Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa" - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 6 ديسمبر 2023

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa"

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa"


Hînkirina Zimanê Kurdî Erka Me Ye

BARANÊ CÛMÊ

Di dîroka 14.08.2022an de, em mamosteyên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa" li almaniyayê bajarê Bremenê, bi berpirsiyarên komeleya Newroz e.v re civiyan. Mijara me ew bû ku di riya komeleyeke almanî re û bi fermî cihekê bibînin û destnîşan bikin ji bo em tê de keç, xort û zarokên Kurd fêrî zimanê kurdî bikin.

Piştî komeleya Newroz têkilî bi "Soziale Stadt Bremen Grohn" re kir û piştî mehekê hat erêkirin û cihek destnîşanî me kirin. Herweha ji aliyê xwe ve me ji bo tomarkirina navan ragihand û ji destpêka 01.10.2022an ve du kursên zimanê kurdî hatin vekirin. Hejmara herdu kursan 24 kes bûn, berdewam bûn û ezmûna xwe ya dawî kirin. Me bi boneya derçûna wan di ahengekê de fêrname li wan belav kirin.

Di pê re du kursên din vebûn ( asta yekem- asta duwem) hejmara şagirtan 15 bûn wê li dîroka 17.12.2023 ezmûna xwe ya dawî bikin.

Niha me dest bi tomarkirina navan ji bo kursên nû kiriye û wê di destpêka sala nû de li 07.01.2024an dest pê bibe.

Em berdewam in di fêrkirina zimanê kurdî de û têkilî bi malbatên Kurd re dikin ji bo ew jî bi me re alîkar bin, zarokên xwe bişînin navenda fêrkirinê û di malên xwe de bi zimanê kurdî bi hev re baxivin.

Emê berdewam bin li ser vê baweriyê ku li vê biyaniyê zarokên xwe bi tenê nehêlin, zimanê kurdî bi wan şêrîn bikin û fêr bikin ku ew bizanibin xwendin û nivîsandina zimanê kurdî erka her kurdekî welatparêz û kurdperwer e.

Ji aliyeke din ve di riya "Komeleya Hînkarî Bremen" re li bajarê ku em lê dijîn "Bremen" a ku em jî endamê wê komeleyê ne, komîteke taybet ji bo têkilî bi malbatên Kurd re bikin heye, li ser malbatên Kurd digerin ji bo zarokên xwe bişînin dibistanan û fêrî zimanê kurdî bibin.

Divê were zanîn ku fêrkirina zimanê kurdî ji sala 1993an de li bajarê "Bremen" bi şêweyeke fermî di dibistanan de heye û ta roja îro berdewam e.

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa" Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 06, 2023 Rating: 5 Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî "Şaxê Ewrupa" Hînkirina Zimanê Kurdî Erka Me Ye BARANÊ CÛMÊ Di dîroka 14.08.2022an de, em...

ليست هناك تعليقات: