Rojnamegeriya Kurdî-Ebdilezîz Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 22 أبريل 2023

Rojnamegeriya Kurdî-Ebdilezîz Qasim

Rojnamegeriya Kurdî-Ebdilezîz Qasim

Wek em dizanin ku di 22ê nîsana 1898an de, yekemîn karwanê rojnamevaniya kurdî bi rêket û  ji aliyê Mîr Miqdad Bedirxan beg li paytexta  Misrê (Qahîre) yekemîn finda rojnameya kurdî li jêr navê (Kurdistan) û bi zimanê Kurdî hate teyîsandin, her ji wê rojê ve, Rojnameya Kurdistan bû havên û  pizdanê destpêkirina şoreşeke hizrî û rewşenbîrî li nav tevgera azadîxwaza netewa me û ji wê rojê û heta niha hersal milletê me bi rêz û siyanetek taybet evê rojê bibîr tîne, û rola netewî ya Bedirxaniyan bilind dinerxîne.

Derxistina rojnameyekî berî 125 salan  û li jêr navekî  bilind wek navê Kurdistan, destpêkek dîrokî bû li pêxema hewildan bo zîndîkirin û geşekirin û avakirina hêz û îradeya netewî, û têkelkirina xebata siyasî digel ya rewşenbîrî weke du têgehên tewawkerê hevdu jibo gehiştin bi maf û xwestekên netewî.

Rojnamevaniya kurdî, di gelek qonaxên sext û dijwar de derbasbûye û her ji destpêkê ve û heta niha hilgirê peyamek siyasî,netewî û rewşenbîrî bûye, û mil bi milê xebata siyasî û tevgera kurdî  bandorek erênî û karîger li ser hişyarkirin û coşkirina hizra netewî û welatparêziya kurd kiriye û hevdem sekoyek bû  bona gehandina dengê daxwazên gelê Kurd bo raya giştiya Cîhanî.

Rojnamevan û  Nivîskar û Rewşenbîrên kurd di pêvajoya xebata netewî di qonaxên sext û dijwar û li jêr gef û govaşên neyarên kurdan de, bi mêranî sîngê xwe kirine mertal  û bi xamên xwe yên dijmin şikên, berdewamin li ser ronîkirina hizra netewî û rêya xebat û pêşvebirina civaka kurdistanê.

Îro jî ku qonaxa masmîdeya û ragihandinê ye, Rojnamevaniya kurdî kariye ku bi mifa ji wergirtina alav û têknlojiya serdem bibînê û karwanê rojnamevaniya xwe ber bi pêş ve bibe û weke ragihandinek pirofişnal, xebata neteweyî bidomîne û berdewamiyê bidê gehandina peyama xwe. 

Rojnamegeriya Kurdî-Ebdilezîz Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 22, 2023 Rating: 5 Rojnamegeriya Kurdî-Ebdilezîz Qasim Wek em dizanin ku di 22ê nîsana 1898an de, yekemîn karwanê rojnamevaniya kurdî bi rêket û  ji aliyê Mîr ...

ليست هناك تعليقات: