Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 22 أبريل 2019

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê


 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê 21.04.2019'an, sêyemîn mihrecana salvegera 121'mîn roja rojnamevaniya kurdî li hola Zana li bajarê Qamişlo lidar xistإ

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê 21.04.2019'an, sêyemîn mihrecana salvegera 121'mîn roja rojnamevaniya kurdî li hola Zana li bajarê Qamişlo lidar xist, ji bo pîrozkirina weşandin û çapkirina yekemîn rojnameya kurdî "Rojnameya Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve li sala 1898'an li Misrê hatibû weşand û li kurdistanê dihat belavkirin.

Mihrecan bi amadebûna hejmareke mezin ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û nûnerên tevgera siyasî li Kurdistan Sûriyê lidar ket, û piştî deqeyeke bêdeng li ser rih û giyanên şehîdên Kurdistanê,
mamoste Mihemed Ebdî bixêrhatina amadebûyan kir,

 û paşî mamoste Heybet Me'mo

peyvek li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya pêşkêş kir û di destpêkê de roja rojnamevaniya kurdî li tevaya milletê kurd pîroz kir, û paşî kurtiyeke dîrokî li ser rojnamevaniya kurdî û bi taybetî li ser rojnameya kurdistan pêşkêş kir
Herwisa bi vê helkeftê ji aliyê hunermend û helbestvan Fewaz Hisên Elî çend stranên folklorî hatin pêşkêş kirin, û çend helbest ji aliyê herdu helbestvanan Yonis Hemê û Dildar Aştî hatin pêşkêş kirin.

Herwisa bi vê helkefta pîroz, paneleke diyalogê li ser rojnamevaniya kurdî bi pêşkêşkeriya Mamoste Mihemed Ebdî û beşdariya rojnamevan Ehmed Bavê Alan li ser navê rojnameya (Bûyer), mamoste Hesen Remzî li ser navê Rojnameya (Kurdistan), Mihemed Husên rojnamevan û masterê ragihandinê, mamoste Ebdulrehman Mihemed li ser navê rojnameya "Ronahî", nivîskar Nayif Cibîro nûnerê Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya û nivîskar Ebdulhekîm Ehmed Mihemed endamê komîteya û desteya redaksîyona kovara "Pênûsa Azad" (pênûsa Azad) ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya.

Û di panelê de ev xalên jêrîn hatin gengeşekirin:
1- kurtiyek li ser dîroka her rojnameyekî yan jî her kovareke kaxezî, hejmara wan û projeyên wan yên ji bo paşerojê.

2 - girîngiya rojnamevaniyê û rola wê di civakê de:
A- erkên rojnamevan.
B - rola rojnamevan di gihandina nûçeyan de

3 - Bandora mediya civakî li civakê: Facebook, Twitter, YouTube, ...

4 - Mekanîzmayên pêwîst ji bo pêşvebirina çapem rojnamevaniya kurdî ji çapemeniyeke xwecihî ber bi rojnamevaniyeke herêmî û global.

5 - peyva dawîn ya beşdarên diyalogê.

Mihrecan bi xelatkirina peyamnêr û nûçegihanê kanala (Rûdaw tv), Ferhad Hemo, yê ku heta niha çarenivîsa wî diyar nîne her ji dema hatî revandin bi destê çeteyên terorîst di dema radibû bi karê xwe bi romalîn û şopandina rastiyê bidawî hat, û ji aliyê malbata wî xelat hat wergirtin, weke rêzgirtinek ji hêla Yekîtiyê, û paşî bi ahingekeke xweş ji aliyê hunermend Fewaz, bi çend stranên qeşeng û bedew mihrecan bidawî hat.

Em weke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, pîrozbahiyê bi gelemperî li tevaya gelê kurd dikin û hêviya pêşketin û serkeftinê ji bo peyva kurdî û azad û ji bo rojnamevanên kurd dixwazin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya

























Qamişlo 21.04.2019



Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 22, 2019 Rating: 5   Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya, li roja yekşemê 21.04.2019'an, sêyemîn mihrecana salvegera 121'mîn roja rojnamevaniya...

ليست هناك تعليقات: