Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê,semînarek hate darxistin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 27 فبراير 2021

Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê,semînarek hate darxistin

Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê,semînarek hate darxistin 

Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê, bi alîkariya sendîke ya rojnemevanên kurdistana sûriyê semînarek hate lidarxistin di 25/2/2021.

di semînerê de pir rewşenbîr – ziman nas – helbestvan- nîvîskar û kurdên kurdistana sûriyê yên li Hewlêrê dimînin  başdar bûn.

semîner bi rawestandina kêlîkek bê deng li ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê dest pêkir, di pê re serokê şaxê hwelêrê yê yekitiya nîvîkarên kûrdistana sûriyê rêzdar Elî Şêxo Berazî bi gotinek kurt pêşwaziya mîvanan kir û li ser grîngiya zimanê zikmakî axifî û pêdiviya bi karanîn û xwedîlêderketina zimanê kurdî nîşan da .

mîvanên semînerê mamuste Xalid Cemîl bi peyamek pir watedar, pisporî û zanistî bi berfirehî axaftinek pêşkêş kir .

û helbestvan Ronî Elî bi çend helbestên xwe yên nû û kevin beşdarî şev bêrkê bû.

balkêkş bû beşdarbûna dr.Besam Merî ,ew li ser mijulbûna xwe bi wergerandina  berhemên candî ,hesteyarî û litereturî ji zimanê rusî bo zimanê kurdî axifî û bi dengekî xweş û bi hestekî resen çend helbestên Resûl Hemzatof û Alîksandir poşkîn bi zimanekî kurdî şîrîn pêşkêş kir. 

Di şevbêrkê de endamê şaxa hewlêrê yê yekitiya nîvîskararên kurdistana sûriyê Ereb Hurê, bi hinek helbestên xwe beşdarbû .

Semîner bi gotina dr.Ah. şewqî a tê de spasiya mêvanan hate kirin bi dawî bû .




Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê,semînarek hate darxistin Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 27, 2021 Rating: 5 Bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayike, yekitiya nivîskarên kurdistana sûriye şaxê Hewlêrê,semînarek hate darxistin  Bi helkefta roja cîha...

ليست هناك تعليقات: