Siya xewnê Ebdussemed Mehmûd -Helbest - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 23 يناير 2019

Siya xewnê Ebdussemed Mehmûd -Helbest

Siya xewnê Ebdussemed Mehmûd -Helbest


    Helbestên vê dîwanê têkiliyekê ji eşqê di navbera heyber û guhdêr de ava dike bi sîstemeke nû, wêneyên spehî, û pey-vên nazik, dîmeneke dilgeş û tabloyeke rengîn dafirîne.
Despêka dîwanê, helbestvan navnîşa-nek suryalî bi kar tîne, û dema guhdar li ber radiweste, hestên wî dikevin dav-kên wêneyên delal, ewên ku nêçîra xwe di warên hiş, raman û evîniya guhdêr de dikirin!.
Ev navnîşan rêka helbestên vê dîwanê ronî dike, û weke tîreke di destê rêbe-rekî de, pê ciyografîka helbestê rê bi rê şanî xwendevan dide, û baskên dilso-ziyê bi bayekî tenik dilivîne, û wateyên xwe ji hestên biyanî pêşkêş dike û li ser sînorê ristek zimanî nûjen û bi rîtmeke sazkirî hêlîna helbestê diyar dike, di paş re, dema derbasbûna naveroka helbestê bi cî tê, guhdar wendayî dimîne û sed rêkên nû li ber vedibin û wateyên ku li himber wî diyar bûn, xwe jê ve-didizin û navbera mêrgên ramanin dûr û bê binî de belav dibin.
ji lewra ti carî mirov nikare destê xwe deyne ser wateya dawî ya gotinê, yan jî hevoka helbestê çavdêr be, yan li ser reng û telasimê wêneyên ku hiş û hest li pêşiya xwe tajone ser kaniya eşqa helbestê, û di nav peyvên hîledar de, wan dîl û reben dihêle.
Ev dîwan, di nav rûpelên xwe de helbe-stine nûjen himbêz dike, û canekî nû vedijîne, ku helbesta kurdî bi wî canî gaveke dûr û li pêş dipejirîne, û sînorê wêjeya kurdî bi ser rexê afirandinê de ber fireh dike, ji lewra em dibêjin ev helbestên di nav destên me de, hêja ne ku bi hûrbînî bêne xwendin, û rexne-vanên me, berketiyên ziman, wêje û helbesta Kurdî lêkolînên nirxdar li ser amade û pêşkêş bikin.
15.07.2013
Dr: Ferîd Sadûn


Siya xewnê Ebdussemed Mehmûd -Helbest Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 23, 2019 Rating: 5 Siya xewnê Ebdussemed Mehmûd -Helbest      Helbestên vê dîwanê têkiliyekê ji eşqê di navbera heyber û guhdêr de ava dike bi sîstem...

ليست هناك تعليقات: