Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir - Tewfîq Sînan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 1 فبراير 2026

Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir - Tewfîq Sînan

Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir
Tewfîq Sînan



Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha jî miletek bi tena xwe najî û ji ber vê yekê em dibêjin ku zimanekî 100% standard be tiştekî nîgaş e.


Ereban ji bo derî li ber evê gumanê bigirin, belav dikirin ku zimanê erebî zimanekî standard e û tayekî biyanî di nav de tune ye û zimanê Erebî ji ba Xweda standard hatiye ji bo kesek li ser ew gotinên ku di Qur'anê de hatine nivisîn mîna (Istebreq. Cûdî . Ibrahîm "Abraham". Israfêl . Cibra'êl û hwd jî nebêjin ne erebî ne, lewra biryarek danîn ku zimanê wan zimanekî standard e û guman 1% ji sedî jî tune ye.

Bi rastî ewan zimanê erebî yê ku ew jê re dibêjin standard e ji hemû zimanê miletê ku bi wan re dijiyan danehev û dizanîbûn ku her miletek xwediyê dema xwe ye, û piştî dem û serdem biborin û nexşeyên siyasî, olî, serdemî binexşin, kesek nikare ji wan re bibêje ku zimanê we ne zelal e yan we zimanê xwe ji zimanê hemû miletên derdorî xwe wergirtiye.

Romî (Turko) jî mîna wan kirin û zimanê xwe ji hemû zimanê miletên ku bi wan re pêkvejiyan dikirin mîna Kurd, Ermen, Ereb û bi taybet bisaya şûngirîtiya (Xîlafeta) Islamî  wergirtin û zimanekî standard û rêzimaneke taybet ji xwe re çêkirin bêyî ku ji miletên derdorî xwe şerm yan fedî bikin. Û anha xwe vedidin û diperixînin ku ziman û rêzimana wan cihê xwe girtiye û kesek nikare wan bipirsîne. Û her wiha dem dema xurta ye û dîrok û avakirina zimanekî standard deshilatdarên xurt dinivîsin.

Di derbarê standarkirina zimanê Kurdî de, em gerekî hevdaneke hevbeş in, ku ji hemû zaravan pêkbêt û baş li ser rawestin û girêdanek mayînde avabikin û ji hemû zaravan têgînên hevpar bidin hev û bêjeyên ku koka wan resen in hilbijêrin ku rêzimaneke sepandî û nivîsek yekbûyî were bikaranîn û komelgeheke zimanî li seranserî Kurdistanê ava bibe. 

Lê pirsgirêkek ji bo Standarekirina ziman Kurdî heye:

Wekî ku hertim tê ser ziman, gelek pêşbirkî di navbera zaravina de peyda dibin, pêwîste ku bi taybet ev xala hestiyar û bi awayekî berpirs were ronîkirin û ji ewan zaravan têgînên berhiş û ligorî serdema nûjen werin hilbijartin, daku komelgeheke giştî ava bibe û  biryarek vebir ji aliyê lêvegera Kurdî ya siyasî ya samdar, derkeve ku bibe fermaneke pîrozdar. 

Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir - Tewfîq Sînan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 01, 2026 Rating: 5 Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir Tewfîq Sînan Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û res...

هناك تعليقان (2):