Helebça Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 22 أبريل 2019

Helebça Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt

Helebça Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt

Helebca Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt.
   
 Bi serbilindî û dilxweşî, îro min nûçeya mizgîniya wergirtina xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê ji aliyê xwîşka xwe ya hêja, Helebca Sedûn ve bihîst.
 Bi rastî Helebca xwîşka min a piçûk e bi temenê xwe, lê bi  şiyan û karînên xwe jêhatî û mezin e, û karî di demeke kurt de gavin berçav di meydana rojnamegerî û ragihandinê de biavêje, û şûn û şopeke serketî  û berketî jî li dûv xwe bihêle.
 Erê vê nûçeya dilxeşker  ez pir kêfxweş kirim, lê kêfxweşiya min bêhtir bû,  ji ber ku ew xelata wergirtî bi navê mirovekî pir hêja û wefadar bû, weke navê xwe can û ciwan bû, evîndarê gotina rast û karê durist bû, xemxwarê peyva azad û piştevanê mirovên  çeleng û pak bû, mirovekî merd û xwedan helwest bû, can sivik û çav bel bû, nivîskar û rojnamevanekî zîrek û çekeng bû, jîn û jiyana xwe terxan kiribû di ber armancên gelê xwe yê bindest de, û bê dilsarî û rawestan berevanî di ber kêşeya wî ya rewa û dademen de dikir.

Bi vê helkeftinê, helkeftina roja rojnamegeriya kurî û dana xelata nivîskar û rojnamevanê nemir Ciwan Mîranî, ez vê roja   buhagiran di dîroka xebata gelê kurd de li tevaya xebatkar,rewşenbîr, rojnamevan û nivîskan pîroz dikim û vê xelata  nirxdar li xûşka xwe jî pîroz dikim û silaveke gerim ji canê Ciwan yê pak û paqij re dişînim û ji xwedayê mezin dixwazim ku cihê wî bike behişta berîn û  her weha di vir de ez ji bîr nakim ku spasiyeke gerim   li Sendikaya Rojnamevanên kurdistan- Sûriya jî dikim, ku wan  çavdêriya vê xelatê kir û wan xwîşka min şayîstî vê xelata zêrîn  jî dîtin, û ez serkeftinê ji kar û xebata wan re di ber peyva azad û rojnamegeriya kurdî de dixwazim û her bimînin serkeftî, û spas ji tevaya aliyên ku ked dan û hiştin ku ev roj serkeftinê bi dest ve bîne.
M.Emîn

Helebça Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 22, 2019 Rating: 5 Helebça Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt Helebca Sedûn xelata Ciwan Mîranî ya ragihandinê wergirt.      Bi ser...

ليست هناك تعليقات: