Xwendevan û Pirtûk - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 13 مارس 2024

Xwendevan û Pirtûk

Xwendevan û Pirtûk

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê




Adilê Evdile

Xwendevan û Pirtûk Pirtûka ku em bînin ber neynika xwe ev e: Kurdistana Sûriya di nêrîna şofonistan de.


Nivîskar Elî Cizîrî. Sala 2023 Hevlêr. Ev pirtûk ji /467/ rûpelan pêk tê, du dergeh û 12 beşin. Pirtûk vekolîneke li ser beşê Rojava ji kurdistana mezin, ku tête naskirin bi kurdistana sûrî, çinku bibû beşek ji dewleta sûrî, piştî cenga cihanê ya yekm, û peymana /saykis-pîko/ di navbera Ingilîz û Ferensa de, sala /1916/an. Kurdistan landika şaristaniyê ye, /500,000/k.m rûber e, welatekî zengîn e, bi ax, av, çol û mewdanên xwe weke: petrol, Gaz û h.d, lewma bibû armancên êrîşkeran, û her êrîşkerekî kurd ji xwe re dikirin şervan, dîl û kole, ta weku vêr ojê. Kurdistan, nebû welatekî serbixwe, çinku berjewendiyên welatên xudan hêz, wisa dixwestin. Piştî peymana /saykis-pîko/ Kurdistan hatibû dabeşkirin, li ser hin dewletan, ew dewlet, roj bi roj guhertin û bişaftina gelê kurd bi kartînin, da kurd û kurdistan tune bikin, beşek ji kurdistan bibû para ferensa, ku îro bi navê Rojava tê naskirin, piştî /25/ salan ji dagirkirina Ferensa, ew beş hate radestkirinî erebên nicadperist, ku desthilat û saman ketin bindestê wan, û welat li ser navên xwe tapo kirin, û dane ber çavên xwe erebkirina welat bi gel, ax, av û saman ve. Dergehê yekê, pêşiyên kurdan. Mixabin pêşiyên kurdan tu guhdan ne didane xwendinê, nivîsandinê, lewre şûnwarên nivîsandî kêmin, êrîşkeran û talankeran, tiştê heyî jî dizîn û tunekirin,lê ji wan şûnwarên ku mayîn, nivîsandinên serleşkerê Yonanî/kizeynefûn/ di sala/401/B.Z, hîna li berçanan e, dema ku hatibû Kurdistan li gel deh hezar leşkerên xwe ve, ew nivîsandinên kevin bi tîpên mîxî, yên Someran didine xuyakirin, ku somer, soparto, pêşiyên kurdan ji îlam ta derya spî, bindestkiribûn, û Xorî û Lolo, û h.d, di nav wan de bûn. Horî, ew jî pêşiyên kurda ne, cihê wan bakurê sûrî bû, di sala/1500/B.z, û paytexta wan Orkêş bû, niha girê mozan e, di sala /2154/B.z, Gotiyan herêm desteser kiribûn, şûnwarên Mîtana, ku pêşiyên kurda ne, /1350-1550/B.z, îro jî têne dîtin, li bakurê sûrî, û başûrê Kurdistan, seyda Elî Cizîrî, pêde dice, ta dighe li hevhatina Firewniyên misrê û Mîtanan, û bi dawîhatina imperatoriya Mîtan-Horiyan, li ser destê Aşûriyan, sala/1335/B.Z, PAşê Mîdî tên ji rojhilatê Iranê, ta derya spî,desteser dikin. Beşê didiwan, Mîrnişînên kurdan. 1-Mîrnişîna Dostikiyan,/983-1085/ damezrêner wê Bazê kurê Dostik bû, paytext Fariqîn bû, rûber: Amed, Mêrdîn, Wan, Sêrt, Bidlîs, Serêkaniyê û çemê Dicle. 2-Mîrnişîna Botan, /1821/damezrêner malbata Ezîzan, paytext, Cizîra Botan, rûber: Wan, Sêrt, Amed, Siwêrek, Mûsil, şingal, Ormiye, Mehabad, Wêranşehir, û Cezîra sûrî. 3-Mîrnişîna Ibrahîm paşa yê Milî, /1845-1908/, paytext Wêranşehir, rûber:ji Bîngolê ta şingal ê, ku/6000/k.m çarçik di bin destan de bû, ji Meletiya li bakur, ta çiya yê Bişrî li başûr. 4-Mîrnişîna mala Can polat, ev mîrnişîn, /370/ salî mabû, ji Kilisê, ta Heleb, Hims, Hema, Ezaz, Harim û tevaya Efrîn, li xwe digirt. Beşê sisiyan, Kurdistana sûrî. Seyda Elî Cizîrî, berê xwe dide hin jêderên biyaniyan, weke: Mînoriskî, M. wesfî zekeriya, dema ku dibêjin: kurdên sûrî, ji demên kevin ve li virin, ji beriya Eyûbiyan ve, û evin herêmên kurdan: 1-Cezîre/Mezobotamya/ku berê navê deverê kardoxya bû, li nik Aramiyan, û kardo, qardo, di navbera herdû rûbaran de Dicl û Ferat, hemû beşek bû, li ser dema Osmaniyan, lê paşê bibû sê parçe, ev Cezîr warê hoza Milan bû. 2-Kobanî, berê beşek ji Orfa yê bû, ji berya sînor bê danîn, îro jî 0/075 kurdin. 3-kurdax, çiya yê kurmênc, 0/097kurdin, berê beşek ji kilisê bû, malbata Can polat, desthilatbûn. 4-Kurdên li ser rûberê welatê sûrî belavin, ji wan/500 000/ li şamê ne, û yên din li nava welatê sûrî belavin, weke: Hims, Hema, Laziqiyê û h.d. Beşê çaran, Nerînên kurdolojiyan: Kurdolojî, ew kesên ku bi nicadê kurdan ve xerîkin, yan rojhilatnasin, di demên kevin de, hatine Kurdistan, û tiştên dîtine nivîsîne, sebaret herêmên kurdan û jiyana wan, karistin Nîbohir, rojhilatê Danemerkî, di sala/1750/de, hatiye cezîra sûrî, û pirtûkek li ser hozên kurdan nivîsandiye, şihabedîn Elûsî/1876/hatiye Amûdê, û berê xwe daye Tirbespiyê, û çilaxe, Mark saykis, /1906/hatiye herêmê, wî jî pirtûkek nivîsandiye, sebaret Cezîrê, û dibêje: Xelkên cezîrê kurdin, êzîdîne û erebin, weha Piyêr Rondo yê ferensî jî dibêje. Beşê pêncan, erebkirin: Piştî dagirkirina ereban, ji kurdistanê re, dane ber çavên xwe, ku her tiştî ji xwe re bibin, Ax erd, av, saman, mirov, kultûr û rewişt, lê bi rengekî tund hate sepandin, dema erebên nicadperistên Sine, bibûne desthilat, erebên dagirker welatê kurdan dane ber xwe, dest bi talankirinê kirin, xwîn rijandin, mêr dil dikirin, destdirêjî li keçan dikirin, şehristanî têk dibirin, ziman qedexe dikirin, olên kurdan qedexe dikirin, lewre êl û hozên kurdan li ber xwe didan ta çerxa bîstan, berdewam bûn, weha êlên erebên Cibûr, şemer û Tey, hin bi hin erdên kurdan bindest dikirin, şer di navbera wan û kurdan de rû dida, ew kurdên Mîran, Milan û Mêrsînyan, di sala/1959-1960/an, dîsa dewleta sûrî, ereb ji parêzgeha Deraa û Swêda tannîn, li ser erdên kurdan bi cih dikirin. Pirojeya kembera erebî/1974-1975/. Erebên şofen yê Besî, pirojeyek danîn, bi egera tunekirin û bişaftina kurdan, lewra serhijmarek pêkanîn, beşekî mezin ji kurdan bê nasname kirin, navê gund û bajaran guhertin, erd û zevî ji kurdan standin, û ereb ji parêzgeha Heleb, Reqa û Dêrazorê bi hezaran anîn, herêmên kurdan, bi cihkirin, û erdên kurdan bi navê wan ereban tapo kirin, rûberê erdên kurdan ku hatibû desteserkirin/300191/hiktar bûn. Beşê sisiyan-1920-1963 Ev beş bi ferehî li ser cografî û pêkhateyên welatê sûrî di rawiste, û şirûve dike, ew pêkhate ereb, kurd, suryan, Ermen û Turkumen in, paşê ol û rêolên misilman û filehan û hijmara her nicadekî. Cografî û nexşeya welatê sûrî, ferensî pê leystin, li gorî bawerî û berjewendiyên xwe danîn, û hozên kurdan ji hev hatin birrîn, serxet û binxet çêbû, berlemana sûrî jî danîn, ew jî çîna burcewaz û serok hoz û hin bazirgan bûn, û bêhtir erebên netewperist bûn, wan jî berê welat dane ber erebkirinê ve, bi alîkariya hin rewşenbîrên ereb, di wê demê de, kurd bibûn du beş, beşek alîgirên ferensa bûn, û yên din dijber bûn, di heman demê de, komela xuyîbûn hate damezrandin, di sala/1927/an de, lê ferensa kêşa kurd piştguh xistin, û çend kesayetiyên kurd serokatiya komara sûrî dikirn, lê tu bi kurd û kurdîtiyê ne didan. Dewleta Sûrî û serxwebûn: piştî ferensa ji welatê sûrî barkir, û welat radestî ereban kirin, yekser ajotin ber bi erebkirina welat, û bişaftina netew û kêmnetwan, seyda Elî cizîrî bi ferehî û bi nav û nîşan, dîrok û rûdanan, tîne ber çavan, tund û tûjî, guhertinên dîmografî, dijî kurdan berdewam bûn. Partiya Bes ya erebên şofen, bibû desthilat, di /8-3-1963/yan de, welat bi ax, av, erd, asman û gel, hemî desteserkirin, di bin dirûşmên, wekhevî, hevpişkî û azadiyê de, lê welat û gel hatibûne dagerkirin, welatî bibûne bê maf û vîn, leşker bibû desthilat, û sûrî bibû bendîxane, artêşê destê xwe danîbû ser saman, mewdanên xelkê, û di hemen salê de artêşê beşek ji leşkerên xwe, rêkirin başûrê kurdistan, weku palpişt ji rêjîma Iraqê re, di şerê wan bi kurdan re, û bi heman egerê jî, kurdên rojavayê kurdistan dihatin serkutkirin.

Di /16/11-1970/ Hafiz Esed, ku wezîrê bergiriyê bû, destê xwe danî ser textê welat, piştî hevalên xwe avêtin zindanan, da xwe bide xuyakirin, serokekî rewa û xudan bîr û baweriyan, dserokê partiya karkerê Kurdistan, Ebdule Ocelan anî cem xwe, û berberî bi tirkan re kir, lê piştî çend salan li hev hatin, dewleta sûrî serokê P.K.K, radestî tirkan kir. Di sala /2000/an de serokê sûrî Hafiz Esed mir, yekser kurê wî Beşar, li ser textê bavê xwe rûnişt, û hin daxuyaî ragihandin, weke: Azadiyê, serbestiyê, dîmoqratiyê û rêzgirtina mafên hemwelatiyan, hin rewşenbîran bawerkirin, ku dergehê azadiyê hate vekirin, hin komelên serbixwe hatine vekirin, kurd û siyasetmedarên xwe jî di navde, lê vê buharê berdewam nekir. Beş çaran: Berxwedan. Himber wê tund û tûjiyê, wê tunekirinê, wan binpêkirinan, û serkutkirina kurdan, gelê kurd li rojavayê Kurdistan, weke beroşa avê li ser agir dema dikelê, ta raperîna leystikgiha Qamişlo rûda, weke biroskê, di sala/2004/an de, ku bihevçûn di navbera tîma kurd ya goka lingan, û tîma Dêrezorê de rûda, desthilatê/34/xortên kurdan kuştin, gelê kurd, seranserî welatê sûrî, kiribûn raperîn, rijêmê jî bi wan çekên di dest wan de ew kurd di kuştin, û /2000/ xort avêtin zindanan, roj bi roj derfetên jiyanê li ber kurdan teng dibûn.

 Rewşa abûrî: Her û her cih û warên kurdên Rojava, cihê hejarî û bê kariyê bû, çinku ew war dihatin piştguhkirin, ew cih war selika saman û mewdanên welatin, di sala/2011/an, şoreşa welat destpêkir, kurd jî bibûn beşek ji şoreşê, lê weke dema sewalek bimre, ajelên kûvî yên goştxwer, li ser komdibin, ji her çar nikaran ve, welatê sûrî bibû armanc, Urus, Emerîkan, tirk, Ewrupa û Israîl, her dewletekê ji wan, ji xwe re destek û alav ji nava welat peydakirin, û her dewletekê ji xwe re, beşek ji welatê sûrî dagir û desteser kir. Koçberiyê ji welat destpêkir, di nav wande jî kurd, û himberî wê koçberiyê, nandoz, xwefiroş û sîxuran, xwe berdane nava welat, saman û mewdanên kurdan ji xwe re talankirin.

Dergehê didiwan. Neynika şofonistan û kurd. Beşê yekê, çinku nivîskar Elî Cizîrî, kurê Rojava ye, qûnaxên demên Nasrî û Besiyan, û cenga navxwe, dîtiye û jiya ye, xweş dizanê ka ramanê partiyên şofonistên erebên nicadperist, çi rol û bandor li mirovên ereb kiriye û hiş û mejiyên wan hatiye kontrolkirin, beru ez eziyê ve, û çawa nifşên xwendevan û nivîskar, çapxane, pirtûk û ragihandin, hemî berê wan dabûne erbkirina, raman û nêrînên xelkê, di encamê de, wê welatekî xurû erebbimîne, piştî bişaftina her netew û kêmnetewan. Beşê didiwan: Rewşenbîr û nivîskarên ereban, piştî welatê kurdan dagirkirin, ji çerxa hevtan ve, xwe dîtin şah û mîr û Axayên resen, û kesê ne ereb be, dive kole be.

Hin nivîskar û rewşenbîrên wan, digotin: kurd Ji berê ve erebin, û hinan digotin, kurd zarokê cina ne, Selahedîn ê Eyûbî kiribûe ereb, ta navên, erd, bajar, gund, çiya û rûbaran guhertibûn, weku mînak, navê Amed ê, kiribûn Diyarubekir, navê Bakirda, kirin Cezîret ibin umer, û kurd kirin Ekrad, ta vê rojê, gotina Kurdistan, nayînin ser zimanê xwe, sed mixabin, hin kurd jî, navê Kurdistan bi wan tehle, lewra dibêjin: Kiyan û şemal. Dema imperatoriya Osmanî hilweşa, û gelên herêmê bibûne dewlet, gelê kurd jî çavên xwe vekirin, û partî, rêxistin û komele ji xwe re avakirin, lê bersiva siyaset medar û rayedarên ereban, ev bû: Kurd dixwazin, Israîleke din, di nav me de avabikin, û pêre digotin: Kurdên welatê sûrî, ji nav xaka tirkiyê hatine, û tu mafê wan li sûrî tune.

Beêî sisiyan: Di vî beşî de, mamosta Elî berê xwe dide çand, nivîskar û rewşenbîrên ereban, yên şerê gelê kurd, eşkere dikin, weke: Mihemed teleb hilal, endeziyarê erebkirina cezîra Rojava, û anîna erebên hawirde, û bicihkirina wan li ser erdên kurdan, Munzir mûsilî, ku efserekî parastina dewleta sûrî bû, û çend pirtûkên xerab, li ser kurdan çapkirine, Diktor Burhan xelyon, mamostayê zanîngehê, ku dibêje: Nabe dewleteke netewî kurd, çêbibe, D. Mihemed Abid Cabirî, ew dide xuyakirin, ku her kesê di nav ereban de û ne ereb be, lê bi zimanê erebî bi nivîse û bi axive, divêt bibin ereb, D. Mihemet Cemal Barût, ew dibêje: Hindik kurd li sûrî dijîn, ew jî di dema fermanê de hatine, Ebdil Mesîh Qiryaqus, filehekî Besî ye, ji Dêrika Hemko ye, /17/ salan di bendîxanên hevalên xwe yên Besî de, maye, ew sebaret mafê kurdan dibêje: Kurdên sûrî bi dijminên welat re bi kirê di xebitin, Muhemed Gati, ew jî dibêje: Kurd nicad erebin, tu mafên wa nine, ku xwe dikin kurd.

Beşê çaran: Hin dîdarên xudan wijdan, ji ereban, di vî beşî de nivîskar El Cizîrî, dost û xemxwerê gelê kurd, ji ereban jibîr nake, û dibe spasdarê wan, weku: Ebdurehman Ezam, pê bawerê hevgirtina ereban, yê ber, Ebdurehman Bezaz, serok wezîrê Iraqê yê berê, Remezan Erabî yê nivîskar, Kamil çadirçî, M, Mihdî Cewahirî, Sededîn Ibrahîm, Recaî Fayid, û h.d, di nav wande, Muemer Qezafî, serokê dewleta Lîbya yê berê. Beşê pêncan. Hin kurdên xwe firoş. Di vî beşî de, nivîskar Elî Cizîrî, çend nimûneyan, tine ziman, ji wan kesên kurdên navdar, ku xwe û wijdanê xwe, bi erzanî spartine dijminan, weke: Necat qesab Hesen, zanyar û mafnas, Elî Bozo, ku nûnerê berlemanê sûrî bû, di sala/1957/an de, Mihemed Kurd Elî, wezîrê rewşenbîrî yê sûrî, yê berê, Xalid Begdaş, serokê komonîstên sûrî, şêx Ehmed Keftaro, miftiyê sûrî, şêx mihemed seîd Remezan Botî, Merwan şêxo. Beşê dawî. Hin daxuyan, têbînî, helbest û nexşe..

 

  

Xwendevan û Pirtûk Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 13, 2024 Rating: 5 Xwendevan û Pirtûk Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê Adilê Evdile Xwendevan û Pirtûk Pirtûka ku em bînin ber neynika xwe ev e: Kurdistana ...

ليست هناك تعليقات: