Mem û Zînê-Ehmedê Xanî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 8 ديسمبر 2018

Mem û Zînê-Ehmedê Xanî

Mem û Zînê-Ehmedê Xanî 

JÎNENÎGARlYA XANÎ:Ehmedê Xanî sala 1651'ê h hêla Hekkarî'yê li gundê Xan'ê hatîye dinê. Di demekî kurtta bi zanîn û zanîyarîya xwe nav û deng daye, di vê rastêda gelek pêşda çûye. Di 14 salîya xweda ketîye jîna mvîsarîyê. Xanî ji bêjeyê Kurdî'ra xizmetekî pir hêja kirîye û defmku-m. Lê mixabin ku tarîxa wefata wî ne kifşe. Meqbera wî h Bayezîda Rohelat zîyaretgaha xelkêye. Xanî ji bêjeyê Kurdîra xizmetekî pir hêja kirîye û gelek şê'r û eserên qedirbilmd dîyarî kirîye. Şaheserê eserêd wî MEM Û ZlN'e. Hozan vê pirtûkê sala 1695'an temam kirîye. Der heqê destpêkirma wêda tu wesîqe tunnm. Tê gotm ku sala 1690'î dest bi mvîsîna wê kirîye. NÛBARA BIÇÛKAN jî pirtûkekî wîyê hêjaye. Ev pirtûk Ferhenga Erebî-Kurdîye, ew jî wek MEM Û ZÎN'ê tev menzûme. Di serê her pişkekî weda jî şîretekî der heqê mefa xwendmê, xebatê, rastîyê û karên weha yên komelîda mvîsîye. Tarîxa nivîsîna NÛBARA BIÇÛKAN 1684'e. Ji bil vana EQÎDA ÎMANÊ jî bi nezim nivîsîye. Ev û NÛBARA BIÇÛKAN bi hevdûra çend caran h Stenbol'ê hatine çapkirin. Xanî di dema xweda gelekî pêşdakarbûye ; çavva ku ji MEM O ZlN'ê jî tê fêmkirin h dijê neheqîyê, sîtemê, şûndakarîyê û sazûmana feodal cephe girtîye, di vê rêda pir tîkoşîn kirîye; alîkarîya rebenan, xizanan, bindestan û bersîteman kirîye. Wek hmek zanayên hevdemêd xwe ji karbidestanra û sîtemkaranra şalûzî ne kirîye, li dû mefayê ne bezîye. Kurta gotmê: Tim û tim h alî xelkêbûye. 
 Çîroka Mem û Zînê di dema Mîr Zeyneddînê kurê Mîr Ebdullah hikûmdarê Cizîra Botan bû de, di sala 1451’ (zayînî) de qewimî ye. Helbestvanê navdar yê kurd ev bûyer di pirtûka xwe 
ya “Mem û Zînê” de, bi awayekî gelek xweş vegotiye.
Du xuhên Mîr Zeydîn hebûn. Yek Zîn ya dî Sitî. Zîn sipî bû û can û cegera mîr bû. Sitî esmer û bejindirêj bû. Tacdîn kurê wezîrê dîwana mîr bû. Mem yê lehengê çîrokê jî birayê manewî yê Tacdîn bû û herweha dostê wî bû.
Li welatê Botanê dema Newroz dihat her kesî cil û kincên netewî (ango millî) li xwe dikirin û diçûn seyran û seyrangehan.
Dîsa di rojeke wisa de Mem û Tacdîn kincên qîzikan li xwe dikin û tevlî şahînetê dibin. Dema diçin nav qerebalixa mirovan de du kesên dibînin. Tu nabêjî ew herdu kes jî Zîn û Sitî ne ku 
wan jî cilên mêran li xwe kirine. Çawa çavê Mem û Tacdîn li van herdu kesan dikeve ne bi dilekê bi hezar dilan dilê wan dikeve wan kesan û dilê wan dibore û li erdê gêr dibin. Zîn û Sitî jî 
diçin ser wan, hayê wan jê neyî gustîlkan wan ji tiliya wan derdixin, dixin tiliyên xwe, yên xwe jî dixin tilîyan wan.
Mem û Tacdîn dema li ser xwe ve tên dibînin ku ew bêhal in. Dema çavê wan li tiliya wan dikeve dibînin ku di tiliya Mem de gustileke ku li ser de Zîn nivîsî heye, di destê Tacdîn de jî 
yekî ku li ser de Sitî nivîsî heye. Sitî û Zîn diçin nik dadiya xwe Heyzebûnê û derdê xwe ji wê re dibêjin. Dadî jî kincê hekîman li xwe dike û diçe ba Mem û Tacdînê ku nexweş bibûn.
 Heyzerûn gustîlka Zîn û Sitiyê ji wan dixwaze. Tacdîn gustîlkê dide lêbelê Mem gustîlkê nade û holê dibêje “ez bi vê gustîlkê dijîm”.
Mem û Tacdîn rewşa xwe ji xizmên xwe re dibêjin. Li ser vê çendê eşrafên Cizîrê tên nik mîr û Sitiyê ji Tacdîn re diixwazin. Mîr Sitiyê dide Tacdîn. Ji bo Tacdîn heft roj û heft şevan 
dawetê dikin. Dergevanekî mîr yê bi navê Beko hebû ku qet ji Tacdîn hez nedikir. Tacdîn çendîn caran ji mîr re gotibe ku Beko ne layiqî dergehê mîr e, lêbelê mîr digot ku aşê wan bi 
wî digere û se jî dergevaniyê dikin. Bi vî hawî pêşniyara Tacdîn şûn de dida.
Beko ji ber ku nedixwest mîr Zînê bide Mem, rabû gote mîr: “Ez benî wê roja ku te Sitî dayî Tacdîn, wê rojê Tacdîn ji nik xwe Zîn daye Mem.” Li ser vê çendê mîr aciz dibe û dibêje 
ew qet Zînê nade Mem.
Rojekê mîr diçe nêçîrê. Mem jî ji vê îstîfade dike û diçe boxçeyê mîr, da ku Zînê bibîne. Çawa çavê Zînê li Mem dikeve dilê wê dibore û li erdê gêr dibe. Mem Zînê nabîne, li gul û rihanê
boxçeyê dinêre û spehîtayiya wan datîne ber ya Zînê û holê dibêje:
.
'Ey gul! Eger tu nazenînî, 
Kengê tu ji rengê ruyê Zîn'î 
Ey sinbil! Eger heyî tu xweş bû,
Reyhan ji te bûyîne sîyehrû, 
Hun ne ji mîsalê zilfe yarin 
Hun her du fizûl û herzekarýn 
Ey býlbýl! Eger tu ehlê halî 
Perwanyê şem'ê werdê alî, 
Zîn'a me ji sorgula te geştir 
Bext'ê me ji talýê te reştir' 


 memuzin

 downloadmega

Mem û Zînê-Ehmedê Xanî Reviewed by Niviskar on ديسمبر 08, 2018 Rating: 5 Mem û Zînê-Ehmedê Xanî  JÎNENÎGARlYA XANÎ: Ehmedê Xanî sala 1651'ê h hêla Hekkarî'yê li gundê Xan'ê hatîye dinê. Di demek...

ليست هناك تعليقات: