yekîtiyê mamoste Ebdulsemed Mehmûd li ser jiyana wî axivî û heman demê de kurte helbestek xwend,  hêjayê gotinê ye ku nemir Se`îd Yûsiv ji dayikbuyê sala 1947an e,ew dihate naskirin bi Mîrê alava mûzîkê ya binavê Biziqê,herweha ew helbestvan û awazvan bû bi sedê stiranên wî hatine  tomarkirin, piştî demek dovdirêj ji xebata wî ya dêrîn di 26.2.2020 li bakurê Kurdistanê çû ber dilovaniya Xudê û canê wî yê pak hate veguheztin Rojavayê Kurdistanê  û li gorna Enteriyê bi xakê hate spartin. 




yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 26, 2021 Rating: 5   yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û  helbestvanê Kurd Se`îd Yûsif Bi bûneya yekem salvegera koça dawî ya Hunermend û helbestvanê Kurd...

ليست هناك تعليقات: