SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ PÊŞKÊŞ DIKIN - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 8 أكتوبر 2020

SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ PÊŞKÊŞ DIKIN

               SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ PÊŞKÊŞ DIKIN

SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ Û Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlekariya Navnetewî pêşkêş dikin 

Di yekemîn salvegera dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipi de, dagîrkirina ku ji boyî nişteciyên bêguneh ên ku li navçeyên xwe jiyaneke aram û aşitiiyane dijiyan, êş û tirajediyayeke mezin li pey xwe hiştin, bi taybetî piştî ku dewleta Turk destê çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûryê li van bajaran berda û wan jî dest bi tawanên mezin, kuştin û talan, dizî û binpêkirina mafê mirovan kirin, di gel guherînên demografîk û koçkirina nişteciyan bi darê zorê wek ku komîteya navnetewî ya lêpirsînê ya serbixwe di rapora xwe de tekez dike.

Em, sazî û dezgehên rewşenbîran, bi navê nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi dengekî bilind dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî û Efrîn û hemî bajarên din ên dagîrkirî yên Sûrîyê, her wisa kiryarên kirêt yên ku çeteyên dewleta Turk li dijî xelkên bêguneh û sivîl pêk tînin şermezar dikin.

Em bangî hemû sazî û dezgehên navnetewî di serî de Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlekariya Navnetewî dikin da ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li van tawanan bînin, artêşa Turk û çeteyên wê ji bajar û navçeyên dagirkirî derxînin û wan navçeyan li xwediyên wan ên resen û rewa vegerînin da ku her kes vegere navçeya xwe û jiyaneke aşitiyane bijî.

Dema ku em bi navê rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta Turk û dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî û Efrînê bi tundî şermezar dikin; di heman demê de em qehremanî û berxwedana şervanên xwe û xwîna pîroz a şehîdan bi bîr tînin; li hemberî xwîna ku bi herikîna xwe axa Rojava, rûmeta mirov û pêkhatiyên Rojava parast, em bejnên xwe ji dil û can diçemînin.. 

Her wisa em banga xwe digihînin hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd li her deverê û em banga xwe dighînin hemû rewşenbîrên Sûryeyê yên ji hemû pêkhatiyan jî, da bi erkên xwe yên  mirovî û exlaqî rabin û li hemberî êrîşên Turkiyayê yên hovane bi tundî rawestin.

Her wisa em berê xwe didin nûnerên tevgera siyasî ya Kurd û ji wan re bi dengekî zelal dibêjin: baştirîn bersiv li dijî van êrîşan  ew e ku, di zûtirîn wext de hûn yekitî û hevrêziya Kurdan pêk bînin, ku hûn hêz û şiyanên xwe berhev bikin da ku raya giştî ya navnetewî hişyar bikin ji boyî pêkanîna guşarê li ser dewleta Turk û çeteyên wê bikin da yekser ji navçeyên dagirkirî vekişin û derfetê bidin xelkên me yên bêguneh ku vegerin malên xwe.

Em ê di demek e nêzîk de li hemû bajarên xwe yên şîrîn û delal vegerin, em ê vegerin çimkî vegerîn rastiya hebûna me Kurda ye, em ê bi bîra dunyayê bînin ku ev ax a Kurdan bû û hê jî ya Kurda ye û dê ya Kurdan bimîne; madem evîndarên vê axê hene; madem qehremanên vê axê hene, madem pasvanên vê axê hene êdî mafê me yê rewa ye ku em li ser axa xwe bijîn ta ku jiyan hebe.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrî 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cezîrê

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan(HRRK)

Qamişlo 08 – 10 - 2020 



SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ PÊŞKÊŞ DIKIN Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 08, 2020 Rating: 5                 SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURDISTANA SÛRIYA DAXUYANÎK JI BO RAYA GIŞTÎ PÊŞKÊŞ DIKIN SAZIYÊN NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KURD...

ليست هناك تعليقات: