EVÎNA ZEMDAR-HELBEST-MERWAN BEREKAT - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 16 مايو 2019

EVÎNA ZEMDAR-HELBEST-MERWAN BEREKAT


 EVÎNA ZEMDAR-HELBEST-MERWAN BEREKAT

Ji perperîkên ku berve rojê difirin û kulîlkên ku sibehanserxweş dikin re…Ji çavên ku bejna riyan bi çavlirêmayînê şeh dikin û lêvênku wate li ser çîk didin reEVÎNA ZAMDAR diyar dikim.

Dengê dîwanê:
Derbûna derdên dil diherikin û dîmen dibin
destanên dildariyê... Dilevîna dêmbixal dirjîne delxan û
dibe dînbûna dildariyeke dîn, dîn û dîn....
Derbas dibin darbestên demê û dengê daholên
dilmestiyê dibe dîlana dabihîstina dilên daxkirî...
Dengvedana damarên dil dibin dadana derbeyên
dilêşiyê û dildar dimînin dîlê dêmkenokên dengxweş...
Di dil de daxwez û dûrbûn dibin dijber û demsalên
devkumişî dibin dîdevan...
Dengbêjiya derbaskirina demên dêwî dibe derdberzî
û derdkêş... Derûntenik in dildar, dildar û dildar...
Dest dixin dest û di dergûşa demê de dibin
devliken... Dem û dewran in dildar...



EVÎNA ZEMDAR-HELBEST-MERWAN BEREKAT Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 16, 2019 Rating: 5   EVÎNA ZEMDAR-HELBEST-MERWAN BEREKAT Ji perperîkên ku berve rojê difirin û kulîlkên ku sibehanserxweş dikin re…Ji çavên ku bejna...

ليست هناك تعليقات: