Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 - 2023 - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 1 سبتمبر 2023

Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 - 2023

Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 - 2023


Îro roja Înê rêkeftî 1/9/2023ê, li bajarê Hesekê

- yekîtiyên Nivîskar û rew‏şenbîrên Rojavayê Kurdistanê

 - Komeleya Rojavayê Kurdistanê a Çand û Wêjeya Kurdî.

- Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê.

- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê. 

- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê.

- Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.

- Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.

Bi gurzên gulan serdana gorina Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî kirin.

Dipêre li baxçeyê xwendinê çilrojiya nemir hate vejandin, bi amadebûna gellek nivîskar û rew‏şenbîrên kurd, û çalakî bi vî awayî derbas bû.

 destpêkê helbestvan Hozanê Girkundê bixêrhatina amadebûyan kir û bi sirûda neteweyî kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

Gotina her şeş saziyan ji hêla nivîskar Qadir Egîd ve hate xwendin.

Senfizyoneke li ser jiyana Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî hate pêşkêşkirin.

Nivîskar Miş'elê Osman helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Nivîskar Yûnis Hemî gotina rêhevalên nemir pêşkêşkir.

Helbestvan Leyla Reşo helbesteke nemir xwend.

Salihê Heydo gotinek pêşkêş kir.

Helbestvan Imranê Menteş helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Dr. Şehnaz Sebrî gotina malbatê pêşkêş kir.

Helbestvan Idrîs Hac Qasim helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Di dawiyê de hunermend Masûmê Şikakî bi gurzek stiran ji helbestên nemir bi awaz û dengê xwe çalakî xemiland.


Hêjayî gotinêye ku Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ev berhem li pey xwe hiştin:


1-Nigarên kul û derdên jiyanê (helbest)1996.Z


2- Nerînek di terazû ya ristên Kurdî de (vekolîn)1997.Z


3- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem) 2000.Z


4- Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.Z


5- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê duyem)2003.Z.


6- Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z


7- Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z


8- Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.Z


9- Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z


10- Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest)2017. 














Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 - 2023 Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 01, 2023 Rating: 5 Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 - 2023 Îro roja Înê rêkeftî ...

ليست هناك تعليقات: