- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 7 مايو 2023


Mela Xelîlê Mişextî helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi şêweyê klasîk nivîsandine, lê mijarên wî bigiştî li ser Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin.


Zanewer, helbestvan û nivîskarê Kurd Xelîl Silêman Xabûr ê binavê Mela Xelîlê Mişextî hatî naskirin diyar e ew yek ji hozanvanên serdemê ye û li gor hin agahiyan, me wisa ew naskirî.

Ji berî ez vê pirtûkê bi dawî bikim, ji min re gelek meraq bû ez helbestên wî ji nêzîk ve weke lêveger bixwînim, birastî min ew dişopand ku gelek berhemên wî hene lê nehatine çapkirin, vê dawiyê me bihîst dîwaneke wî di rêya weşanxaneya Spîrêz li Duhokê ji berhevkirina kurê wî Newzad hatiye çapkirin, piştî min çend caran ji pirtûkxaneya Manêsa ya li bajarê Dêrika Hemko daxweza wê dîwanê dikir ez mam bendewar hetanî piştî zêdetirî  sê salan xudanê pirtûkxaneyê gazî min kir û ev pirtûk bê beramber diyarî  min kir.

Bilez min çend rûpelên destpêkê, pêşgotin û kurtejiyanê xwendin, tevî ku pirtûk bi tîpên aramî hatiye nivîsandin.

  Birastî rondik û hêstiran rê nedan ez biçim û beşên dîtir ji pirtûkê bixwînim.

Dema min dest bi xwendina helbestan kir min  hew dît ez ketime cîhaneke dîtir , weke  mirov  di derya yan di okyanûsan de winda bibe, wisa min ji bîr kir armanca min ji vê dîwanê çi bû.

Min biçûkbûna xwe liber lehengiya vî helbestvanê mezin dît, gelo ezê çawa di aliyê rêbaz û bedewiya helbestê de, bikaribim helbestên wî binirxînim?

Helbestên Mişextî neynika jiyana wî ya hejarî û derbideriyê ne, tiracîdiyên êkser, kul û derd, azar û hejarî nabin sedem û kelem di bêşiya îradeya wî ya bihêz ji bo zanîn û rizgariya gel û civaka wî,

Ger welatê min dipirsî baxê rizwanê min e

Yan bibêyî ew kî ne navda hor û wildanê min e

Kurd im û Kawa nijad im şêr ji bo me ser çemand

Padîşahê Kîşwer im alem di fermanê min e

 Herweha xwe dike cangorî ji bo mirovahiyê, ew xêr û qenciyê dike armanca xwe ya sereke, bang û gaziya wî her ji bo şoreş û serhildana ye li dijî desthilatdariya dijminê netewa wî ne, herweha rûmet, dirav û saman destkeft in, her ji bo gel in.

Ey welat gava tu gazkey bo mirin ez hazir im

Qoçî qurban im belagêr gorî ye bo te ser im

Hazir im bo ceng û qadê tu bimînî serbilind

Çarde sal bûm ta ku ev ro her linava senger im

Helbestên Mişextî ne tenê neynika jiyana wî ne lê belê qonaxeke dûr û dirêj e ji dîrokeke aloz û tiracîdiyeke bi êş, xem û nalîna neteweke bindest e, ku ji berî hezarên salan tê tunekirin û qirkirin.

Em di çarçeweya helbestên wî de wêneyên binêşeyî yên herî bedew dibînin.

Herkesê ku hate dêrê dil li wê rêşa û çû

Mesteka tovê hewes çand her bi xo kêşa û çû

Mesteka tovê hewes çand wezneka zîwanê reş

Arezû mane di dil da her wekî mêşa û çû

Mişextî helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi şêweyê klasîk nivîsandine, lê mijarên wî bigiştî li ser Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin.

Mişextî ne helbestvanekî romansi ye, çimkî gelek guhdanê nade evîn û pesn, xewn û xeyalan, mijaran dest pê dike bi hikmet dawî dike, û xwezaya bedew a welatê wî cihê herî mezin di helbesta wî de digire, û zimanekî pak û tevlîheviya herdu zaravayên sereke, Kurmancî û Soranî bi kar tîne.

Şikefta bab û bapîran şikefta kafiran nîne

Hemû war in ji bo jîran muqedestir ji wan nîne

Şikeft in medresa mêra şikeft in kargeha şêra

Li ser kop û binê şkêra dizanin xelik ku Kurd kî ne

Berê Mîdya û Sasanî şikeft bûn bo me xoş xanî

Li Havîn û li Zivstanê ji bo me war û hêlîn e

 

Tiştên ku dibin sedema xirabiyê û dûrketina ji erikê welatparêziyê, bi gunehbarî û tawanê bi şêwazê helbestên tenz binav û aşkere dike.

Herweha di helbesta rexnegêriyê de jî şareza ye, çend sernameyên helbestên rexne û hem tenz mînak:

-Bes e tu kurdîniyê bizane -Mirin çêtir e bo te-Kerê te razîbûna xwe diyar diket-Ez û Efleq-Caş û sîbaq-Caşê reben-Xwelî ser-Sofî tê kertir bimînit..HWD.

Di helbesta Telqîn bi zimanê Diza dibêje:

Xwendina telqînê li ser miriyan di îslamê de tune ye, çi hedîs û riwayet nînin, wisa rexne li melayê Kurd dike

Mela bes bike dilê me sotî

Kovan hezar in nahête gotî

Ew Kurdê jar û hinîyê pê reş

Arebî zanin herwekî Elweş

Şêwazê helbestên tenz li kesên bûyîn komonîst:

Tu komonîst î bi xwe ve mîst î

Kevlê beraz î mirar e pîst î

Lew na gemar bî ne xoşewist î

Nabêt dirêj kin ji bo te destî

Ji hêla Tenz, devavêtin û rexneyê di pesndariyê de jî zîrek e.

Ew kî ye xêr rêj û rencber serkejal û singê ban

Pêtivî wî ne hemî kes zor bi rêze nav cîhan

Ew kî ye coka dikolît erdê giş ber av dikit

Dexl û danî ew diçînît şîn dikit bistan û tan

Çavê min çavê hemî kes l`deste rengînê heye

Her bijît ew destê rengîn her bijît ew qareman

Di pesn û afrîna jina Kurd de dibêje:

Xulamê bejn û bala tim keça Kurda jina mala

Rewişt pakê çi şeyda tim rihana ber çem û nala

Mişextî kesekî welatparêz bû, hîç hejarî, xizanî û derbederiyê ne dikarîn wî ji rêça kurdîtiyê vegerînin.

Al, hilgirê mêranî û comerdiya pêşmergeyê mezin Mela Mustefa Berzanî bû, rêbaz û rewişta wî ya di têkoşînê de her ji bo doza miletê Kurd bû.

Tu bira bû hem çira bû meş`lê Kurd û welat

Te hemî Kurdek şiyar kir rakirin j`xewka giran

Kurd hemî vêt Mistefa bin Mistefa bo Kurd hemî

Navê te heta qiyamet dê nîgar bît l`defteran



 

 

 

Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 07, 2023 Rating: 5 Mela Xelîlê Mişextî helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi şêweyê klasîk nivîsandine, lê mijarên wî bigiştî ...

ليست هناك تعليقات: