Jina Kurd -Diyarî bo jina Kurd-Seîd Yûsif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 2 أبريل 2023

Jina Kurd -Diyarî bo jina Kurd-Seîd Yûsif

Jina Kurd-Diyarî bo jina Kurd-Seîd Yûsif

 


Ew dil û jîn û evîn e

Ji Kurda re hat mizgîn e

Rûkê zemînê geş dike

Dilê mirovan xweş dike

Ew gula deşta Mêrdîn e

 

Him find û çira welat e

Ronî dide heyv hilat e

Ew ava çemmê ferat e
Gul nêrgiza  Kurdistan e

Ji  Xweda hatî xelat e

 

Stêrka asîmanê me ye

Nîşana xebata me ye

Bê wê jiyan qet nameşe

Bihn û bayê sînga me ye

Ew roniya çavê me ye

 

Jin simbola berxwedan e

Ji Kurdan  re dibistan e

Jin jiyan e azadî ye

Ew çîroka serhildan e

Bê wê nabe qet felat e

 

Geh Edla ye geh Zînê ye

Him Fatê ye geh Xecê ye

Geh çiya ye wek Leyla ye

Ew dayika pakrewan e

Kurdistan e Kurdistan e

Hisiça : 12/3/2023



 

  

Jina Kurd -Diyarî bo jina Kurd-Seîd Yûsif Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 02, 2023 Rating: 5 Jina Kurd- Diyarî bo jina Kurd-Seîd Yûsif   Ew dil û jîn û evîn e Ji Kurda re hat mizgîn e Rûkê zemînê geş dike Dilê mirovan xwe...

ليست هناك تعليقات: