Cejna Kurdên Êzîdî Carşema Sor û cihê wê di çanda olî ya Mezobotamiyayê de-Dîroknas Biradost Mîtanî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 18 أبريل 2023

Cejna Kurdên Êzîdî Carşema Sor û cihê wê di çanda olî ya Mezobotamiyayê de-Dîroknas Biradost Mîtanî

Cejna Kurdên Êzîdî Carşema Sor û cihê wê di çanda olî ya Mezobotamiyayê de-Dîroknas Biradost Mîtanî





Dusiba 19-4-2023z.29-1-2635Kurdî Çarşema Sor e . Çarşema serê Nîsanê ye. Sersala Kurdên Êzdî ye. Cejna vejîna jiyanê ye.

Pîroz be û cejna azadî, aramî û xweşiyê be.

عيد تكوين الحياة . رأس السنة الايزدية كل عام وجميع الأخوة اليزيدين بألف خير 

Cejnên roja Vejîna  Cîhanê û jiyanê   bi taybet di dîroka Kurdî de û bi giştî  di ya Mezopotamiya de .

بعد غد  هو عيد الاربعاء الأحمر (جارشما صور) .الاربعاء الاول من شهر نيسان . 

Bi wê helkeftinê bo we ev lêkolîn:

بهذه المناسبة إليكم هذا   البحث عن أعياد يوم خلق الدنيا والحياة في التاريخ  الكردي خاصة و في موزوبوتاميا عامة

Yekîtiya   wan Cejnên Çarşema Sor ،zakmakî ،beranan , Akîto , Fesih  û Newroz    . 

وحدة  أعياد : جارشما سور ،زاكماكي ،برانان,آكيتو ,عيد الفصح  ونوروز 

Cejna  vejîna goka Cîhanê  li cem birayên me yên  Ezdî  berya  bihtir ji 6600 salî ye  . Ew bîranîna dema ku di riya Melkê Tawis re  yê ku xwedê ew şanazî kire destên wî de û jiyan di riya goka Cîhanî re afirand û ew kite endizyarê wê jiyanê . Birayên me yên  êzdî bi wê helkeftinê  her sal di roja çarşema yekem de ji serê heyva Nîsanê dixin cejin û sersal. Niha di roznama zayînî (Mîladî)  de dibe (13) heyva  nîsanê ,Lê di roznama Rojhilatî  (Şerqî) de  dibe (1) heyva Nîsanê. Lewra çarşena yekem ji piştî (13) rojan dibe çarşema sor . Jiber wê yekê Çarşema Sor îsal dikeve (19) heyva Nîsanê de bi ya rojavayî (Zayînî) û (7) Nîsanê bi ya rojhilatî û wilo bi kurdiya carê ya ku dê û bavên me bi kar tanîn  û tê bîra me ku dê û bavên me jî  destpêka heyvên wan piştî wê ya zayînî bi (13) rojan dikirin sersal . Niha birayên me yên Êzîdî wê roznameya rojhilatî ya bav û kalên me  bi kar  tînin ,yanî piştî (13) rojan ,Lê xuya ye ku ew ji roja  Çarşema yekem piştî wê dest pê dikin.

Carinan beşek ji birayên me yên Êzdiyan di Çarşemekê bi berya wê de dikin cejin .

Birayên me yên Siryan jî weke wê roznameya birayên me yên Êzîdî ya rojhilatî  cejna xwe li dar dixin . Lê ne merc e ku di çarşembê de be . Ew di (1)  heyva   rohilatî (Şerqî ) de yanî( 13 ) Zayînî  (Mîladî) de ye .

Ji beriya 4500 û bihtir salî ve bavkên me gelê Kurd şahî bi Behar,jiyan û serkeftinan kirine . 

 ji wan Someriyan (1)Nîsanê bi navê Ekîtî li dar dixistin . A-Kî-Tî  yanî Ên xwediyên cih ,yanî A-Cî-Tî.Ew jî cejna vejîna  jiyanê bû.  jê re digotin  Zik-Mak  yanî jidayîkbûna yekem .

 Bavkên me  Gotiyan (Cûdiyan)(1) Nîsanê bi navê cejna beranan di destpêka Biharê de li dar dixistin ,dema sewal avis dibû û wilo gul,dar û geya jî ber digirt ,nîşana jiyana nû çêbibû.

Horî-Mîtanan (1)Nîsanê bi navê vejîna xwedawend Mihtira li dar dixistin , dema rabû û çû cem Xwedê.

Hîtiyan (1)Nîsanê cejna serkeftina Xwedawend Tîşop dijî Ezdihak dikirin şahî û pîroz.

Beşek ji birayên me yên Siryan  (1) Nîsanê  bi nave cejna Ekîto ya vejîna Cîhanê  wê rojê  li dar dixin .

Zerdeştiyet (1) Nîsanê bi navê cejna mezin a dayîkbûna pêxember Zeradşt (1)heyva Firoşîha cejna mezin li dar dixin.

Niha em Kurd (21) Adarê Newrozê li dar dixin.Ev (21)  û  (1) Nîsanê û (13) Nîsanê û Çarşema Sor a îsal dikeve (19) Nîsanê de hemû yek in , ji ber sersala me Kurdan e û helbet hemû sersal dikevine serê heyvan de . Lê roznama serdemên nû ya zayînî (11) rojan   pêş de hatiye û  ya rohilatî bi (13) rojan paş de  hatiye  , li ser destên miletan . Ya me Kurdan a rast (1)Nîsanê ya  û kevnar e ,  weke ya wan bav û kalên me ye. Lewra ew û Newroz yek in û Newroza rast ne (21) Adarê ye , (1) Nîsanê ye .Lê me Kurdan bi şaşîtî biya wê roznama Zayînî kiriye û berya dema wê bi (11)rojan em li dar dixin.

Naveroka  cejna vejînê ya Çarşema Sor:

TAWISÎ MELIK ew yek ji heft firiştên ku xwedê ji roniyê çêkirine beriya jiyanê û gerdûnê û cîhanê tev, lê weke ola ÊZDAYETÎ dibêje : Dema xwedê ADEM Û HEWA ji heriyê çêkirin got ez ê van firiştan bi ceribînim ka wê ji henekan din re ji bilî min sere xwe çimênin yanî  çine sicdê yanî wê serê xwe bi tewînin an na .  Rabû ji her heftan xwest ku herin sicdê . Şeşan ji wan ji bîr kiribûn û çûne sicdê , lê EZAZÎL hingî evîndar û dilsoz bû ji xwedê re, ew neçû sicdê Xwedê jê pirsî : EZAZÎL te çima wek hevalên xwe nekir û tu ne çiwî sicdê . Wî got : Xwedayê min ,mane te beriya niha  ji me re gotiye heke hûn min nasdikn qenc ,hûn ji min pê ve ji kesî re naçin sicdê ticaran .Ji vê yekê xwedê zanîn û dilsoziya wî di vê cerbandinê de nas kir , qenc pê bawer bû ku ew ê rewatiya ol û sincê di jiyanê de bi rê ve bibe  .Rabû sê xelat danê :  

1 – Zaniyariya pêşdem ji gerdûn û xaknîgariya cîhanê û afrandina wê ve . 

2- Kirasekî spî nîşana pak û paqijiyê û pêsîra wî girover nîşana giroveriya goka cîhanê .  

3- Ew kire mezinê firişatn yanî mela'îketan . 

Piştre xwedê ji EZAZÎL re firinda tawisê rêkir .Wê li ser goka cîhanê danî ya tev av .Av ji dewsa lingên wê çû û ziwahî derket û Xwedê ROJ çê kir  .Tavikê da wir û ziwahî  fereh bû  .Xwedê zaynde afirandin . Jiber wê rojê birayên me yên ÊZÎDÊ di cejna çarşema serê NÎSANê  de (12)hêkan bi qasî heyvên salê rengîn dikin û wan dikin çar beş bi qasî werzan û her siyan bi rengekî rengîn dikin. Ew hêk ên kelandî ne. Ew jî nîşana ku goka Cîhanê carê av bû ,lê piştî afrêneriya Tawisî melik jê re hişk bû. Spîk av û qeşa ye û zerik di nava wê de ax û kevir e û li ser hêkê rengîn dikin ,nîşana rengîniya xwezayê ye  û li hecgiha Laleşê êvara cejna Çarşema Sor (365) çiran pêdixin ,bi qasî rojên salê û gulên sor jî didaleqînin ,nîşana rengê xwîna ku Xwedê berda laşê bavê me Adem de. 

Çarşema Sor di heyva Nîsanê (Nîşanê) de ye ,ji ber ku ev heyv nîşana zabûn û xweşiyê ye. Tê de zad ,gul,zayinde  û xwezayî tev tovê zabûnê şîn dibin û ev heyv qeşeng ,xweşik û rengîn e û ne sar e û ne germ e û şev û roj tê de bi qasî hev dibin . Lewra heyva nîsanê xwe dibîne bûka mak. Ji ber vê yekê kurdên me di heyva Nîsanê de dawetan ji bûk û zavan re pêk nayênin û wilo ardan jî nahilkin ji bo tovê xwezayî yê hêyî ku ezman û erdê afirandî  nekuijin.

Cejin di çarşemê de ye ji ber ku piştî heft rojan Xwedê   çêkirina gerdûnê di roja çarşemê de bi dawî kir. 

Di şeva Çarşema Sor de milet diçe serdana goristanan û şekir û fêkî ,xwarin û goşt bi navê serbirê didin milet. Roja cejnê cilê xas spî li xwe dikin û diçin serdana hev mal bi mal ,weke ku îro em Kurd di cejnên misirmantiyê de pêk tînin. Me Kurdan ev rêzik ji bavkên xwe yên Êzîdî girtiye .

Nêzîkî wê baweriyê birayên me yên SIRYAN jî wê yekê dikin û hêkan rengîn dikin  .

Cejna  Çarşema Sor û ya Ekîto  û ya Newrozê  hemû li  me û li birayê me yên Êîzdî û  Siryanî û li me Kurdan  û Gelê Mezopotamiya tevan pîroz be

Jêder: 

-Lêkolînvan Corc ro - Pirtûka  Iraqa kevin

-Dîroknas Hîrodot –Pirtûka Dîroka Hîrodot .

-Dîroknas  Faris Osman – Pirtûka Zerdeşt û ola zerdeştî .

-Dîroknas Cemal Reşîd- Pirtûka   Lêkolînên Kurdî di welatê Someran de.

-Dîdarên min bi kesayetên Êzdî û Siryanî re.

-Malpera Elhîwar el mûtemedin a bi Erebî .

Biradostê Mîtanî.

18-4-2023z.   28 -1 -2635Kurdî 



Cejna Kurdên Êzîdî Carşema Sor û cihê wê di çanda olî ya Mezobotamiyayê de-Dîroknas Biradost Mîtanî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 18, 2023 Rating: 5 Cejna Kurdên Êzîdî Carşema Sor û cihê wê di çanda olî ya Mezobotamiyayê de-Dîroknas Biradost Mîtanî Dusiba 19-4-2023z.29-1-2635Kurdî Çarşema...

هناك تعليق واحد:

  1. Zor spas bo we ,li ser vê weşanê. Xizmeta çanda Kurdî bo we û me erkekî .
    netewî pîtiz e
    Biradostê Mîtanî

    ردحذف