WATEYÊN ÇIKDAYÎ-Deqine wêjeyî-MERWAN BEREKAT - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 16 مايو 2019

WATEYÊN ÇIKDAYÎ-Deqine wêjeyî-MERWAN BEREKAT


WATEYÊN ÇIKDAYÎ-Deqine wêjeyî-MERWAN BEREKAT


Li Rojavayê Kurdistanê, herêma Efrînê, navçeya Çiyayê Lêlûn, li gundê Soxanekê û li rojeke ji rojên Cotmeha 1964an bi sanciya dawî ya diya min re, dengek ji gerwriya min azad bû. Wî dengî şahiyek di mirûzê bavê min yê cotkar de herikand, li ser perdeya guhên dêpîra min bû awaza vejandineke nû, û wê nav li min kir Merwan.


Piştî ku salan temenê min hêdî hêdî gav kirin û peyv li ser têlên zimanê min li saz xistin, li dibistana gund fêrbûnê di serê min de golveda. Wê gulvedanê her berdewam kir ta deriyê kolêja wêjeyî, beşê îngilîzî li pêş min vebû, û berî wê jî amojgeha bazirganî. Lê mixabin mîna pir Kurdan derfetê riwê xwe ji min bada, û nehîşt ku xwenina xwe bi dawî bikim û hîn jî ez bi wê keserê mame.
Piştî ku ku neh salan di dibistanên fermî yên seretayî, di karê fêrkirinê de xebitîm, vêca bi biryareke ji aliyê ewleya siyasî ya rêjîma Sûrî ve, ez hatim bidûrxistin.
Rojeke pîroz ji rojên Avdara 1981ê, abêya zimanperwerê Kurd Osman Sebrî kete ber destên min, û di riya wê abêyê re ez fêrî tîpên zimanê kurdî (Kurmancî) bûn. Yekem helbesta min (Ez Kurd im) di kovara XUNAVê, sala 1989an de ronahî dît û şewqvedana wê ronahî di hestên min de berda. Kovara XUNAVê ji min re dibistaneke zimanê kurdî bû, ta ez bûm yek ji endamên desteya wê ya sernivîser. Di pişt re bûm endamê desteyên sernivîser ên kovar û weşanên kurdî û ji wan: Kovara Bihar, rojnama Newroz û kovara Pirsê.
Li sala 2006an, li bajarê Helebê di gel komek ji zimanperwer û rewşenbîrên Kurd me Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê kurdî damezirand û ta niha jî ez yek ji endamên rêvebiriya vê saziyê me. Ji sala 2013an ve rêvebiriya komîta Roja Helbesta Kurdî li herêma Efrînê dikim.
Berhemên Merwan Berekat:
Bi zimanê Kurdî:
A - WÊJE: 
1 - Pêlek Ji Deryaya Viyanê - Helbest.  2003.
2 - Çavlirêmayîn - Helbest.
3 - Nameyên Azadiyê.
4 - Hestên Buharî – Helbest.
5 – Dilrevînê…!
6 - Zîldana Hêviyan .
7 - Awazên Keseran - Helbest.
8 - Evîna Zamdar - helbest.
9 – Efrîn Helbesta Bê Dawî - Helbest.
10 - Awirên Royê – Roman.
11 - Romana Pakrewanekî Kurd – Roman.
12 - Nameyên Jineke Kurd – Roman.
13 - Penageh – Roman.
14 - Efrîn Destane û Birîn – Roman.
15 - Wateyên Çîkdayî. Deqine wêjeyî.
16 - Pêkenokên Gelêrî.
17 - Gurzek Stranên Foloklorî.
18 - Li Welatekî Sêwî - Çîrok.
B - Ziman:
1 - Gulistana Zimên ( Kurdî - Erebî ) ji sê beşan e: Abê, rêziman  û 
     ferhengok 2008z. H.Ç. (  6000 ).
2 - Abêya Zimanê Kurdî  - Ev pirtûk ji aliyê  Saziya Fêrkirin û
     Parastina Zimanê Kurd ve  li Sûriyê, ji bo fêrkirina asta yekem  
     Tê fêrkirin û Ji sala 2009an ji aliyê Saziyê ve  bikar tê ( 11000 ) 
     pirtûk jê hatin çapkirin. Çapa çarem ji vê pirtûkê bi navnîşana (Zimanê 
     Kurdî Fêr Dibim - Asta yekê -) de hatiye çapkirin.
3 - Ez Zimanê Kurdî Fêr Dibim - Asta Duyem - 2012z.
4 - Ferhenga Biçûk -  Erebî - Kudî - 2012z.
5 - Jiyana Zimên ( hin mijar ).
Bi zimanê erebî:
1 ـ شذا الأيام ـ شعرـ دار عبد المنعم ناشرون، حلب. 2002 م.
2 ـ من ذاكرة القلب ـ شعر ـ دار عبد المنعم ناشرون، حلب، 2007 م.
3 ـ فوضى الرحيل ـ شعر ـ دار عبد المنعم ناشرون، حلب ـ 1010م.
4 - همسات مملكة البراءة ـ قصص قصيرة ـ دار عبد المنعم ناشرون،
    حلب ـ 2006م.
5 - جبل ليلون في مرآة التاريخ ـ بحث جيولوجي، تاريخي، أثري، اجتماعي موثق ـ 
    دار عبد المنعم ناشرون، حلب ـ 2006م.
6 - عفرين عبر العصور ـ بحث جيولوجي، جغرافي، تاريخي، أثري موثق ـ دار
   عبد المنعم ناشرون، حلب 2008م.
7 - مواضيع في حياة اللغة .  دار النشر DAR  القامشلي2017
Li berapê:
1 - موجز كردستان – الجغرافية والتاريخ.
2- جرح الزيتون – رواية.






WATEYÊN ÇIKDAYÎ-Deqine wêjeyî-MERWAN BEREKAT Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 16, 2019 Rating: 5 WATEYÊN ÇIKDAYÎ-Deqine wêjeyî-MERWAN BEREKAT Li Rojavayê Kurdistanê, herêma Ef...

ليست هناك تعليقات: