Guhar Mamo-45 emîn salvegera koça dawî ya Erebê Şemo. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 21 مايو 2023

Guhar Mamo-45 emîn salvegera koça dawî ya Erebê Şemo.

45'emîn salvegera koça dawî ya Erebê Şemo



Gohar Mamo



Berî 45 salan kedkarê me mezin û qedirgiran,  nemir Erebê Şemo koça xwe dawîn kir. 

Ked û xebatên xwe rûmet hîşt pey xwe, usa jî navekî zêrîn nav wêja ya kurdî. Ked û xebatên wî usa jî pir û pir bû serkeftina kurdên me li Qafqasîya, taybetî li Ermenîstanê de, ji bo milet xerîbî de kurdbûna xwe biparêze, mezin û gêncên me xwe xwendina bilind bigire, perwerdeya ziman û çanda kurdî berdewam be.  Heya piştgirîya Komelên dîlan, şano û stranên kurdî jî kirye. Kurdperwarya wî bo serkeftina kurdên me Sovyêta berê bê sînor bû. Tim tev ronekbîrên me hevgirêdayî karên rûmet û mezin kiriye. 

Navê zêrîn bi keda xwe rûmet qazanc kirye. Xwedê ji keda wî rûmet razî be.

 Dilovaniya xwedê lê be, cihê wî nûr û bihûşta rengîn be, ruhê wî şad be. 


*JI JÎYANA EREBÊ SEMO

Têmûrê XELÎL 

• Erebê Şemo gava gelek salan li hebsên Sîbîryayê da maye, xwe bi xwe ra çirokên kurdî gotine, ku zimanê dayîka xwe ji bîr neke.

• Gava ji kurdekî feqîr ra alîkariya ji bo xwendina li Ûniversîteyê an ji alîkarîyek din pêwîst bibûya, wî hemû nîşan û medalyayên xwe bi pêsîra xwe va dikir, berê xwe dida berbi serokên komara Ermenistanê û yekser pirs hel dibû.

• Ewî gelek ji kibaban hiz dikir. Bi çêkirina kesî ewle nedibû, bi xwe çê dikir û bi qedeheke konyaka Ermenistanê dixwar.

• Erebê Şemo 7 ziman bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azerî.

• Gava hate "efûkirm” û ji hebsê derket, pê hesîya, ku kurdekî bi navê Elîxan Ş....nov bi xayîntî gilîyê wi ber hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew ne da mehkemê. Digot, bira nebêjin ku kurd fesadîya hev dikin.

• Piştî mirina wî, ji alî hukumeta Ermenistanê va xelata lîtêratûriyê ya ser navê wî hate kivşkirin. Xelata pêşin nivîskar Wezîrê Eşo sitend.

• Bîra wî digihîşte dereca fantastîkîyê. Çaxê bi yekî ra xeber dida, heta çend bavê wî nas dikir û yê himber bi wan zanebûna şaş-metel dihîşt.

• Li ser dîwarê xanîyê ku Erebê Şemo lê dima, li ser kevireki mermer bi rûsî weha hatîyenivîsandin: ”Li vê malê da nivîskarê kurd, bolşêvîkê kevin, xebatkarê civatîyê ê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamilov jîye”. Mala wî li navenda bajarê Yêrêvanê (soqaqa Abovyan, 7) ye û ev nivîs niha ji li wir e.

• Pirtûka wî - ”Şivanê kurd” cara pêsin sala 1931-ê h Moskow bi zimanê rûsî ronahî dîtîye, lê paşê bi deha zimanên cihanê hatîye wergerandinê û çap bûye.

• Têma doktora keça Erebê Şemo - Zinê, derheqa jîyan û karkirina wi da bû.

• Erebê Şemo endamê Akadêmîya Kurdî ya Bexdayê bû.

• Ew ji mala şêxa bû û dikaribû şêxtîya xwe bona kara xwe bi kar banîya, lê temamîya jîyan û xebata xwe da li dijî wan kesan derdiket, yên ku dîn kiribûn bingeh û dest davêtine kîsê milet.

• Erebê Şemo û V. Î. Lenîn hev ditine û li ser rewşa kurda bi hev ra peyîvîne.

Kovara Roja Nû 51 / 1998 

Guhar Mamo-45 emîn salvegera koça dawî ya Erebê Şemo. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 21, 2023 Rating: 5 45'emîn salvegera koça dawî ya Erebê Şemo Gohar Mamo Berî 45 salan kedkarê me mezin û qedirgiran,  nemir Erebê Şemo koça xwe dawîn kir. ...

ليست هناك تعليقات: